- Qertafên Nekifşîyê ( rengdêra nekifşîyê ya qertafîn )
- -ek ( yekjimar-nêr û mê )
Law-ek başe.
Qîz-ek ezeb bû.
Berx-ek qer da min.
- -ik ( yekjimar- nêr û mê )
Law-ik baş.
Qîz-ik ezeb bû.
Berx-ik qer da min.
- Qertafên nekifşîyê di gotinê de « -ek » û « -ik » ji bo her du zayendan li pê navan bi wateya rengdêra nekifşîyê û nebinavkirî jî tên bilêvkirin. Lê belê bikaranîna qertafa « -ik » bikaranîneke heremî ye ne rêzimanî ye.
Awarte : Qertafa « -ik » ji bo piçûktîyê û belengazîyê jî wek qertafa sazîyê tê bikaranîn.
Qîz-ik ji bo kî digirîya? ( qiza piçûk û belengaz…)
Law-ik li ber tavê şewitî. ( lawê piçûk û belengaz…)
Te berx nefirotin min , berx-ik firotin min ( berxên piçûk û lawaz…)
- Li pê qertafa « -ek » ê li cîyê rengdêra ( çi nekifşî û çi jimarî be ) « yek » ê qertafên zayendê « -î, -a, -ê û -e » tê bikaranîn. Rêza qertafan bi rêzik û qeydeyên jêrîn çê dibe. Karanînên van qertafan meriv dikare wiha şîrove bike :
- Navên nêr eger serbixwe û bê qertafa nekifşîyê bin wiha tên nivîsandin.
Law-ê baş ( yekjimar- nêr ).
Berx-ê nêr da min ( yekjimar- nêr ).
Xal-ê min hat mala me ( yekjimar- nêr ).
- Navên nêr bi qertafa nekifşîyê ve wiha tên nivîsandin.
Law-ek baş ( yekjimar- nêr ).
Berx-ek nêr da min ( yekjimar- nêr ).
Xal-ek bi şewqet bû ( yekjimar- nêr ).
- Navên nêr bi qertafa nekifşîyê û bi qertafa zayendê ve wek rêzik divê wiha bên nivîsandin.
Law-ek-ê baş ( yekjimar- nêr ).
Berx-ek-ê nêr da min ( yekjimar- nêr ).
Xal-ek-ê bi şewqet bû ( yekjimar- nêr ).
- Lê mikabil rojane navên nêr bi qertafa nekifşîyê û bi qertafa zayendê ve wiha tên nivîsandin.
Law-ek-î baş ( yekjimar- nêr ).
Berx-ek-î nêr da min ( yekjimar- nêr ).
Xal-ek-î bi şewqet bû ( yekjimar- nêr ).
- Navên mê eger serbixwe û bê qertafa nekifşîyê bin wiha tên nivîsandin.
Qîz-a ezeb ket avê xeniqî ( yekjimar- mê ).
Jin-a sere û baqil bû ( yekjimar- mê ).
Berx-a mê da min ( yekjimar- mê ).
Pirtûk-a nû çapkir ( yekjimar- mê ).
- Navên mê bi qertafa nekifşîyê ve wiha tên nivîsandin.
Qîz-ek ezeb ket avê xeniqî ( yekjimar- mê ).
Jin-ek sere û baqil bû ( yekjimar- mê ).
Berx-ek mê da min ( yekjimar- mê ).
Pirtûk-ek nû çapkir ( yekjimar- mê ).
- Navên mê bi qertafa nekifşîyê û bi qertafa zayendê ve wek rêzik divê wiha bên nivîsandin.
Qîz-ek-a ezeb ket avê xeniqî ( yekjimar- mê ).
Jin-ek-a sere û baqil bû ( yekjimar- mê ).
Berx-ek-a mê da min ( yekjimar- mê ).
Pirtûk-ek-a nû çapkir ( yekjimar- mê ).
- Lê mikabil rojane navên mê jî bi qertafa nekifşîyê û bi qertafa zayendê ve wiha tên nivîsandin.
