Çarşem , 12 Gulan 2021

Kovara Kubarê ya Sêyemîn DERKET!

Kovara Kurdî ya moda û makyajê Kubar hejmara xwe ya sêyem weşand.

Kovara ku bi awayekê dijîtal tê çapkirin bi hejmarekê nûpinû û cîyawaz li pêşberî xwînerên xwe ye. Di hejmara nû da li ser babetên diyet, yoga, mitbex û şiroveyên remlan hatîye rawestandin. Her wiha bi modeleke Kirmanşahî Atûsayê re jî hevpeyvînek hatîye kirin.

Li ser navê edîtorên Kubarê; Ayşenur Ozel û Leyla Arisoyê nivîsa edîtoryayê wiha hatîye weşandin; “Xwendevanên hêja yên Kovara Kubarê, piştî demeke dirêj hejmara me ya sêyem derket. Di vê hejmare de naveroka me diyet, yoga, mitbex, şiroveyên remlan û gelek tişten ku hûn bixwînin û biceribînin hene. Me bi modeleke Kirmanşahî Atûsayê re hevpeyvînek jî kir. Em li ser karûbarê wê axivîn. Diyetisyen Zelîha Avag ji bo mirov havînê miqatî tenduristiya xwe be nivîsek amade kir. Di vê hejmarê em li ser yogayê jî axivîn, yoga çi ye, peyva yogayê ji ku tê. Ji xeynî vê Leyla Xanim ji bo me xwarin çêkir. Hûn jî dikarin wan xwarinan çêkin. Her wiha mijarên me yên vê hejmarê bi vî awayî rengûreng e.”

Ji bo hejmara sêyem ya kovarê hûn dikarin li vir bitikînin;

https://kubarkovar.files.wordpress.com/2020/08/kubar-3.pdf

Navnîşanên medyaya sosyal ya Kubarê;
Twitter: e_kubar
Instagram: kubar_ekovar

 

 

About Çand Name

Avatar

Check Also

Sepana Meala Kurmanciya Kurdî ya Androîd û Iphone Derket

Li Batmanê bi sponsoriya xêrxwazek sepana meala Kurmanciya Kurdî bi tîpên latînû û Erebî hate …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.