Tag Archives: Ceribandin

Adar, 2024

  • 21 Adar

    Ji Helbest û Stranên Newrozê Kolajek

    Ceribandinek Li Ser Helbest û Stranên Newrozê ango Ji Helbest û Stranên Newrozê Kolajek* ’21’ê adarê, şev û roj têne qedarê’’ ango vê rojê dirêjahiya şev û rojê dibine wek hev; ne şev ji rojê dixwe, ne roj jî şevê. Dîsa weke tê zanîn ev roj, roja ewil a ekînoksa biharî ye. Gel vê rojê weke ‘sersal’, ‘nûroj’, ‘rojanû’ ango …

Adar, 2023

  • 5 Adar

    Çend Ceribandin

    YAR Û HEYVA BEXTIYAR Min şûnpiyên te di nav xîzî de dîtin û tacgula te çend kulîlk bo rêberiyê werandibûn ser rêya min. Hemî rojê min ê reben ji dûr ve çavdêriya te dikir. Kenê te li gel hevalên te wek dilopên dilveker li min dibarî, destên yên qemirî sivik wek çivîkan tacgul li serê te vedihûnand. Piştî ken û …

Sibat, 2023

  • 11 Sibat

    Gulbijêrkek aforîzma ji fîlozofekî geşbîn

    Wêrek û jixwebawer be. Çi li te biqewime, bo başiya te ye: tu tijî hêz û şiyan î lew divê canê te yezdanî be û ramanên te berev berzî û bilindiyê bin û dilê te ji evînê re vekirî be. Yê bikare xwe, padişahê dewletek mezin e. *** Hêvî kaniyê dibîne, bawerî avê jê tîne û avdera yên tî evîn …

Rêbendan, 2023

  • 14 Rêbendan

    Nizanim ewqas roj û meh çawa buhirîn

    Bû saleka min li vî welatî … Nizanim ewqas roj û meh çawa buhirîn û ez li pey xwe hiştim yan min ew li pey xwe hiştin lê dizanim ku ji roj û mehên welatê min siviktir û bileztir û hêmintir lê sartir û zuhatir û bêdengtir bûn … Li vî parçeyê axa xwedê ku şeş meh behar û şeş …

Sermawêz, 2022

  • 13 Sermawêz

    Li ser ceribandinê ceribandinek

      Ceribandin di nav cureyên wêjeyê de yê hêrî azad û berfireh e. Di vê de veqetandina ceribandinê û cinsên edebî bi usluba nivîskar kirasê berhemê diyar dike û roleke girîng dileyze. cayanokuduci@gmail.com Çayan Okuducî Baran dibariya, baran ji sivirnekê wek Kaniya Navîn bi coş û guregur diherikiya. Ewrên gewr hikmê xwe li esman danîbû. Li mitbexê savar û goştê …

Cotmeh, 2022

  • 7 Cotmeh

    Cerbandinek li Ser Hevoksazîya Kurmancî

    PÊŞGOTIN Ji ber ku ev xebat di mijara hevok û hevosaziya Kurmancî de xebatek nû ye û li ser vê mijarê di paşeroja dîroka Kurmancî de berhemên kûr û berfireh nehatine nivîsîn, bi taybetî di serenava berhemê de peyva cêrîbînê hat bikaranîn. Ji Celadet Bedirxan bi­gire heta îro, di berhemên li ser rêzimana Kurmancî hatine nivîsîn de di cureyên peyvan …

Gulan, 2022

  • 15 Gulan

    Rewşa Zimanê Kurdî Li Bakurê Kurdistanê

    Li bakurê welêt ez nikarim bibêjim rewşa zimanê kurdî pir baş e,lê ez dikarim bibêjim ber bi başiyê diçe. Rast e demekî kurd hîn li ser cîh û warên xwe neşehitîbûn bajar,bajarok û gundên kurdan de kurmanciyeke zelal dihate xeberdanê,wê demê teknologî û amûrên ragehandinê evqas neketibûn jiyana mirovan û şûna wan amûran de piçûkan guh dida gotinên mezinan,her qebîle …

  • 2 Gulan

    Peyamên Cejna Remezanê Bi Kurdî

    1) Cejn hat, bi xêr û bi xweşîyê hat. 2) Hêvîdar im ku cejna te mîna şekirî şîrîn be. 3) Cejna te û ya malbata te pîroz be. Bi hev re jîyaneke şad û xweş bijîn. 4) Cejna we mîna şekirî be. 5) Cejna we ya Remezanê pîroz be. 6) Cejna te pîroz be. 7) Cejna we pîroz be. 8) …

Nîsan, 2022

  • 26 Nîsan

    Mirovahî Cenabet Ma!

    “Janên sivik dikarin biaxivin lê jan û birînên kûr lal in.” L. A. Seneca Min xwest ku devê dîroka reş vekim û biçime 23 sal berê di nav qada Helepçê de gerek bikim. Şev tarî ye. Bêyî ku bizanin dê roja bê çi biqewime, herkes xwe di nav bêdengiya şevê de berdaye nav singê xewnan. Di nav vê bêdengiyê de …

  • 25 Nîsan

    Serpêhatiyekê Remezanê

    Berî meha Remezanê biqede dixwazim qala bîranîneke xwe ya zaroktiyê bikim. Bîranîneke ku tu carî ji bîr nakim. Di meha Remezanê da firneyên bajêr nanê pir taybet lêdixistin. Nanê bi kuncî, bi reşreşk, bi hêk û şikil, şikil. Ew nan tenê di meha Remazanê da lêdixistin. Nanê mezin lêdixistin, sê nan dikirin nanek, formên xweş didanê. Girover dikirin, dirêj dikirin… …