Qîz-ek-e ezeb ket avê xeniqî ( yekjimar- mê ).
Jin-ek-e sere û baqil bû ( yekjimar- mê ).
Berx-ek-e mê da min ( yekjimar- mê ).
Pirtûk-ek-e nû çapkir ( yekjimar- mê ).
- Di hinek dever û devokan de ji bona her du zayendan jî – wek mînakên jêrîn – qertafa « -î » yê tê bikaranîn û pejirandin.
Law-ek-î baş e ( yekjimar- nêr ).
Qîz-ek-î ezeb ket avê xeniqî ( yekjimar- mê ).
Jin-ek- î sere û baqil bû ( yekjimar- mê ).
Berx-ek-î mê da min ( yekjimar- mê ).
Pirtûk-ek- î nû çapkir ( yekjimar- mê ).
- -in ( qertafa nekifşîyê pirjimar- mê û nêr )
Law-in serkeftin, lê derengî ketin…
Qîz-in çûn ber avê.
Berx-in hatin ser delav.
- Pirjimarîya qertafa nekifşîyê « -ek » ê « -in » Di ravekan de li pê qertafa pirjimarîya nekifşîyê « -i », ji bo hêmanên yekemîn « -ên » , ji bona yên duyemîn jî « -an » tê bikaranîn.
Law-in-ên sinifa me sekeftin lê miqabil…
Qîz-in-ên gundê we çûn ber avê.
Berx-in-ên mala Simo hatin ser delav.
Sinifa law-in-an sekeft lê…
Di destên qîz-in-an de teşî hebûn.
Goma jêr ya berx-in-an bû.
- Eger nav bi qertafa nefkifşî wek kirde bên karanîn pirjimarîya wan bi qertafa « -an » ê tên bikaranîn.
Law-in sekeftin lê miqabil…
Qîz-in-an li me xistin.
Berx-in hatin ser delav.
Berx-in-an daw gerandine.
- Dema ku navên bi qertafên nebinavkirî bibin kirde û bu tewin qertafên tewangê « -î, -ê, -an »
Gur-ek-î bizina me ya kol birîndar kirîye.
Dilegur-ek-ê bizina me ya kol birîndar kirîye.
Gur-in-an bizina me ya kol birîndar kirîye.
- Qertafa nekifşîyê ya pirjimar « -in » ji bêjeya ( rengdêra ) « hin » ê çêbûye.
Îro hin mêvan hatin mala me.
Îro mêvan-in hatin mala me.
Îro hin mêvan-an nimêja nîvroyê kirin.
Îro mêvan-in–an nimêja nîvroyê kirin.
Îro hin mêvan-ên me nimêja nîvroyê kirin.
Îro mêvan-in–ên me nimêja nîvroyê kirin.
- Qertafa Daçekî
- -ê
Rengîn-ê, ew-ê sebir bike. ( elbet )
Heval-ê bibe çi? ( gelo )
Qîza min-ê bixwune û serbikeve… ( haylo )
- Qertafa Cînava Qertafîn
- -ê
Min li wî/wê xist.—min lê xist-ê.
We çi da wî/wê.—We çi da–y-ê.
Kalo hespê xwe firot wî/wê.— Kalo hespê xwe firot-ê.
Xezal li Qonyayê bû.—Îro saet di heftan de gihîştî-y-ê.
- Qertafên Bangdanê
- -ê ( ji bo zayenda mê )
Xezal-ê were!
Delal-ê were!
Keç-ê!, qîz-ê!
- -o ( ji bo zayenda nêr )
Sekban-o ( nêçîrvan-o ) tu li kuderêyî ?
Bav-o!
Kur-o!
- -( i ) no ( ji bo her du zayendan pirjimar )
Peşmerge-no
Mamoste-no
Kur-ino
Qîz-ino
Kurd-ino, merd-ino ( hûn werin em besin! )
Nasır KEMALOĞLU-Çandname