Şahesara Mezopotamyayê: Deşta Heranê

Rêjeya şaheserên Cîhanê ku ji dema antîk ta rojame û UNESCO qebûl dike yekemcar ji aliyê Heredotê ku B.Z di sedsala 5. de jiyaye vehatiye rojevê. Lê ji bo nivîskî bikeve dîrokê hê 300 sal mabû. Ev yek jî piştî 300 salî ji aliyê Antipatros ve bi berhema ‘Li ser heft şaheserên cîhanê’ hat nivîsandin. Di serdema me de jî şaheserên ji aliyê UNESCO ve tên qebûl kirin li gor vê metnê tên hilbijartin. Di nav wan şaheseran de tenê Pîramîda Keopsê maye û yên din hemû hilweşiyane û negihîştine roja me. Gelek piştî van dîrokan di sala 2000î de ‘Dezgeha New7Wonders’ ku navenda wê li Swîsreyê ye pêşbirkeke bi navê mîlenyûmê ku jê re dibêjin ‘Heft şaheserên  nû yên cîhanê’ lidarxist. 21 Şaheser mane fînalê û bi dengdana 100 milyon kesî û bi berdewamiya 6 salan ev pêşbirk domandiye. Di encama dengdayînê de heft şaheserên cîhanê yên ‘Nû’ hatin hilbijartin. Lê belê UNESCO ji ber ku hilbijartin ne objektîf bû van heft şaheserên cîhanê yên nû nas nekirin.

Bêguman ev 7 berhemên ji dema antîk berhemdayîna mirovahiyê re bê mînak in. Lê belê Mezopotamyaya qedîm û bingeha wê Kurdistana qedîm gelek berhemên baş derxistine holê  ji bo şaristaniyê. Ji bo şaristaniyê bûne bingeh. Diyarê Pêxemberan Riha bi her metreya xwe mînaka şaristaniyê ye. Him navenda wê him jî navçeyên wê bi xwe weke cihê şanoya dîrokî ye. Li hember şaheserên bi fermî hatine pesendkirî bi xwezaya xwe û hebûna xwe li ser piya ye. Weke abîdeya şaristaniyê ye. Herana ku bi şaristaniya xwe tê zanîn di nav dîroka şaristanêyê de weke durreke bêhempa ye. Heran, tava di nava şaristaniya medeniyetan de ye.

Herana germahiya agirî û durra bazirganiyê

Zanyariya nivîskî di derheqê bajêr de cara yekem digihîje B.Z 2000î. Avakirina wê jî tê texmîn kirin ku B.Z 5000î de ye. Navê vî bajarî, nêzîkî 4 hezar sale bêyîku biguheregêhiştiye roja me. Weke navê xwe dîroka îskana wê jî bê navber gêhîştiye dema me. Sumer, Aşûrî, Romayî, Bîzansî û hwd. bi dehan şaristanî ji deşta bê ser û ber a vî bajarî derbas bûne, di bin tava wê ya germ de keliyane. Mohra xwe li her deverên vî bajarî xistine.

Navê bajêr di dîrokê de cara yekemîn li ser tabletên di sala B.Z 2250 de ku li Eblayê hatine dîtin derbas dibe. Li ser tabletan navê bajêr “Ha-ra-an” derbas dibe. Li ser tabletên B.Z 2 hezarî de jî navê bajêr “Har-ra-na” an jî “Ha-ra-na” derbas dibe. Li gor tabletên Hîtîtan ku B.Z 2 hezarî de hatine dîtin de li gor rêkeftineke di navbera Hîtît û Mîttaniyan de Xwedayê Hîvê (Sîn) û Xwedayê Rojê (Şamaş) li Heranê bûne şahidê vê rêkeftinê.

