Şêx Seîd:
Dawîya jîyana min ya li dinyayê hat. Ez ne poşman im, ji ber ku ji bo milleta xwe hatime qurbankirin. Bitenê bila nevîyên me, me li ber dijmin fedîkar dernexîne.
Ez li ber we bi tenê nînim. Li pişt min milletaka muezzem ya kurd li Îran mezopotamya û Tirkîyê heye. Hûnê îro min İdam dikin. Lê tu gumana me tunuye ku wê nevîyên me heyfa me jî we bistîne. Seyyîd Ebdulqadir Jixwe ji xerabkirin û şewutandinê re şoreteke we ya bi nav û deng heye. We vir ji kir wek Kerbelayê. Vêya baş bizanibin ku bi talan, kuştin û bêînsafîyê nav û rumet nayê qezençkirin. Yusif Zîya Beg (Mebûsê Bidlîsê) Doxtor Fuad Beg (Ji Dîyarbekirê) Ez dewamî difikirîm ku xwe bi mêrxasî ji welatê xwe re bikim qurban. Bêguman li ser axa ku em tên daliqandin wê ala azadîyê bê çikandin. Parêzer Tewfîq Beg: (Ji dîyarbekirê) Cesedê min nîşanê hemu dinyayê bidin û bila her kes bizanibe ku ez ji bo mafê şexsî na ji bo mafê millî şer dikim. Bijî Kurdîstan. Koçzade Elî Riza Beg (Ji Bidlîsê): Ez pirr bextîyarim ku min ev çekên di destê xwe de li hemberî milleta xwe na li hember Tirkan bi kar anîye. A niha ez jîyana xwe ji bo Kurd û Kurdîstanê qurban dikim. Şaîr Melle Evdirrehman (Ji Sêrtê) Rebenno! Ez we di bin pîyê xwe de pirr piçûk û rezîl dibînim. Bizanibin ku Kurd ne dareke. Dimrê lê xwar nabe/ natewe…. Xanizade Şaîr Kemal Fewzî (Ji Bidlîsê): Kurdîstana cennet ê me ye. Xwedîyê malê em in û kî çi dibêje bila bibêje emê dîsa bikevin hundir. Tu hêzek nikare ji vêya re bibe asteng. Lewra ew ê me ye. Min kir nekir nikaribu bi hîle û derewên we re serî bikişanda. Ev ji min re bu derd. Lê min serî ji we re netewan bila ev jî ji we re bibe derd. |
FİKRÎ AMEDÎ-fikriamedi.blogspot.com