Wergera Berhemên Kurdî

Li ser girîngiya wergerê çiqas gotin bê gotin, çiqas nivîs bê nivîsîn jî têr nake. Ev mijar wisan mijareke girîng e ku divê bi her hawayî li ser bê rawestandin.

Berhemên edebî piştê ku tên weşandin, dibin malê mirovahiyê, dibin malê temamê gelên cîhanê. Berhemên edebî hem netewî ne, hem jî gerdûnî ne. Ew sînor nas nakin. Bi saya wergerê li gelek zimanan tên wergerandin û di gelek welatên cîhanê de têne weşandin.

Berhemên nivîskarên klasîk, bi taybetî jî berhemên Shakespeare, Dostoyevskî, Gogol, Tolstoy, Pûşkîn, Çexov, Hugo, Goethe û hwd, hema bibêj li hemû zimanên cîhanê hatine wergerandin. (Berhemên vana bi kurdî jî hatine wergerandin û wek pirtûk hatine weşandin.) Ev nivîskar bûne malê temamê cîhanê. Nivîskarên klasîk  ji netewatiyê derketine qada navnetewîyê, bûne unîversal anku gerdûnî.

Gel û neteweyên cîhanê bi saya berhemên edebî nêzîkê hevûdu dibin, kultur û tradîsyonên hevûdu nas dikin. Wergerandina berhemên edebî li zimanên din, ji bo însaniyetê xizmeteke hêja ye. Gelên cîhanê bi saya wergêra van berheman siûdê ji wan berheman werdigrin.

Pir hindik be jî, hinek berhemên nivîskarên klasîk û berhemên nivîskarên modern yên cîhanê bi kurdî hatine wergerandin. Lê, ev hêj destpêk e, têr nake. Divê hîn pirtir berhemên edebî yên nivîskarên cîhanê bi kurdî bên wergerandin. Bi qasê vê jî girîngtir tişteke din heye, ew jî ev e ku; divê berhemên nivîskarên kurd yên klasîk û modern bi zimanên gelên cîhanê, bi taybetî jî bi îngilîzî, almanî, fransî, spanyolî û yd, bên wergerandin. Berhemên edebî neynika civakan e. Bi saya berhemên kurdî û wergerên wan, gelên din ji çand û edebiyata kurdî hayidar dibin. Di nav edebiyata kurdî ya klasîk û modern de gelek berhemên edebî yên giranbiha hene ku divê miheqeq li zimanên din bên wergerandin.

Di van çend salên dawîn de hinek berhemên nivîskarên kurd li zimanên din hatin wergerandin û wek pirtûk hatin weşandin. Ev ji bo kurdan dilxweşiyek e, ji bo edebiyata kurdî nirxek e, ji bo edebiyata kurdî bi gelên cîhanê bête naskirin hêjayiyek e. Helbet wergêra berhemên kurdî li zimanên din hêj di destpêkê de ye. Pêngavek hatiye avêtin, divê ev pêngav bê berdewam kirin.

Di edebiyata kurdî de hinek berhem hene, dema mirov dixwîne, mirov dibêje “xweziya ev berhem bi filan zimanî jî bihatana weşandin.” Ez tim dibêjim “xweziya ’Mem û Zîn’ bi îngilîzî, almanî, fransî, spanyolî û yd, bi gelek zimanên din yên cîhanê bihatana weşandin. Di romana min a bi navê “Rojnamevan” de bûyerên ku li Kurdistanê qewimîne, bûyerên piştê salên nodî û qetlîama navça Licê heye. Berpirsiyarê kovara Mehname’yê nivîskarê ciwan Husein Muhamed di nivîsa xwe ya li ser vê pirtûkê de dibêje “Bûyerên ku di vê romanê de tên qalkirin, ji kurdan re xerîb nîn e. Kurd pê dizanin. Ev bûyerên han ji bo ku ewropî bizanibin hatiye qalkirin.” Ji bo wê jî divê ev roman, anku “Rojnamevan” bi tirkî û bi zimanê Ewropiyan bê weşandin.”

Xelkên cîhanê xwedî dewlet in. Îmkanên wan ên aborî û teknîkî hene. Wezaretên wan ên kulturî buroyên tercumeyê pêk tînin, maaş didin wergêran û berhemên edebiyata cîhanê werdigerînin zimanên xwe. Hinek jê jî berhemên xwe yên netewî werdigerînin zimanên din. Ê me kurdan dewleta me tune, îmkanên me tune ne. Em di nav rûnên xwe de diqijin.

Kar û xebata ku em kurdên dilsoz û welatperwer di vê hêlê de dikin, karên îdeal in û bi amatorî ye. Îmkanên me tune ne ku em jî wek xelkê bi profesyonelî vî karî pêk bînin. Lê, rewşa me çi dibe bila bibe, divê em hewl bidin û van karan pêk bînin.

Helbet, ji bo pêkanîna vî karî, di serî de wezîfe dikeve stuyê wergêrên kurd. Ew kurdên ku bi du zimanan yan jî bi gelek zimanan zanin, wek amatorî be jî divê vê xebatê bixin jiyanê. Divê ew berhemên kurdî li zimanên din wergerînin û berhemên edebiyata cîhanê li kurdî wergerînin

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply