Di germaya çavan da dibînim, evîndariya rastî
Ku ew awir tunebin,
Baskê min şikestîne
Gulên bihara min wendayîne
Balîndeyên difirrin bala min nakişîne
Û evîndariya qumriyan jî
Ku tu nebî;
Xemla ezmanê min bi ewr in, ne sayîne
Gulên bihara min na bişkuvin, ne xuyanîne
Jiyana min dibe payîza paşîn,
Dara min pelan diweşîne
Heger dilgermî hebe hest difûrin
Xuyanî, ne bi dizîne
Di lêvên dilerizîn û ruyên fediyok
Çav dibînê, mêlak his dike,
Agir bi hinava mirov dikeve,
û xwe bi laşê mirova dorpêç dike
Ey Yar
Min di cobarê dilê xwe de bihewîne
Ku ez bibim hevokên xemilandî
Biherikim dilê dildar û evîndaran
Û dilên wan jî hênik bikim
Tu bibe milada evîndariya min
Bê mey sermest bibim,
Ji vir û pê da
Min bi vê hezkirinê bike Evdalê evîna xwe
Ku,li çol û çiya bim jî ji min re xembe
Lewra jiyana ku ez têda dijîm
Evîn bûye nişteciyê dilê min û hewiriye
Bêyî eşqa te
Ewrê ezmanê min baranên hûr nabarînin
Di biharê min da kulîlk na bişkuvin
Hest, coş û xiroş nabin û helwest pêk nayên
Di ber banga de eşqa bilbil û gul ê ne xuyaniye
Germaya tirînca rojê jî tuneye, beyî nerînên te
Cana min.
Derya pêlên xwe ranakin
Dengê xwuşîniya rubara nayê
Xemla govendên dilana ne xwuyaniye
Suwariyên hespa, pêşbirkên xwe dirawestînin
Av ji bendan nayêne xwarê,
Stêrk di kadizê de belawelane
Mîna xeyalên min
Di şevên ne zelal dengûbas tevlihevin, tu zanî
Bibe şemalk şevtariya min ronî bike
Bila agir û av bi hevra dansê bikin
Û ez di deryayê çavên te de wenda bibim…wenda bibim…wenda bibim…
Mamoste Baqî