Werza Tazî

(1)
Di bin asîmanê teyî hênik da
Em bi alafa pirtûka te ya pîroz
Têne sotandin!

(2)
me ji şînê heznedikir
Lê di tevaya salên me
yên di bin baniyê te de qediyan e
bi êş, xem û kesran em dihatin avdan.

(3)
Di serdanên min de
Xaliyên giran ramexe
Xwarin, meywe, çerez
û badeya biha dîmene pêşiya min
Ji ber ditirsim ku di dema hatina te da
tu rastî werza min ya herî tazî were.

(4)
Yê di jiyana rojane de li wargehê xwe
Hîn kirî neqencî û rezaletî yê be
dibe ku jêre pir zor be
ku li meydan û kolanên mişextiyê
serfiraz û serbilind be.

(5)
Pir kes ji me di hin waran de hewcedarin
lê rêveberê herî zîrek di karwanê me de
tenê guh dide pêdviyên girîng
da ku nebe dîlê pêdviyan.

(6)
Wek xwîner û nivîskar
Pêwîste ku tu her demekê riya xwe bi çavkaniyên rexnê xîne
Lê ger tu dixwazî di nirxandina berheman de
ji dadweriya hiş û ramanê ne dûr be
bi carekê girîngiyê nede nerîna kesên
afrîner û dizhuneran ji hev nakin der.

(7)
Yê ku ji ber helwestên ramanî
an ramyarî
an wêjeyî
an ji ber sedemeke civakî vala de
neyartiya te bike
dûrbîna wî kêmtirî ku karibe rojekê ji rojan
tiştên ciwan
di zeviyên te de bibîne.

(8)
Divê tu Ji xwe razî be
ne ji bo ku bi pozbilindî
xwe di ser zindî û miryan re bibîne
na, lê a rast ew e
ji bo ku tu ti carî xwe ji kesî nizimtir nebînî.

(9)
di çerxa derûnîyê de
mirovê bi tiştekî li asîman
an li ser zemînê
tiştekî bi çûkaniya zîndewerekî
an bi meznahiya latekî
bi tiştekî li ber çavan
an nediyar bawer be
bêguman ew dê ji yê ku rojê li ser hîmekî bangil dide vehesîtir be.

(10)
Gelo çima tu mîna berê neyarê xwe
wek paçikê bi şev û roj li nav zeviyê diheje
wî neyarî liba nekî
Û kiryarên wî bi belavkirina li ser mediya civakî riswa nakî?
Ji ber ku yê me dost didît
qirêjiyên xwe pîsiyên neyar tapan kirin
û li gor meşa dijmin di binpêkirinên kirêt de
ewê wek yar dihate naskirin çargav bi pêşiya wî ketî!

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply