Çîrokên Erojen

Pirtûka Berfo Barî a bi navê ”Erojen” di nav weşanên ”Na” de li Îzmîrê hatiye weşandin. Pirtûk ji 14 kurteçîrokan pêk tê û 49 rûpel e. Berfo Barî ji Farqînê/Amedê ye. Ew çîrok û helbest dinivîse, karê edîtoriyê dike û herweha yek ji berpirsiyarê birêvebiriya weşanên “Na” ye.

Çîrokên erojen! Baş e. Erojen çiye? Erojen cihên hesas ên laşê mirov e. Bi taybetî jî niqteyên hesas ên ji bo coşiya pevşabûnê ne. Ev cihên taybet di dema pevşabûnê, şadimaniyê de roleke girîng dilîze.
Berfo Barî bi hevokên alegorîk û cihêreng kurteçîrokên xwe pêşkêşê xwendevanên kurd dike. Ew bi nivîsîna stîla hirka hiş, di bin hiş de wan diherikîne, dimeyizîne û meyandinê hîsê xwe radixe ser kaxiz ango rave dike.

Di pirtûkê de 14 çîrok hene, ez ê bi hevokek yan jî bi çend hevokan behsa naveroka 7 çîrokan bikim û bala xwendevanan bikşînim ku ew jî pirtûkê bikirin û bixwînin. Heft çîrokên din jî bila wek meraq bimîne.
Çîroka yekem a pirtûkê “Mirîşk” e. Di vê çîrokê de sê vebêj hene; jin, mêr û kalo. Vegotin ji devê hersê vebêjan tê rave kirin.
Çîroka duyem, sernavê wê “Tîbûn” e. Li dibistanê mamoste dixwaze xwendevan li ser “tîbûn”ê tiştekî binivîsin.
Çîroka sêyem, sernavê wê ”Çîrokên Cin`an”in. Hinek kes ji bo ku ji cin`an ditirsin navê wan nakin û ji bo wan dibêjin ”sê herf” Hinek jî ji bo cin`an û perîyan dibêjin “Ên ji me çêtir” . Di vê çîrokê de jineka ku ji alî çar cin`an ve tê revandin, tê qal kirin.
Çîroka çaran, navê wê ”Du zava û bûkek” e. Ev çîrok bi şêwe û teknîka binhiş ango bi stîla nivîsîna hirka hiş û bi hawayê/ şêweya îronîk hatiye rave kirin.
Di çîroka ku sernavê wê ”Qesasê kuçeya Morgue`yê” ye de bûyereke li parka Aşiq Weysel a li navçeya Bornova`yê ye tê rave kirin. Sernavê çîrokê ji çîroka E. Alan Poe hatiye wergirtin.
Di çîroka ”Duello” de bi hawayekî din, bi balkêşî û bi ecêbeke nedîtî teşfîq kirina duello`yê û sedemên wê tê pêşkêş kirin û mirov ji xwe re dimîne heyirî, ango dimîne şaş û ecêb.
Çîrokên ku girêdayê duello`yê ve hatine nivîsîn û sernavê wan ”Xewn (Vîtrîn)” û ”Xewn (Şûrê Şerîtetê -1 – 2 – 3” ne, her yek nîv rûpel in.
Ne hemû, lêbelê hinek çîrokên ku di pirtûka Berfo Barî ”Erojen” de ne, weke çîrokên psîko-absurd in. Hinek romantîkin, hinek alegorîk in. Tiştên ku di bin hişê wî de mane tenê xewna wî ye. Ew xewn dibîne û dîtirse. Di ”Asûs şû`rê şerîetê -2” de ev tirs bi şêweya hirkahiş tê rave kirin. Asûs navê bajarekî ku di bin hişê wî de bi cih bûye. Nasnavê Berfo Barî jî di vê çîrokê de ji ber tirsa xewa wî lê tê danîn. (Binêrin rûpel 23.) Di ”Kevok (Şû`rê şerîetê – 3” de xewna wî didome. Kevoka spî, sembola aşîtîyê ye. Dibêjin ”gere ew wê jî bikujin.”
Çîroka ku sernavê wê ”Evînên dîjîtal” e çîroka herî dirêj a di pirtûkê de ye. Pîraniya kesan dizanin ku evînên dîjîtal çîne û çawan in? Di vê çîrokê de jî cure cure rengînîya evînên dîjîtal û felsefa ”Ew çû, yekî din” tê rave kirin.
Lehenga çîrokê Frûze keçek nûjen/modern e. Ew bi hest û ruhê azad bi kesan re pevşabûnê pêk tîne, lêbelê yekî dilreş û hesûd seksa ku pê re dike, dikşîne vîdeoyê û weke fîlmeke porno di înternetê de belav dike. Ev bûyer derûnîya Frûze xirab dike. Lehengek din ê ”Çîrokên dîjîtal” jî Şêxmûs e. Çi bi serê Şêxmûs tê? Şêxmûs çima û çawa dikeve nav cîhana dîjîtal? Çawa dibe şarezayê kompîturê? Dema Hakir şîfra wî dişkînin jê re çî dinivîsin? Şerê wî û Hakiran çawa dest pê dike? Û ew û Frûze çawa hevdu dinasin? Paşê çi dibe? Di çîrokê de tê qal kirin. Min van tiştên ku dibin û bi taybetî jî têkiliya Frûze û Şêxmûs û encama wê rave nekir, wek meraq hêşt ku xwendevan meraq bikin û pirtûkê bikirin û bixwînin. Ez vê jî bibêjim, digel vê çîrokê hemû çîrokên ku di pirtûkê de ne, gelek baş in, xweş in, balkêş in û hêjayê xwendinê ne.
Wek têbinî ez dixwazin vê jî bibêjim. Navê pirtûkê ”Erojen” e. Lêbelê bi vê sernavî çîrokek tune. Hinek pirtûkên çîrokan navê xwe ji çîrokek ku di pirtûkê de heye digrin. Lê hinek jî navê wan xweser e, bi wî navî di pirtûkê de çîrok tune/nîn e. Helbet her nivîskar li gor dilê xwe, hinek nivîskar jî li gor naverokê navekî li pirtûka xwe datîn in. Navê ”Erojen” navekî balkêş e. Bala mirov dikşîne ser xwe. ”Erojen” peyvekî kurdî nîn e, peyveke fransî ye.

 

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply