Pêşwaziya Meha Remezana Pîroz(Xutbe)

 

وَالسَّابِقُونَ السَّابِقُونَ (10) أُولَئِكَ الْمُقَرَّبُونَ (11) فِي جَنَّاتِ النَّعِيم (12) الواقعة

Bawermendên birûmet!

Bêguman mirov, di pêşwaziya meha Remezana pîroz de ji hev cuda ne. Hinek jê, bi hatina wê mizgîniyê didin hev, qedr û qîmetê didinê, bi eşq û şewq wê pêşwazî dikin, bawerî bi soza Rebê xwe anîne, nimêjên xwe yên ferz dikin, qasî ku dikarin sinetên xwe dikin, zimanê wan her tim bi zikrê Xuda Teala şil e û ji Xuda bitirsin. Ha ew in di xêrê de pêşbirkê dikin. Xuda Teala wiha dibêje: “Ew kesên ku (di xêr û qenciyê de) li pêş bûne (ji bo xelatê dîsa) ew li pêşiyê ne. Ha ew in ku pir (bi bal Xuda Teala ve) hatine nêzîkkirin. (Ew) li Cineta Ne’îmê ne.[1] Û hinek jê, her wekî ku ne Remezan be. ferqiyetê naêxin di nav Şeban û Remezanê de. Yanî ne di rojên wê de rojî girtine, ne jî di şevên wê de îbadet kirine û qîmet nedane meha Remezanê. Ji bilî qumar, lîstik û gunehan pê ve. Ew in ên ku Xuda Teala di der barê wan de wiha dibêje: “Ha ew mîna heywanan e, belkî hê jî rêşaştir in. Ew in yên bêagah.” [2]Civateke dî jî gunehên xwe îtiraf kirine, karekî qenc tevî karekî neqenc ên din kirine. Heke ew tobe bikin, wê Xuda tobeya wan qebûl bike. Bi rastî Xuda gunehveşêr û dilovan e.” [3]Ma ji edaletê ye ku mirovê misilman ê emelê qenc dike weke minafiqê hîlekar û xapînok be?    Xuda Teala wiha dibêje: “Bi rastî minafiq, di cehenemê de di qata herî binî de ne, êdî tu ji wan re qet arîkarekê jî nabînî.[4]

Misilmanên birûmet!

Ji litf û kerema Xuda ye li ser bendeyên wî ku li gor qenciya wan cî ji wan re amade kiriye, xelata wan qet bi qet dide wan û bihişt ji wan re amade kiriye. Xuda Teala wiha dibêje: “Bi rastî ewên ku bawerî anîn û karê qenc kirin, ji wan re bihiştên firdewsê wargeh in. Ew her û her dê tê de bin û naxwazin jê derkevin ciyekî din.”[5] Rojî delîla îmanê ye û ji kiryarên qenc e.

Ji hikmet û edaleta Xudayê mezin e jî ku ji dijminê xwe û gunehkaran re jî ciyek li gor kufr û zilma wan ji wan re jî amade kiriye. Digel wî qasî Xuda Teala riya qencî û xirabiyê, riya îman û kufrê ji me re diyar kiriye, aqil û zanebûn jî daye da ku qencî û xirabiyê ji hev cuda kin, teşwîqa wan dike li ser riya cinetê, men’a wan dike ji riya agir û hilbijartina her du riya jî kiriye destê wan de.

Misilmanên birûmet!

Vêca hûn jî riya xilasbûnê ji xwe re hilbijêrin û bi jiyana dinyayê neyên xapandin. Ger hûn emelê qenc di pêşiya xwe de rê kin hûn ê di hewcetirînê wextê te bibînin. Firsetê ji destê xwe bernedin. Lewre gelek kesên ku di meha Remezana borî de bi me re bûn, mixabin ew vêga di binê erdê de ne û mirin di aqilê wan de jî derbas nedibû. Hûn jî weke ku ev remezana we ya dawî be, ji xwe re emelê qenc bikin, Quranê bixwînin û ji xwe re bikin destûra jiyanê. Bêguman jiyana bêyî Quran perîşanî ye.

Mele Cewadê Girdarî-Çandname

[1] El – Waqî’ 10,11,12

[2] El-E’raf 179

[3]  Et-Tewbe 102

[4] En-Nîsa 145-146

[5] El-Kehf 107-108

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply