Qertafên/Xurdeyên Tewandinê (3)

 

  1. Qertafên Nekifşîyê ( rengdêra nekifşîyê ya qertafîn ) 
  • -ek ( yekjimar-nêr û mê )

 

Law-ek başe.

Qîz-ek ezeb bû.

Berx-ek qer da min.

 

  • -ik ( yekjimar- nêr û mê )

 

Law-ik baş.

Qîz-ik ezeb bû.

Berx-ik qer da min.

 

  • Qertafên nekifşîyê  di gotinê de « -ek » û  « -ik »  ji bo her du zayendan li pê navan bi wateya rengdêra nekifşîyê û nebinavkirî jî tên bilêvkirin. Lê belê bikaranîna qertafa « -ik »   bikaranîneke  heremî ye ne rêzimanî ye.

 

Awarte : Qertafa « -ik »    ji bo piçûktîyê û belengazîyê jî wek qertafa sazîyê tê bikaranîn.

 

Qîz-ik ji bo kî digirîya? ( qiza piçûk û belengaz…)

Law-ik li ber tavê şewitî. ( lawê piçûk û belengaz…)

Te berx nefirotin min , berx-ik firotin min ( berxên piçûk û lawaz…)

 

  • Li pê qertafa « -ek » ê li cîyê rengdêra ( çi nekifşî û çi jimarî be ) « yek » ê  qertafên zayendê « -î, -a, -ê û -e »   tê bikaranîn. Rêza qertafan bi rêzik û qeydeyên jêrîn çê dibe. Karanînên van qertafan meriv dikare wiha şîrove bike :

 

  • Navên nêr eger serbixwe û bê qertafa nekifşîyê bin wiha tên nivîsandin.

 

Law-ê baş ( yekjimar- nêr ).

Berx-ê nêr da min ( yekjimar- nêr ).

Xal-ê min hat mala me ( yekjimar- nêr ).

 

  • Navên nêr bi qertafa nekifşîyê ve wiha tên nivîsandin.

 

Law-ek baş ( yekjimar- nêr ).

Berx-ek nêr da min ( yekjimar- nêr ).

Xal-ek bi şewqet bû ( yekjimar- nêr ).

 

  • Navên nêr bi qertafa nekifşîyê û bi qertafa zayendê ve wek rêzik divê wiha bên nivîsandin.

 

Law-ek-ê baş ( yekjimar- nêr ).

Berx-ek-ê nêr da min ( yekjimar- nêr ).

Xal-ek-ê bi şewqet bû ( yekjimar- nêr ).

 

  • Lê mikabil rojane navên nêr bi qertafa nekifşîyê û bi qertafa zayendê ve wiha tên nivîsandin.

 

Law-ek-î baş ( yekjimar- nêr ).

Berx-ek-î nêr da min ( yekjimar- nêr ).

Xal-ek-î bi şewqet bû ( yekjimar- nêr ).

 

  • Navên eger serbixwe û bê qertafa nekifşîyê bin wiha tên nivîsandin.

 

Qîz-a ezeb ket avê xeniqî ( yekjimar- mê ).

Jin-a sere û baqil bû ( yekjimar- mê ).

Berx-a mê da min ( yekjimar- mê ).

Pirtûk-a nû çapkir ( yekjimar- mê ).

 

  • Navên mê bi qertafa nekifşîyê ve wiha tên nivîsandin.

 

Qîz-ek ezeb ket avê xeniqî ( yekjimar- mê ).

Jin-ek sere û baqil bû ( yekjimar- mê ).

Berx-ek mê da min ( yekjimar- mê ).

Pirtûk-ek nû çapkir ( yekjimar- mê ).

 

  • Navên mê bi qertafa nekifşîyê û bi qertafa zayendê ve wek rêzik divê wiha bên nivîsandin.

 

Qîz-ek-a ezeb ket avê xeniqî ( yekjimar- mê ).

Jin-ek-a sere û baqil bû ( yekjimar- mê ).

Berx-ek-a mê da min ( yekjimar- mê ).

