Mirovahî Cenabet Ma!

“Janên sivik dikarin biaxivin lê jan û birînên kûr lal in.” L. A. Seneca

Min xwest ku devê dîroka reş vekim û biçime 23 sal berê di nav qada Helepçê de gerek bikim. Şev tarî ye. Bêyî ku bizanin dê roja bê çi biqewime, herkes xwe di nav bêdengiya şevê de berdaye nav singê xewnan. Di nav vê bêdengiyê de beyomiyekê tê hîs kirin. Kundekî xebernexweş mîna ku dixwaze vê beyomiyê belav bike, dixwîne. Berbang e, roj tîrêjên xwe rê dike. Meşiyam ber bi welatê ku dê bûbûya parçeyek ji agirê dojehê û biketa dilê me de. Di quncikekê de dayikekê porê keça xwe şeh dikir, keça xwe wisa hembêz dikir ku mirov digot dê car din nebîne berxika ber dilê xwe. Bayekî ku bêhna mirinê û sergêjiyê bi xwe re dianî, pêça derdorê min. Ev ba, bayê enfalê ye ku di şûna barana Adarê de bombê kîmyevî bi xwe re tîne. Dem rawestiya û nexwest ku bibe şahidê zilmê. Dîmenên dilbirîner ketin ber çavên min. Pênc hezar can, di yek carê de ber bi rêwîtiya mirinê ve meşiyan.

Cendekên zarokên ku hê şûna maçînên diyên wan zuwanebûyî, belav bibûn li her derê. Pitikekê di hembêza bavê xwe yê ji bo parastina wê xwe jê re sîper kiribû de jî nefilitîbû ji vê tofanê. Mirin, li qada Helepçeyê kon vedabû. Ezrail, li çiyayê Helepçê pal dabû, êdî bêhna jiyanê nema dihat. Çiyayên Helepçê xemla xwe di şûna kulîlkên reng bi reng de reş girêdabûn. Gulîstanên Helepçê wêran bûbûn. Gulên rengexwîn bişkivîbûn. Di şûna şahiya Newrozê de, hewarên dayîk û bavan bilind dibûn. Dayîkan lorîkên mirinê dilorandin delaliyên dilê xwe re. Fîxanan guhê mirov kerr dikirin. Bombe û guleyên di ser Helepçê de dibariyan, hezar birîn vekirin di dilê min de. Zalimekî çavsor, di koşka xwe ya bi zalimtiyê xemilandî de, xwîna Kurdan vedixwar di şûna şereba sor de.

Fermana serê Kurdan rabibû, lê haja kesî pê nebû. Mirovahî rûreş û bêdeng mabû li hember vê zilmê. Min xwest bikim hewar û gazîn ku bêne arîkariyê, lê kor bibû mirovahî, kerr bibû, dengê min nedibihîst. Tenê dikaribû vê buyera bêyom wekê sernûçeyê bida nîşan. Bi xelatdayîna wênegiran re xwestibû ku eyb û qirêjahiya xwe veşêre. Helepçe wekî welatê xwe yê parçe bûyî bêkes mabû.

Min xwest ku vê rûreşiya mirovahiyê car din bînim ziman ku dîroka bêbext, tu car jibîr neke şerma xwe. Peyvan di hişê min de şer kirin, ne li hev hatin ne jî li pey hev rêz bûn ku ez bikaribim vê janê verêşim li ser kaxiz. Hibra pênûsê çikiya, nikaribû jehra Helepçê binivîse. Kaxiz şewitîn ji ber vê agira kambax û gotin di qirikê de asê man, ziman lal bû, xwîna laşê min zuwa bû. Min jî nema karî li wir hedar bikim. Mirovahî dîsa cenabet ma! Nekarî xwe ji vê qirêjiyê paqij bike…

*Xwendekara Zanîngeha Stenbol – Janda Serfiraz

Çavkanî: Kovara Pêngavê – Hejmara 4an (2011)

Derbar Çand Name

Check Also

Fîkrên Kûr – Firat Cewerî

“Em derve, bajêr, çarşiya bajêr, esker, korucu, gerîla, tîmên taybetî yên ku bajar dagir kirine; …

Leave a Reply