Çapameniya civakî behr û derya ye
Kûrbûna wê dûrî aqilê seriya ye
Ger tu nezan bî tê de difetisî
Ger tu zana bî rastiyan dirisî
Ger tu jîr bî paşeronî yî
Ger tu gêj bî mêjîgenî yî
Ger tu hişmend bî wek tav dibiriqî
Ger tu bêfêhm bî nav de dixeniqî
Ger tu hişyar bî vedike li ber te rê
Ger tu xew de bî teng dike li te rê
Ger tu bibezî, bi pîşe vebikî terîq
Rastîşop bî wek Mûsayê d’behra enîq
Wê rabixe li pêş te rastî û heqîqeta
Rê vebike bo qabiliyet û merîfeta
Lê sed heyf û mixabîn ciwan
Ku ew bo wan bûye av û nan
Şikandiye li wan çîm û çok
Face û Înstagram û Tîktok
Mêjiya kirine çeqilmast
Ji hev dernaxin çep û rast
Çav kor bûne wek morîk
Bêwext bang dikin wek dîk
Wek tovên li erda rijî ne
Wek masiyên şîp û bejî ne
Wek çûkeka per û baskşikestî ne
Jar û hejar û hêvîşikestî ne
Dîrok û huner û zimanê xwe nexwendî ne
Di nav gelên dinê de stûxwar û bêxwedî ne
Bi zimanê serdesta bilbilê rewan in
Bi zimanê xwe kewên kerr û lal in
Wek darên bêkok qels û jar in
Ber ba û bahoza bêgav neçar in
Ji bîr kirine rabûn û rûniştinê
Nizanin tevgerên çûn û hatinê
Tewşomewşo û devçepel in
Vek virnikên li ser mexel in
Nizanin qedr û qîmeta nirxên neteweyî
Welatê me’y êtîm û sêwî maye bêxweyî
Wawik û keftar û sîqalkên xwînxwar
Di dest wan de ye her der û cîh û war
Dê çawa biguhere ev rewşa dijwar
Xelas bibin zarokên bêziman û zar
Divê em wê bikin fêrgeh û dibistan
Hişyar bin ciwanên bêhay û nezan
Bila hîn bin welat û xak û dîroka xwe
Da xwelîser nebin û nexin li çoka xwe
Bizanibin Ehmedê Xanî û şêx Cizîrî
Bixweynin pirtûk û berhemên Elî Herîrî
Bibin heval û hogirên Feqiyê Teyran
Bişopînin rê û rêça Celadet Bedirxan
Bibin peyrew û feqiyên Tîrêj û Cegerxwîn
Guh bidin Hejar û Nalî û Namiyê dilbixwîn
Berê xwe bidin gencîneya Kurdên Sovêtê
Bite’mijin ji wê kaniyê çêj û lezetê
Noq bibin behra wêjeya Başûr
Ku bi hêztir e ji qamê û şûr
Bizanibin nirx û rûmeta klasîkan
Ji zêr û zîva qimettir in ev e eyan
Bigerin li bênderên Rojava û Rojhilat
Dê mê bigihîjin lûtkeya Sîpanê Xelat
Xwe bispêrin zozan û çiyayên wêjeya Kurdî
Vebixwun ji kaniya wê ava zelal bi merdî
Bêhn bikin kulîlkên bînxweş û rengîn
Wê her û her bimînin zindî û şîn
Ew ronayî dikin paşerojê
Diçirisin wek tîrêjên rojê
Ger em bidine ber xwe ev rêk
Wê vebin derî li me êk bi êk
Mê bijîn li welatê xwe azad
Her wek mirovên serfiraz û şad
Daxwaza min ji Yezdanê dilovan
Bigihên mirazên xwe bi dil û can
Emre MÛHARGÎNÎ