Yearly Archives: 2020

Hezîran, 2020

  • 12 Hezîran

    Cinsgirtina peyvên biyanî di kurmancî de

    Wek ku tê zanîn, di kurmancî de du cinsên (zayendên) rêzimanî hene: mê (femînîn) û nêr (maskulîn). Piraniya navdêran xwedî yek ji herdu cinsên rêzimanî ne. Bo nimûne, ”av, gul, pişt” di kurmancî de mê ne lê ”agir, ser, xanî” nêr in. Ji bilî peyvên xwemalî yên kurdî, di kurmancî de (wek di hemû ziman û zaravayên dinyayê de), gelek …

  • 11 Hezîran

    Hevaltiya Pel û Bayê

    Di demekê de Ba û Pel bibûn hevalê hev. Rojekî Ba ji pelê re, dibêje: – Bibêje heval, ji min bixwaze bibêjî ku, ez te bibim wê cihê. Pel fikirî û ponijî, tew tiştek nehat bîra wê. Ba dîsa jê pirsî, got: – Hadê fedî neke, ez karim te bibim. – Nizanim birayê delal, qet tiştek nayê bîra min. Tu …

  • 11 Hezîran

    Çîxten û asazên wê

    Babeta îro yek ji babetên herî balkêş û firehwar e. Ka em ê binêrin lêker û peyveke Pehlewanî ji kû û ber bi kû çûye û nuha di kû de ye. Hêjayan di zimanê Kurdî ya navîn ango Pehlewanî de lêker û peyva “çîxten”ê heye ku tê wateya birîndar kirin yan jî cihnîşana cihekî di encama berketina tiştek tûj û …

  • 11 Hezîran

    Jidestçûna Axaftin û Têgihiştinê (Afazî )

    Afazî (aphasia), pirsgirêkeke zimanî ye. Em dikarin bibêjin afazî, jidestçûn û hilweşandina axaftin (peyivîn) û têgihiştinê ye. Jidestçûna axaftin û têgihiştinê bi giştî afazî ye. Cureyên afazîyê pir in. Li gor cî û warê bandorî lê hatîye kirin afazî, bi navên cuda tê pênase kirin. Cureyên afazîyê yên herî berbelav ev in: Broca’s Aphasia Di mejî da cîyekî bi navê …

  • 10 Hezîran

    jı Nûbiharê Mem û Zîna Hewramî derket

    Mem û Zîn, hem wek destan hem jî wek berhemeke nivîskî, şahesereke edebî ye. Di nava vê çîroka evînî da motîfên dewlemend, vegotineke resen û bingeheke kûr ya edebî xuya dike. Herçend di nava Kurdan da wek destana Memê Alan hatibe zanîn jî bi taybet piştî mesnewiya Ehmedê Xanî, ev çîroka zêdetir ketiye nava mehfîlên edebî. Jixwe Ehmedê Xanî jî …

  • 10 Hezîran

    Li Kargehan Pirsgirêkên Stû-Navpiştê Ên Xebatkaran

    Tevger, ji bo berdewamîya jîyanê çalakîyên girîng in. Çi ne ev çalakî?:  “Tevlivîn, zivirîn, lerizîn (cirifîn, ricifîn), meş, bazdan, avjenî…” Tevger, bi gelemperî, bi hevkarîya masûlke û hestîyan pêk tê. Bi tevgerê re xwîn, gera xwe ya laşî didomîne. Ev jî tê wateya berdewamîya jîyanê. Di laşê mirovên gihiştî da kêmzêde 206 hestî û 300 cot masûlke hene. Xebatkarên kargehan …

  • 10 Hezîran

    SÊXIŞTÎ-6

    1. Kalo memire bihar tê. Pîrê memire pincar tê. Pirpar, tolik û qîbar tê. 2. Pix kir kalê, kal tehisî. Lew xwaribû nanê tisî. Kete xwarê pîr reqisî. 3. Kalê min jîr, pîra feqîr, Wan vexwarî helalê şîr. Nanê genim pîvaz û sîr. 4. Ji bîr nakim ez şîrê dê. Hêvî dikim ez ji Xwedê. Li wê dinê ezab nedê. …

  • 9 Hezîran

    Şevçile

    Xor (roj) sembola Mêhr (ango Mîthra) e. Mêhr êzidekî (firîşte) baweriya berê (Zerdeştî) ya Kurd û gelên aryanî bû. Li gorî Zerdeştiyê Mêhr di 21ê meha 12an (anku meha Berçileyê) de hêz û serweriya xwe nîşanê cîhanê dida û mizgîniya dêbûna ronahiyê dibexşî, lewre ew weke rizgarkerê cîhanê dihate hesibandin.   Şeva Yeldayê yan Şevçile dikeve 21ê meha Berçileyê û …

  • 9 Hezîran

    Gêjgerînga Sewdafeş

    Çapameniya civakî behr û derya ye Kûrbûna wê dûrî aqilê seriya ye   Ger tu nezan bî tê de difetisî Ger tu zana bî rastiyan dirisî   Ger tu jîr bî paşeronî yî Ger tu gêj bî mêjîgenî yî   Ger tu hişmend bî wek tav dibiriqî Ger tu bêfêhm bî nav de dixeniqî   Ger tu hişyar bî vedike …

  • 8 Hezîran

    Helbestvanekî azadîxwaz, welatperwer û sosyalîst: Qanî

    Her millet bi çînan pêk tê. Her helbestvan jî girêdayî fikr û ramanekê ye. Qanî mîna Hejar, Goran, Hêmîn, Qedrîcan, Cegerxwîn baweriya xwe bi armancên çepî tîne û heta mirina xwe wek şairekî çepgir, yekîtîparêz, welatperwer tevgeriya, ji bo pêkhatina fikrên xwe her û her şer û tekoşîn da. Ew şairê gundî, cotkat, kedkar û belengazan e lewma jê re …