Navê Heranê ji peyva “Heran- u” ku di zimanên Sumer û Akatî de tê wateya gerê, karwanê hatiye. Di hin çavkaniyan de ev bi wateya “Rêyên hevbir” an jî “ Germahiya pilebilind” de jî derbas dibe. Qewmê Nûh ku di Qurana Pîroz de, cihê Herranî ku di Tewratê de derbas dibe û welatê Sabiiyan ev Heran e. Li gor dîrokzanên Îslamî Heran ji aliyê neviyê Keynan an jî birayê Brahîm Xelîl Aran ve hatiye girêdan. Elbet rastiya van fikran jî heye. Heran her çiqas xwedî hewayeke germ be jî, di dorpêça deştên Mezopotamya û Deryaya Spî de dimîne ev yek jî wê dike navendeke bazirganiyê. Bazirganiya ji Anadoliyê bo Mezopotamya, ji Mezopotamya bo Anadoliyê di ser Heranê de dibû û ev yek jî çand û dîroka Heranê dewlemend dike. Ji ber vê yekê jî rîvayetên di derheqê Heranê de dibe ku rast bin jî.

Dibistana felsefeyê ya Heranê û Zaningeha yekemîn

Zaningeha herî kevin a cîhanê Zaningeha Heranê li vî bajarî ye. Dibistana Heranê (Zaningeh) ku ji dema yekem ve heta niha li ser piyaye di sala 1976an de di vekolînan de derketiye holê ku beşek ji Zaningeha Heranê ye.

Ji aliyê din ve wergera pirtûk û xebatên feylesofên Yewnanî di serî de ji bo zimanê çandî yê herêmê Suryanî hatine wergerandin. Piştî Îslamiyetê jî ji bo Erebî hatine wergerandin û Zaningeha Heranê weke navenda wergerandinê xebat kirine.

Li cîhanê sê ekolên mezin ên felsefeyê hene. Yek ji wan jî ‘Ekola Heranê’ ye. Sabit Bin Kura ku berhemên matematîknas, bijîşk û feylesofên Yewnanan wergerandine Erebî ji Heranê ye. Battaniyê(Ewropaî jê re dibêjin Albetegni, Albatainus) ku mesafeya di navbera hîv û cîhanê de rast hesap kiriye, Cabir Bin Hayanê ku îddîaya feylesofên Yewnanî ku digotin atoma made nayê perçekirin red dikir û ev parçeya ku tê gotin ku parçe nabe eger bi enejiyeke mezin bê perçekirin dê bajarekî weke Bexdayê bi carekî ji holê rake û weke bavê (mûcîdê) atomê tê zanîn jî ji Heranê ye û li Zaningeha Heranê perwerdehiya xwe dîtiye. Her wiha alimê Îslamê Şêx Îbnî Teymiye ji vî bajarê dîrokî şaristaniyê ye. Ev kes çend ji wan kesên Heranî ku ji her devera cîhanê tên nasîn in.

Heran, li Mezopotamyaya ku Hîv, Roj û Gerstêrk pîroz tên qebûl kirin bûye navenda baweriya polîteîst ku çavkaniyên wê digihîjin Aşûr û Babiliyan Paganîzmê (Putperestiyê). Ji ber vê yekê jî Astronomî li Heranê gelekî pêş ketiye. Baweriya di dema Babiliyan de ‘Sîn’a ku weke “ Xwedayê Xwedayan” tê qebûl kirin bi sedansalan e didome. Di çavkaniyên Îslamî de Heranî bi navê putperest tên bilêvkirin.           

Li hember pesendkirina navenda Kirîstiyaniyê ya Rihayê, Heran bûye navenda Sabiiyan. Di wê demê de Kirîstiyanan ji Heranê re peyva “Hellenepolîs” bikaranîne ku di wateya putperestiyê de ye. Kirîstiyanan li Rihayê hikumraniya xwe serwext dikirin. Lê li Heranê jî Sabiî şaristaniyeke cuda ava dikirin. Li ser bingeha dîrokî û zanistê Sabiiyan hebûna xwe li Heranê heta Piştî Zayînê(P.Z) sedsala 11.mîn domandiye.

Ji serdema pêşîn ve Zaningeha Heranê perwerdehî didome û gelek zanistên navdar ên cîhanê li wir perwerdehî dîtine. Di dema Hikumranê Abbasiyan Harun Reşit de ‘Zaningeha Heranê’ bûye xwedî navekî navnetewî. Li seranserê cîhanê kesayetên bi nav û deng li vê zaningehê perwerdehî dîtine û xebatên zanistî kirine.

