Yekemîn Helbesta Qedrî Can a Nûjen e

Eger Seydayê Cegerxwîn bi hin helbestên dîwana xwe (Kîme Ez?/ 1973) û Apo Osman Sebrî bi hin helbestên dîwana xwe (Bahoz/ 1956) helbesta nûjen nivîsandibin, nakevin pileya ku Qedrî Can berî wan helbesta nûjen nivîsandine. Qedrî Can di sala 1936an de yekemîn helbesta Kurdî a nûjen bi navê (Reya Taze) nivîsandiye û Li gor ku Prof. Qenatê Kurdo di pirtûka xwe a bi navê (Dîroka Edebiyatê Kurdî) de dibêje, ev helbesta wî, di sala 1936an de hatiye nivîsandin û sala 1944an di kovara (Ronahî), hejmara 26an de li Şamê hatiye belavkirin.. Herwiha helbestvanê Kurd Edîb Çelkî vê yekê bi cî dike ku Qedrî Can ev helbest di sala 1936an de nivîsandiye.. Û wiha em dikarin bibêjin ku Qedrî Can Mîrê helbesta Kurdî a nûjen e.. Ez jî, li kovara Ronahî, hejmara 26an vegeriyam, min dît ku raste têde hatiye weşandin û di bin re (Qedrî-Can/ Şam: 25-5-944) hatiye nivîsandin.
Sala nivîsandina vê helbestê (Reya Taze/1936), bûye qûnaxek di toreya Kurdî de.. bûye pirek di navbera helbesta kurdî a kilasîk û nûjen de, anku di navbera kevin û nû de.. Di pey Qedrî Can re bi dor 10 salan helbestvana ereb Nazik Almelaîke û Bedir Şakir Alseyab û hin din ji helbestvanên ereban dest bi hunandina helbesta nûjen kirine… Hêjaye em navê mîrê helbesta kurdî a nûjen di nav kurmancîaxêvan de li Qedrî Can bikin.. Fermo bixwînin:
Ew perdeya reş tarî,
Ko ji şevên reş diyarî,
Min…
Ji rûyê xwe kişand..
Li ber çavê xwe çirand..
Û avêt..
Avêt paş sed çiyayî..
Nava hezar deryay..
Min,
gemara guhê xwe bi zemzemeke nûh şûş,
Û mîqrobên canê xwe bi dermanekî nûh kuşt..
* * *
Ew zingara di mejî,
Ko mejyê min dimijî
Min.. ..
Bi kêrikê xeritand
Û bi agir şewitand
Û paqijkir…
Paqij kir jê serê xwe
Min avêt ji derê xwe
* * *
Êdî… …
Bi dîtina xwe,
Û bi bihîstina xwe..
Bi vîna xwe û bi mejî
Bi rêve-çûna xwe jî
Ez bûm însanekî nû, piresteşê olek nû,
Û di bajarê dil de min ava kir holek nû..
Qedrî-Can/ Şam: 25-5-944

Konê Reş 

 

Derbar Konê Reş

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply