EY SAQÎ TU DAGIR QEDEHA MIN

Slavên germ ji tere ey saqî
Ne bi dilêkî bi sed dilî merhaba
Merhaba ji civata meyxanê re
Ji dost û heval û hogira re

Ey meyfiroş
Ne bêje min ‘nevexwe ji ava sor,
Tê serxweşbibê ger tu vexwê qurtekê’
Heyfe ku tu vê şîretê dikê li min
Ez nexweş im,
Ji min re tû yî derman
Ger ez venexwim her roj ji ava sor
Ya bêhn gul û reyhan
Vê demê serxweşim
Serxweş û sekranim
Bêkes û bênasim
Dilopek şarava te nadim bi milkê dinye

Li min qedexe neke meyxanê
Bawer ke ji min
Rêya meyxanê çetir dizanim ji ya malê
Ey saqî tu dagir qadeha min
Da vala nebê tu car ji kerema xwe
Tenê tu nehêle ku valabibê qedeha min
Ji ava bi rengê xwînê
Werê li ba min runê meyfiroş
Ezê ji te re bikim çend gotina
Dirêj bê min bibexşîne
Kin bê bigre ji xwe re jê hikmetê
Were rûne û guhdarbe ji nalînên min
Ji bo meydana hişmendîyê
Ji Adem destpêdikim

Xweda ji herîye beden da Adem
Ji nefesa xwe can da
Ê dî herîya kerr û kor û lal
Bû insan
İnsan hat afirandin ji bo imtihan
Tev ferîşteyan secde kirin bi fermana Xweda
Tenê şeytan zimandirejî kir
Xwe mezintir dît ji cewhera axê
Got ‘ez ji agirim, ew ji axê
Ez mezinim ew binketîye’
Bi van gotina şeytan hat lanetkirin
Adem hat hilbijartin
Tenêtî bi tenê ya Xwedê
Xweda da Adem Hawa
Bi vî awayî mirov xilasbû ji tenêtîye
Bêkesî dijwar e hem bê wate ye

Gelî guhdarên gulav vexwar
Çi sosretîye ku mirov di behiştê de hate xepandin
Li ser daxwaza nefsa xwe hate qewirandin
Bi feneke piçuk ji dest çû behişt
Rehetî çû hat zahmetî
Beleşî çû hat ked
Xweşî çû hat nexweşî
Zarên Adem yek bi yek zêdebun
Navdarên wa bûn Habîl û Qabîl
Habîl nîşana qencî û başîye bû
Qabîl nîşana neqencî û nebaşîye bû
Di dawîye de Habîl hat kuştin bi destê Qabîl
Xwîna yekem bu rijîya li ser axa dinyê
Roj ew roj hê ne rawestîya ye ew xwîn

Çibkim ji bextê dinya yê
Bira, bira dikujê
Dem derbasbûn li ser rûye erdê
Mirov xerab bû yek car
Nuh hat ji bo rastîyê
Lê guhdarî wî kêm û hindik bûn
Mîna kesên li vê civatê
Fermana keştîye hat
Gel pê keniyan
Ê pê kenîyan roja tofanê gelekî girîyan
Lê girîyê roja dawî bêfede ye
Xerîbe, kurê Nuh ê ji xwe bawer xeniqîye
Xilasnebûye ji bo ku kurê nebî ye

Ey hevalên min ê bi min re divexwin
Hûn dizanin bi çîroka Lut
Qewme wî qewmekî bênamus
Qewmekî bêrumet
Bi ti avê nedihate şuştin ew gunehê wa
Tenê cezayê Xwedê ew bêbinyatkirin
Bi dengekî çûne helakê
Lê jina Lut jî ji kesên windakarbû
Ya Rebb ev çi muamma ye
Lut nikarê jina xwe
Nuh nikarê kurê xwe bênê ser reya rast

Ey civata bijarte
Ne bi guhkî bi sed guhî li min guhdarbin
Agirê ku karê wî şewate
Na şewitênê Birhîm
Brahîmê ku şikestvanê puta
Agir lê tê silametê
Ê ku Brahîm naşewiînê ne agire
Xweda ye, lê agir li ser perdeye
Ne tenê ê tî li avê digerê
Av jî li ê tî digerê
Smaîl temen piçuk
Jê re tê kanîya zemzemê
Sara beyhudê digerê

Yaqûbê bi hesreta Ûsiv kor dibê
Bi behna kirasekî çav ronî dibê
Ûsivê di bazara koleyan de hatîya firotin
Dibê serokê Misrê
Musayê ku xwedî kopale
Li hember ejderhaya biserket
Bi vî kopalî derya bu du qet
Bawermend rizgarbûn
Ê dî binavbûn
Musayê çûye Turî Sîna
Xweda dayê deh ferman
Silemanê ku zanîbu zimanê çûka
Xweda dabu bin fermana wî ba

Eyûbê beden bi kurm
Bi hedanê hat dermankirin
Ûnisê di tengasîyê de
Di ûrê masî de xilasbû
Îsayê di pêçekede axivî
Matkirin mirovê ji rêderketî
Û Muhemmed
Ê ku bi nişana tilîyê wî heyv bû du qet
Ev tev mucîzene
Ne ku karê wan kesane
Qasid mirov in ne ku ferîşte ne
Ne ku hîlebaz û sehrbazin
Bi destura Xweda bihêzin

Ne pêwiste direjkim
Ji bo hişmenda ta bi derzîyevekim
Ji bo ibretê min bi bîr anin
Avabûn bi hezaran şaristanî
Yek bi yek hilweşîyan ji nezanî
Kanî Înqa û Maya û Aztek
Kanî Sumer û Med û Babîlî
Kanî Misra Kevin û Hînd û Çîna Kevin
Kanî Roma û Selçuk û Osmanî
Bi hezaran fermandar fermandikir
Îro nifira dikin li ê zalim
Mal avayî dikin ji bo ê dadperwer
Ê mîna Cengizê zordarin
Û ê mîna Selahaddînê mafdarin
Tev şer û pevçûnên dinavbera baş û nebaşan
Zalim û mafdaran
Bi dawî nabin heta roja qiyametê

DILAZAD A.R.T

Derbar Dilazad ART

Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî Li ser çand û hûner, weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovarên Kurdî û Tirkî de hatine weşandin. Wek dî lêkolînên nivîskar di gelek malperên înternetê te hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê.

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply