ꞌNewêrek im, lê dilxwaz im!..ꞌ

Di maleke kar û debara xwe wek van şêniyên xizan dikin de mezin dibe. Rewşa wan a aborî normal e, lê ji ber ku xwe tev li tu kesî nakin, di halê xwe de ne, melûl û stûxwar xuya dikin. Hema bêje kufletên malbatê dibistana navîn xwendine. Bavê wan jî di salên 90î de di nava xebata çepgir de cihê xwe girtibû. Dayikê jî qût û mûnetên tu malan nema û li hewşê ranexist, tenê ji bo zarokên xwe bikubarî xwedî bike.

Çiya kufletekî vê malê bû, dema ku mirov navê Çiya dibêje, yekser bejn, bal, wêrekî  û maka hemdemî ya çiyayên dilsoz tê bîra mirov, lê Çiyayê vê malbatê dibe ku girs û jihevderketî be. Wekî din tu tişt ji navê xwe wernegirtbû, lê dîsa jî xwe nedida erdê û xwe radikişand da ku xwedî li navê xwe derkeve.

Çawa ku stêrkên azadiyê ji asîman rijiyan, Çiya xwe lê girt û berê xwe bi keftûlefta miletê xwe yê ku bi xezeba qurûçiyan re rû bi rû mabû vekir. Sar ba, seqem ba yan jî  erd û  asman bikeliya wî tevî hevalê Dijwar parastina taxa xwe dikir. Her ku şevê kirasên xwe nû dikirin asyonên ramên Çiya jî xwe pê re nû dikir, lewma li vir sînordar nema û bi hikmê karê xwe yê ajokariyê çawa ku bihîst sendîkeya ajokaran hatiye avakirin da ku bi kar û  barên bajêr rabe, wî xwe gihand wan û daxwazname pêşkêş kir. Dema ku navê  Çiya diçe ber destên berdevkê sendîkeyê Elo; dişîne pey wî da ku li xwesteka wî guhdarî bike û ew jî şert û mercên xwe pê re parve bike. Çiya serdana sendîkeyê dike û ji Elo re xwesteka xwe ya tevlêbûna ji kar û xebata ajokaran re parve dike, yekser Elo vê pirsê jê dike: ” Tu wêrekî? Ji ber ku ev kar zor û zehmetiyên xwe hene ku ew jî dibe îro tu endamên saziyekê bibî bajarekî din, lê sibe tu yê biçî eniyên berxwedanê anku tiştekî sabit li vir tune ye, her tişt bi pêlên guherîn û veguherînê re tê zîvirandin.” Dema ku Elo diaxivî Çiya di biniya çavan re lê dinêrî wek yekî ku bibêje; Jixwe ez van hûrgiliyan tevda nas dikin û ji ber dilê min ber bi min ve nehat, min yekser berê xwe da vir ku bikevim nav bizavan. Welhasil Çiya bersiva Elo dide û dibêje: “Belê, ez nabêjim  ez wêrek û  cesûr im,  lê dilxwaz im.” Elo Vanekê dide wî û jê re dibêje: ” Ku tê hew bi kar û barên saziya malbatên nemirin ve mijûl bibî, ev der jî agahiyên der barê şerê li dijî toraniyan de, detayên ewladên bihoşta zêrîn ên ku digihêjin asta şehadetê û pê de here û here hemû têne ber destên wê.”

Çiya jî wekî destpêkê li ser erê  dike. Her sibeh diçe ser karê xwe bi wan re tevdigere; her ku asta rageşiya di navbera lehengên azadiyê û cendirmeyên mîtîngeran de bilind dibû, bi xwe re rûpelên nû  vedikir. Çiya jî ger Elo jê re bigota, here filan karî bike mereqê ew kuştibû! Geh diçû navendên tenduristiyê ku ji nêz ve li rewşa birîndar binêre û  geh jî  diçû û ji tu kesî re tu tişt nedigot.

Roj xwe dispêre rojê, carekê malbata nemirekî ji Dêrika Rojavayê têne serdana saziyê û dema ku dixwazin vegerin warê xwe. Elo israr dike ku Çiya wan vegerîne bajarê wan, li vir, li wir li wî digerin ku wî zeft bikin lê wî zeft nakin. Li ser vê yekê û nêzîkartiyên ku digihêne hev Elo û endamên birêveberiya sendîkeyê Şiyar, Ferhad, Gulîstan û  Dicle li hev kom dibin û rewşa wî nîqaş  dikin. Hinan got: “Tevgera wî giran e,” hinan jî got: ” Bi ya xwe dike isbata vê jî wendabûna wî ya îro y. ” û hinan jî got: ” Divê ji saziyê derkeve!”

Di van kêliyan de Çiya nema xwe girtibû û berê xwe dabû xetên şeref û namûsê ku li wir ji lehengan re bibe bersiv, lê çawa ku digihêje xeta agir mayînek bi vanê ve diteqe ku ne van û Çiya dimînin her du dibin xwelî!!! Endamên sendîkeyê jî hîn di civîna xwe de ne û biryara sekna wî ya ji kar û xebatê distînin!!!

Çîroknivîs: Evîn Hesen

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply