The Gundis Kurdish Kitchen li Şîkagoyê restoranteke Kurdan e.
Restoranteke kurdewarî û nûjen e. Gava hûn dikevin hindir bi mîmariya wê bêhna we fireh dibe. Li dîwarên restoranta wan wêneyên watedar û kurdewarî hene. Hûn li wir qet xerîb hîs nakin.
Jixwe peyv têr nakin em qala tehma xwarinên wan bikin. Ji tirşikê bigirin heta sêleqeliyê xwarinên Kurdan yên gelekî xweş çêdikin. Ger we derfet peyda kir divê herin û silavekê bidin wan.
Nivîs li Kovara Kubarê ya 4em hat standin