Şîretên Ku Silheddîn Eyyûbî Li Kurê Xwe Kirîye

Silheddîn Eyyûbî li ber ta mirinê bu. Gazî kurê xwe Melîk Efdal kir û wuha lê şîret kir got: “Kurê min! Ez wesyetê li te dikim ku tu ji wî Xwedayê hemu qencî ji wî tê bitirsî û ji rêya rast venegerî. Ji bona ku emrê Xwedê bînî cî tu sistîyê nekî û qisûrekî nekî. Bizanibe ku xelasî di vîya de ye.

Bi xwîna tu kesî destê xwe qirêj neke. Ji bo emnîyet û saadeta xelkê, bixebite. Bizanibe ku ew ji te re emanetên Xwedê ne.

Qîymetê bide qomutanê xwe.

Hevalên xwe biparêze.

Ji bîr neke ku wê herkes rojekê bimre.

Heqê kesî hinda neke. Heqê evdan heya evd efu neke Xwedê efu nake.”

Piştî van şîretan ev tiştanan jî lê wesîyet kir got: “Kefenê min bi serê rîmekê ve bikin û bidin destê bangvanekî. Bila ew bi kuçe kuçe bigere û ji xelkê re wuha bibêje: “Ha gelî ahalî! Ev kefenê fatîhê Qudsê  ê Silheddînê Eyyubî ye. Ji dinyayê bitenê wê bi vî kefenî here. Ji xêynî vîya mal, milk, meqam û mewkî di derê mirinê de derbasî wî alî nabe. Lê binêrin û hêweta bigrin.

 

FİKRÎ AMEDÎ-fikriamedi.blogspot.com

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Mîrata Çandî Çi Ye?

Mîrata çandî (bi îngilîzî: Cultural Heritage) ew hemû tiştên maddî û nemaddî ne ku ji …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *