Çend Ceribandin

YAR Û HEYVA BEXTIYAR

Min şûnpiyên te di nav xîzî de dîtin û tacgula te çend kulîlk bo rêberiyê werandibûn ser rêya min.

Hemî rojê min ê reben ji dûr ve çavdêriya te dikir. Kenê te li gel hevalên te wek dilopên dilveker li min dibarî, destên yên qemirî sivik wek çivîkan tacgul li serê te vedihûnand.

Piştî ken û stiranên te yên li ber têhna tava nîvro êdî westiyayî, yar! Lê niha jî bihêle sîbera bijangên te li rûyê te yê zêrrîn bibînim!

Behr li beravê bêhna xwe vedide û dihêle ku heyv endamên leşê wê maç bike. Xwezî tu derya bûyayî, yar, û ez jî heyva bextiyar.

 

PAYIZÊ LI BERAVÊ

Banê esmanî bi çiraya stêran geşkirî ye û dinya bêdeng e. Derya bi pêlên tarî li kevirên reş dide. Pelê dawîn yê dare wek destê yê dixeniqe yan gaziya yê lal min bêhnteng dike.

Zeriya daristanê perdaqa zîvîn ya heyvê bilind dike raserî gupikan û paşî wê diavêje ava reş û bi şingînî dişkîne. Êdî tenê dengvedana xemgîn li binê daran dikinkine.

 

TU BEHR Î, EZ BERAV

Tu behr î, yar, ez berav im. Ji te nikarim birevim. Bi kerb û kîn û bêbextî di ser min re diborî beravên biyanî.

Bêhêvîtî bûbû mijek li raserî min, hêza dilê min vemirîbû, min nedizanî bi çi bijîm.
Lê paşî tu dîsa bi xurtî, bi çavên xeniqîner vegerî. Te piyên min maç kirin û stirayî: ”Tenê tu, yar!”

Bi hezaran caran min tu nefret kirî û bi hezaran caran dîsa li te borîm.

 

ÊVAREK DELAL Û DERDGIRAN

Xetek zerî tarî di avê de diyar bû.

Goga rojê xwe veşart pişt çiya, kulîlkan devê xwe girt û dinyayê xwe vekêşa bêhnvedanê.
Tarîgewrikek şîn û sor çavên min vemaçandin. Çend pelatînkên qedîfeyî mirin û daketin erdê.

Xetek zerî tarî di avê de diyar bû.

 

DESTPÊKA JIYANA MIN

Wê êvarê hemî jiyan nivistibû û tava welatê rojê jî xwe vekêşabû bêhnvedanê.

Dema ku piştî jana mezin, li ber tavheyvê di himêza dayika xwe de min dest bi tamkirina meya jiyanê dikir, êdî pêtalên hingura êvarê jî meşîbûn pişt çiyayê Girbexşoyî.

Dayika min hem digirî û hem jî dibişirî lê min tenê hay ji bersîngê wê yê germ hebû û min serikên sor dimêtin. Wisa jiyanek delal û xemgîn bi dirûvê şîrê spî xwe berda leşê min ê hûrik.

Ti tirs jî nebû ku ew evîna germ ji min xilas bibe. Bersîngê dayika min jî kaniyek bêdawî bû wek dinyaya dayik ya ku niha jî bêhejmar takekesan têr dike.

Dilê min jî qet nedişewitî bi dayika min a delal ya ku bi xwîna xwe xwarin dida min. Wek her jiyana nûpişkivî, mafê min jî yê yezdanî hebû ku zalim û stemkar bim!

 

Husein Muhammed

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply