Rewşa Medyaya Kurdî Çawa ye? (Hevpeyvîn)

Di pêvajoya 2020an de medyaya Kurdî hem di aliyê tewrî de û  hem di aliyê teknîkî de pêşketinên ber bi çav bi xwe re anîn, ji gelek dewletên cîhanê re bû çavkanî, lê mixabin negihaşte medyaya neteweyî, heta negihaşt asta serxwebûnê jî. Di encamê de di bin banên partî û aliyên ku destekê didin medyayê. Êdî mirov digihêje wê baweriyê ku mînak afransiya ku dibêje; serkeftina teknolojiyayê di paşxistina civakan de ye. Têkildarî rewş û liv û tevgera medyaya Kurdî me xwest ji nêz ve em ji rojnemevanê Kurd Kawa Şêxnas bikin, Kawa wiha bersiva pirsên rojnameyê dan.

Görüntünün olası içeriği: 1 kişi, ayakta ve açık hava

– Berê medyaya Kurdî di 2020an de li ku bû û ber bi ku ve dageriya?

Medya Kurdî berê wê bi lêgerîna li nasnameya taybet ve bû, va 2020 qediya û hîna nasnameya xwe nedîtiye, pirogramên me yên herî xweş ên ku me naveroka wan ji Medya Tirkî an jî ya Erebî birine, hîna em negihane asta ku em ji medya cîhanî jî sûd werbigrin. Medya heya berî çend salan mejiyê civakê ku rê dida ber ramana gelemperî, anha jî bûye mejî û rihê civakê û rola wê hîna mezintir bû. Lê medya Kurdî tevî hemû hewildanan jî negihîşt tu astên nû, ew tenê di warê cerb û hewilê de ma.

– Rola medyayê di avakirina nasnameya neteweyî de çi ye?

Rola medya di avakirina nasnameya neteweyî de pir giring e, ew roleke pir balkêş e, du aliye: ji alîkî ve civakê dilivîne û dixebitîne û ji alîkî din ve jî dibe rûyê wê û civakê dide nasîn. Pir kes dema ku dixwazin miletekî nas bikin, li medya wan guhdarî dikin, di rêya wê guhdar kirinê de, rastiya wê civakê tê nasîn. Her weha medya dikare nîşan bide ka çiqas ev civak ketiye bin bandora civakên din an jî ka çiqasî ev civak bi kultur û hebûna xwe xurt û serbixwe ye.

– Gelo çi girêdan di navbera medya û siyasetê de heye? Bi gotineke din her tişt bi erêkirina desthilatan ve tê birêvebirin?

Di navbera medya û siyasetê de têkiliya hebûn û tunebûnê ye, siyaset dema ku xwe dilîvîne û dest bi jiyanê dike dixwaze bi rêya medyayê re xwe ragihîne, lê dixwaze ku bi rengê ku ew dixwaze ragihîne yanî dixwaze ku medya wê dijî nîşan bide, lê ew dixwaza ku medya bi rêve bibe û ev yek medyayê dikuje.

Li welatên ku di warê bindestî an jî vejînê de ne medya di bin bandora desthilatdaran de ye, ev rengek ji diktatorîzmê ye, ew jê re medya civakê  nayê gotin, lê belê ew medya yê desthilatdara ye. Medya rastî bi xwe desthilatdariyê dike û her kes hesaban jê dike.

– Rêzdar tu girîngiyê didî zimanê Kurdî, lewra ez ê vê pirsê bikim; ragihandinê bi zimanê Kurdî roleke çawa lîst, kî ket xizmeta kê?

Di navbera ragihandin û zimanê Kurdî de têkiliyek pir giring heye, ziman alavê ragihandinê ye û ji bilî hin şêwazên pir hindik, weku karîkator tu hebûn ji medyayê re tuneye bê ziman. lê di taybetmendiya zimanê Kurdî de ragihandin kete xizmeta zimanê Kurdî, ji ber ku zimanê Kurdî di rêya bultenên nûçeyan de kete malan de û bi demê re bêtir gatê parastin û hevokên wî hevdû girtin û kete jiyana rojevê. Li ba civakên din ragihandin piştgiriyê ji ziman distîne, li ba Kurdan rewş cuda ye, ziman hêzan ji ragihandinê digre.

– Ji bo pêşeroja medya Kurdî pêwîstî bi çi heye?

Ji bo pêşeroja medya Kurdî pêwîstî bi piştgirtiyê heye, bi cudarengiyê heye, bi guhdanê heye, bi drama û şano û filman heye, gerek medya Kurdî têkeve jiyana me ya rojane û li şûna ku li nûçeyên biyanî, filimên biyanî, rêzefilimên biyanî guhdarî bikin, gerek hemû tiştê Kurdî çêbibe û heger hebe jî gerek xurt bibe.

Em ne tenê di vê jiyanê de ne, çend kesên ku ji me re li çepikan dixin ne nûnerên civakê ne, em gerek armanca xwe ji wisa ferehtir bikin; gerek em bighêjin hemû rengên civakê, mesela me ne tenê ew kesên ku her roj li me guhdarî dikin ji bo nûçeyan û dûvre jî şevbuhêrka xwe li ber filimên Tirkî derbas bikin.. Ev qet têrê nake, divê em hemû tiştî bidin civakê û em hesabê hemû beşên civakê bikin. Ji bo medya Kurdî zanebûn û sebra mezinan ê germahî, xwîn û hêza xortan pêwîst e.

Hevpeyvîn: Evîn Hesen

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply