Nizanim ewqas roj û meh çawa buhirîn

Bû saleka min li vî welatî …
Nizanim ewqas roj û meh çawa buhirîn û ez li pey xwe hiştim yan min ew li pey xwe hiştin lê dizanim ku ji roj û mehên welatê min siviktir û bileztir û hêmintir lê sartir û zuhatir û bêdengtir bûn …

Li vî parçeyê axa xwedê ku şeş meh behar û şeş zivistan in, hema ku mirov seqemê dibîne xwezîya xwe bi rojekê ji havîna welatê xwe tîne dema di kelkela germê de ew tîna “Tilhecer” kevir û hesin disincirandin û li deşt û çol û dewrûberên “Hesekê” rewrewk û alal bi ser rûyê axê de şipya radikirin û mirov ji ber deqa rojekê dixwest ji eyarê xwe derkeve û zarok ji zarok re digot “Wileh, tu du hêkan li ser vê cadê bişkînî ew ê bê rûn biqelin”.

Ev erd pir fireh e û helbet cî ji cî şêrîntir heye lê ya rast ew e ku çawa guhertin û buhirîna ji cî xurbetê çêdike, wisa jî guhertin û buhirîna demê bi ser temenê însan de însan xerîb li dûv xwe dihêle lewra her kes li her derê ku buhistekê ji ax û taxa xwe dûr neketibe jî, xerîb e.

Lê, teve vê rastîyê, halê mirov di navbera cîyê lê çêbû û yê lê dijî tam halê wî kesê ku, zivistanî bixwaze serê xwe bişo û tenê du dewlên avê li ber dest bin: Yek jê ava germ lê qirêj û ya din ava paqij lê sar.

Gelek tişt tên gotin lê ev xaleka bîranînê ji çewêl pekiya …

Îbrahîm Xelîl

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply