Sêşem , 1 Hezîran 2020

Ziman û Jiyan- Bawer Agirî

Ziman, hêmana bingehîn a ragihandinê ye. Mirov bi rêya ziman fikir, hest û ramanên xwe tîne ziman û têkiliyan bi hev re datîne. Ziman pira navbera paşeroj û pêşerojê ye. Bêyî ziman têkiliya mirovan ne mimkun e ku pêk were. Ziman ferdên civakê bi hev ve girê dide û di navberê de dibe navgîna sereke.

Ziman navgîna xwendin û nivîsandinê ye û bi axaftinê jî têkiliyeke xurt di navbera mirovan de çêdike. Ji ber vê yekê jî ziman amrazekî sereke yê di navbera jiyana mirovan de ye. Mirov bi saya ziman xwe îfade dike û hemû xewn û xeyal, daxwaz û xwestekên xwe pêk tîne. Mirov dikare bibêje ku firça di destê wênesaz de çi be, ziman jî ji bo mirovan ew e, risteyên helbestan ji bo stranan çi bin, ziman jî ji bo xwederbirîn û xweîfadekirina mirovan ew e.

Bi saya ziman helbest, roman û gelek mijarên din hatine nivîsandin û têne nivîsandin. Şano têne nivîsandin û lîstin. Mirov bi nivîsên wiha re bi pêş dikeve û bextewar dibe, dibe xwedî agahî û zanînê. Mirov bi xwendinê hînî babetên cuda dibe û derya zanînê kûrtir dike. Carinan dibe keştîvan, carinan jî dibe geştiyar. Mirov di jiyana xwe ya rojane de stranan guhdarî dikin, helbest û nivîsan dixwînin. Bi wan re şa dibin, bi wan re xemgîn dibin. Ev gişk bi saya ziman pêk tê.

Mirov bi zimanekî xweşik hestên xwe tînin der. Em ji vê re dibêjin axaftina xweşik anku xweşaxaftin. Heke bi nivîskî be em jê re dibêjin wêjeya estetîk. Jixwe her gotineke xweşik wêje ye. Çi nivîs dibe bila bibe heke bi awayekî xweşik û estetîk hatibe nivîsandin ew wêje ye. Mirov bi ziman hunera xweşaxavtinê pêş xistiye. Zimanê helbestê awayê xweşaxaftinê ye, stran û gotinên ku têkiliyên mirovan xurt dikin jî xweşaxaftin e. Ziman ne amûrekî ji rêzê ye, lê divê amûrekî rêz jê re were dîtinê ye.

Di demên berê de mirovan nekarîbûne biaxivin. Bi hereketên destên xwe xwestine hin tiştan bibêjin. Lê ev bi qasî axaftinê ne bi bandor bûye. Mirovan bi demê re deng derxistine. Dûre wate dane wan dengan. Piştî demekê ew deng bûne kîte, dûre bûne peyv û dûre re jî bi wan peyvan hevok saz kirine.  Ev yek di demeke dirêj de pêk hatiye.

Di roja me ya îro de hê jî tê dîtin ku hereketên dest û serî tên bikaranîn. Mesela, em gelek caran şûna ku bibêjin erê, em serê xwe berjêr dikin, şûna ku em bibêjin na, em serê xwe hevraz dikin. Em carinan bêyî axaftinê bi dest û serî hin tiştan erê dikin an jî hin tiştan red dikin. Em bi çav û mîmîkên xwe jî, bi liv û tevgerên xwe jî dikarin hin mesajan bidin. Ji vê re zimanê bedenê anku zimanê laş tê gotin. Mirov gelek caran bêyî axaftinê bi zimanê bedenê jî dikare hin mesajan bide. Divê em bi bîr bixin ku bav û kalên me ev mîrateya giranbiha hîç bi hêsanî negihandine roja me ya îro.

Zimanê bav û kalan ê kurdî ji me re gelek diyariyên hêja hiştine. Kilam, helbest, çîrok, destan, gotinên pêşiyan, biwêj, mamik û gelek mijarên din ên ku em niha pê dizanin. Ziman di nava demê de her tim xwe nû kiriye û xwe dewlemend kiriye. Ta ku gihiştiye roja me ya îro.

Zimanê kurdî ji malbata Hînd-Ewropayê ye û li ser erdnîgariyeke fireh ji aliyê bi mîlyonan kesan ve tê axaftin û di nava bi dehan zimanên zindî yên karîger de cihê xwe digire.

Bawer Agirî
12.5.2017
Stenbol

About ziman

Avatar

Check Also

Du bazirganên bazara kesad: Xanî û Tolstoy

Rewşa gelek xebatkarên qada wêjeya kurdî dişibihe Qudsa Şerîf, hinek li ber Dîwarê Girînê ne …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.