Malên Konê Mozhingivî yên Heranê

Balkêşiya herî navdar a Heranê ew e ku malên dişibin konê mozhingivî ku bi pergala daxistinê hatine çêkirin in. Dîroka malên bi kumik weke yên bi ban kevnar in. Lêkolînên li Mûsil, Tiflis û Kibrisê hatine kirin derdixîne holê ku dîroka malên bi kumik digihîje sedsala Beriya Zayînê (B.Z) 6. Di serdema me de bi giştî li deverên Deryaya Spî bi taybetî jî li herêma Apulya ya Îtalyayê him bi bajarî him jî bi gundî malên “Turullo” ku dişibin malên bi kumik ên Heranê gelekî hene. Taybetmendiya van malan, bi emrê xwe xwedî dîrokeke kevnar in. Li deverên Mezopotamyayê û nêzî Deryaya Spî mirovahî rastî van malên bi kumik tê.

Malên tholos ku îro hê jî li herêma Heranê tên dîtin dişibin hêlîna mozhingivan bi giştî ne. Ev malên ku îro di bin parastinê de ne, nehatine rûxandin û ne jî nûjenkirina wan hatiye kirin. Ev malên ku ji bo geştiyaran cihê meraqê ye îro bi giştî weke axur û kadînan têne bikaranîn. Mixabin ev jî derî li rûxandina van malan vedike.

Malên Heranê ku 150 – 200 salî hatine bikaranîn ji xweliyeke taybet li navxistina rûnê gulan hatine çêkirin. Ji derve ve weke kovikan xuya dikin û bi qayîşan bi hev ve girêdayî ne. Çargoşe an jî şiklekî nêzîkî çargoşeyî ne. Li gor pileya germa herêmê hatine avakirin û havînan hênik zivistanan jî germ in. Herî zêde 5 metre bilindahiya wan heye û 30 – 40 tuxla rêzkirî ne.

Çanda Halaf

Çanda Halaf ku li Kurdistanê derketiye holê em dikarin bibêjin ji aliyê bav û kalên Kurdan ve hatiye afirandin. Cih û warên ku yekem car çandan lê teşegirtine: Şanidar, Jarmo, Girê Oylim, Titriş, Qotê Çemê, Zeviya Çemê, Tepa Gewrê, Ganj Dara, Hureyra, Deh Luran in. Ev cih û warên navborî jî tev li Kurdistanê di encama vekolînên arkolojik de derketine holê. Ev çanda ku ji dîroka mirovahiyê re bûye dergûş her wiha ji bo Kurdan jî xwedî giringiyeke mezin e. Mezintirîn mîrasa dîroka mîrovahiyê çanda neolotîke ku li herêmê bi giştî bi sazîbûye. Tê dîtin ku gava herî girîng ya mirovahiyê, gava ku dîroka şaristaniyê derdixîne holê ji aliyê vê çandê ve hatiye afirandin.

Di vê çandê de îro hê jî li Deşta Heranê tholos ku arkeolog wisa jê re dibêjin û dişibin hêlînên mozhingivan sereke bûn. Taybetmendiyeke sereke ya vê çandê jî ew bû ku qir û qafên pijiyane ne. Dîtina wan malên bi qûbbe nîşana sazîbûna çanda Halafê li Heranê bicih bûyî ye.

Berhemên girîng yên Heranê
Keleha Heranê
Deriyê Mecma

Mizgefta firdevs camûharran (sîn mabedi/perestgeh)
Girêkê harran
Şêx Yahya hayat-el heranî
Şikefta Bazda
Şikefta Senem
Karwansera han-el ba’rûr
Dêrana Şuayp

HEFTENAMEYA BAS

BAS – Mehmet Ali Aydın

Derbar Çand Name

Check Also

Saeta Wenda

ustin Wright û Edward Breath, du misyonerên ameríki, gava ku li Îranê digeriyan û çerx …

Leave a Reply