ÛRFA yan RIHA

Bajarê rengîn û xweşwar, bajarê Ûrfa yan jî Riha dikeve bakurê welêt û yek ji kevintirîn bajarê Kurdistanê ye.

Bêguman gengeşe hene li ser her du navan, hendek ji aliyên Kurdî navê Riha’yê weke naveke Kurdî û kevin nas dikin û bikar tînin jî, gelo ka em bizanin rastî û duristiya wê weha ye yan jî na, selmandin û îspatan çi ne û çawa ye mijêr?

 

Di zimanê Kurdîya kevin anku Sumerî de ji bajarên mezin yan jî memleket re gotine “ûr”

xêncî bajarê “Ûrşelîm”ê ku tê wateya “Bajarê selîm” ango bajarê aram û tenah û niha paytexta Îsraîlê ye, di nav ereban de weke Qudisê tê binavkirinher. Her bajarekî din ku bi peyva “ûr”ê destpê bike ew bajar bajarekî Kurdî ye,

bo mînak:

 

Ûrmiye

Ûrbîl (Erbîl – Hewlêr)

Ûrabxa – Ûraxa, Ûrafa, Arabxa, Erefa (Karkok – Kerkuk)

Ûratû

Ûrfa

Ûrkeş

Ûramûn (Ûraman – Ewraman – Hewraman)

Ûramar

Ûrzana: şahê bajarê pîroz a Erdînê ya Ûratûyan

Ûrban: şaristaniyet, jiyar

Ûrmezd: bajarê mezd û merda

Ûrxan: xwedî bajêr, walî (di tirkî de bûye orhan)

Ûrbax – Baxûr: bajar û welatê bax û xweş

Ûrdû: cihê lê mayin

Ûran: warê avedanî û medeniyetê.

 

hwd…

 

heta vir xuya û zelal bû ku peyva Ûrfa’yê ji kû hatiye.

Lê ka em bizanin ew peyva Rihayê vedigere kîjan dem û dewran û ji çi hatiye?

Bajarê Ûrfa yan Rihayê jî weke her bajarekî din ên Kurdan jînwara dîn û ola Mîtrayî bûye, di heman demê de jî her sê dînên din (Yarsanî-elewî . Zerdeştî . Êzîdî) ku her sê jî di bingeh de her Mîtrayî ne û tenê peyrew hinekî cuda bibûn ji Mîtrayî. Lê piştî hatina dîn û ola Îsayî anku Xiristiyanî gelek tişt hat guhertin û dîn û ola xiristiyanî bi awayeke berbelav di geşekirinê de bû, yek ji wan bajarên ku bû navendeke geşekirina vê dîn û ola nû, bajarê Ûrfayê bû di wê demê de, bi zimanê Siryanî ji bajarê Ûrfayê re digotin “Edsa” anku weha navlêkiribûn, paşî weke “Erha” hate nasîn, lê piştî hatina erebên musulman ji bo vê deverê, wan weke “Elriha yan jî Elreha” navlêkirin.

Niha ji me re zelal û xuya bû ku qasî çend hezar salan cudahî hene di navbera her du navên Ûrfa û Riha’yê de, ew mantiqa ku Ûrfa ne Kurdî ye û Riha Kurdî ye, di rastî de fikir û mantiqeke pirr şaş û bêagahîyane ye, navê Riha naveke ji siryanî hatiye û bi sê qonaxan ta hatina erebên musulman, lê divê em vê yekê baş bizanin ku navê Ûrfa hem Kurdîtir û hem jî kevintir e.

Helbet mirov azad e kîjan nav bikartîne, lê baş e mirov rastiya her du navan jî bizane û bêagahîyane jê fêm neke.

.

Qendîl Şeyxbizînî

25.12.2019/Hewlêr

Derbar ziman

Check Also

Binyada zimanê Kurdî

Di vê dersê de armanca me ev e ku em zimanê Kurdî nas bikin. Yanî zimanê kurdî, ji aliyê binyadê ve dikeve nava kîjan komê û beşê de?

Leave a Reply