Çend pêşniyar ji bo nexweşiya ‘Diltengiya Panîk ‘ (Panic Disorder) 1- Li ser kursiyekê rûnin û lingên xwe di binê erdê ve bidewisînin ta hûn wan hîs bikin. 2- Tiştê ku niha diqewime binav bikin(di serê we û bedena we de) 3- Destûr bidin ramanên xwe bila biherikin di mejîyên we de. 4- Destê xwe bide ser zikê xwe û …
Monthly Archives: Tebax 2019
Tebax, 2019
-
20 Tebax
Çîrokên Erojen
Pirtûka Berfo Barî a bi navê ”Erojen” di nav weşanên ”Na” de li Îzmîrê hatiye weşandin. Pirtûk ji 14 kurteçîrokan pêk tê û 49 rûpel e. Berfo Barî ji Farqînê/Amedê ye. Ew çîrok û helbest dinivîse, karê edîtoriyê dike û herweha yek ji berpirsiyarê birêvebiriya weşanên “Na” ye. Çîrokên erojen! Baş e. Erojen çiye? Erojen cihên hesas ên laşê mirov …
-
18 Tebax
Bavo, li dinyê ji me kêmtir kes nemaye!
Ezbenî! Roja îro, tu neçar dibî ku dergehê mala xwe ji ber bahozê bigire, da ku xewnên te yên kevin bi xwe re nebe û tu bi aramî di mala xwe de razê.. Û carana pêwîste tu dergehê hewşa xwe, pencereyên mala xwe ji bahozê re veke..! Erê, bela bahoz derbasî mala te bibe, firax û miraxên te li bin …
-
15 Tebax
Azîzko û Muzîka Wî
Ji bo xebatên hêja, muzîkek bi qalîte û bi zewq divê her tişt ji dil were. Gava dil bi eşq dest biavêje muzîkê wê demê hemû cîhan li ber çavan xweş û geş dibe. Yek ji wan hunermendên hêja, bi qalîte, bi zewq û muzîka xwe ji dil dike Azîzko ye. Meriv bi dengê wî yê rengîn sermest dibe. Gava …
-
11 Tebax
Şev Kûlîna Dil e
Hestên ku bi roj di xew re diçin bi şev şîyar dibin. Şev gelek caran mirovan ji vê dinyayê dûr dixin. Gîyan bi şev dikeve nav jîyanek nepen. Tenê şev dizane ew gîyan bi çi hestê tev digere. Ew ku roj bi xem û keser, bi teşxela jîyanê ve mirovan gelek caran ji hestan dûr dîxe. Mirov dengê dil, dengê …
-
10 Tebax
Bi Mîrza Metînî Re Li Ser Şanoyê Çend Gotin
Gotinek wiha hebû: “Huner karê Arîstokrat û elîta ye.” Bi rastî jî wexta meriv li dîrokê dinêre hunermendên ji nava gel derketî li gorî yên elît pir kêm in û bi piranî karê hunerê di destên dewlemendan de bû. Heta cihekî ez jî li ser wê fikrê bûm lê niha difikirim ku ew fikir di hundirê xwe de şaşîyan dihewîne. …
-
9 Tebax
Birayê Xayîn
Demek hebu du bira, Herdu rabun li wira. Herdu kolan erd û ax, Ji bona qesr û qonax. Bawerî bi hev anîn, Bo xanî bingeh danîn. Nerm kirin kils û herî, Kevir anîn berderî. Tev xebitîn jin û mèr Ji bilè ewè bè xèr. Mîna gayekè zexel Wî çav berda bu mexel. Bè dengî li bendè bu, Xebat ne …
-
9 Tebax
Çîrokên Rêçên Di Neynikê
Nivîskarên ku bi kurdî dinivîsin ên ji bajarê Semsûrê/Adiyamanê ne her diçe hejmara wan zêde dibin. Pêşî min digot qey tenê Osman Sebrî yê Semsûrî bi kurdî nivîsiye. Paşê fêr bum ku Mehmet Oncu û Şêxo Fîlîk jî ji Semsûrê ne û bi kurdî berhem afirandine. Dure gotin Welat Dilken jî ji Semsûrê ye û romannivîsere, roman nivîsiye. Niha jî …
-
1 Tebax
Edebiyat û Dîrok
Gelek çîrokên antîk, folklorîk yên gelêrî hene ku dikare bibe roman. Edebiyata kurdî di hêla romanên ku ji ber bûyerên dîrokî hatine afirandin qels e. Di dîroka kurdan de wisa bûyerên girîng pêk hatine ku, her bûyerek bi serê xwe dikare bibe roman. Serkêş û damezrevanê romana kurdî a yekem romannivîserê kurd ê Kafkasya’yê Ereb Şemo ye. Romana modern –nûjen- …
-
1 Tebax
Daxuyanîyek Di Derbarê Rêbera Rastnivîsîne Da | Deham Ebdulfettah
(Dostê min ê salan Rezoyê Osê, xweşîya Xwedê lê be, digot: Hevalo, di warê nirxandinê da gerek em Kurd bi hev ra dilhişk bin, ne kîndar û serhişk bin ) Li ber ronahîya vê penda rastgo ez xwe nêzî vê encama komxebata me ya pîroz dikim. ji destpêkê ve divê ez bibêjim ku hindek kêmasî di pirtûka “Rêbera Rastnivîsînê” da …