Pirtûk-ek-a nû çapkir ( yekjimar- mê ).

 

  • Lê mikabil rojane navên mê jî bi qertafa nekifşîyê û bi qertafa zayendê ve wiha tên nivîsandin.

 

Qîz-ek-e ezeb ket avê xeniqî ( yekjimar- mê ).

Jin-ek-e sere û baqil bû ( yekjimar- mê ).

Berx-ek-e mê da min ( yekjimar- mê ).

Pirtûk-ek-e nû çapkir ( yekjimar- mê ).

 

  • Di hinek dever û devokan de ji bona her du zayendan jî – wek mînakên jêrîn – qertafa « -î »   yê  tê bikaranîn û pejirandin.

 

Law-ek-î baş e ( yekjimar- nêr ).

Qîz-ek-î ezeb ket avê xeniqî ( yekjimar- mê ).

Jin-ek- î sere û baqil bû ( yekjimar- mê ).

Berx-ek-î mê da min ( yekjimar- mê ).

Pirtûk-ek- î nû çapkir ( yekjimar- mê ).

 

  • -in ( qertafa nekifşîyê pirjimar- mê û nêr )

 

Law-in serkeftin, lê derengî ketin…

Qîz-in çûn ber avê.

Berx-in hatin ser delav.

 

  • Pirjimarîya qertafa nekifşîyê « -ek »  ê  « -in »    Di ravekan de li pê qertafa pirjimarîya  nekifşîyê  « -i »,  ji bo hêmanên yekemîn  « -ên »  ,  ji bona yên duyemîn jî  « -an »   tê bikaranîn.

 

Law-in-ên sinifa me sekeftin lê miqabil…

Qîz-in-ên gundê we çûn ber avê.

Berx-in-ên mala Simo hatin ser delav.

 

Sinifa  law-in-an sekeft lê…

Di destên qîz-in-an de teşî  hebûn.

Goma jêr ya berx-in-an bû.

 

  • Eger nav bi qertafa nefkifşî wek kirde bên karanîn pirjimarîya wan bi qertafa « -an » ê tên bikaranîn.

 

Law-in sekeftin lê miqabil…

Qîz-in-an li me xistin.

 

Berx-in hatin ser delav.

Berx-in-an daw gerandine.

 

  • Dema ku navên bi qertafên nebinavkirî bibin kirde û bu tewin qertafên tewangê « -î, -ê, -an »

 

Gur-ek-î bizina me ya kol birîndar kirîye.

Dilegur-ek-ê bizina me ya kol birîndar kirîye.

Gur-in-an bizina me ya kol birîndar kirîye.

 

  • Qertafa nekifşîyê ya pirjimar « -in »   ji bêjeya ( rengdêra )  « hin »   ê çêbûye.

 

Îro hin mêvan hatin mala me.

Îro mêvan-in  hatin mala me.

 

Îro hin mêvan-an nimêja nîvroyê kirin.

Îro mêvan-inan nimêja nîvroyê kirin.

 

Îro hin mêvan-ên me nimêja nîvroyê kirin.

Îro mêvan-inên me nimêja nîvroyê kirin.

 

 

  1. Qertafa Daçekî 

 

 

Rengîn-ê, ew-ê sebir bike. ( elbet )

Heval-ê  bibe çi? ( gelo )

Qîza min-ê bixwune û serbikeve… ( haylo )

 

  1. Qertafa Cînava Qertafîn   

 

 

Min li wî/wê xist.—min lê xist-ê.

We çi da wî/wê.—We çi day-ê.

Kalo hespê xwe firot wî/wê.— Kalo hespê xwe firot-ê.

Xezal li Qonyayê bû.—Îro saet di heftan de gihîştî-y-ê.

  1. Qertafên Bangdanê

 

  • -ê ( ji bo zayenda mê )

 

Xezal-ê were!

Delal-ê were!

Keç-ê!, qîz-ê!

 

  • -o ( ji bo zayenda nêr )

 

Sekban-o ( nêçîrvan-o ) tu li kuderêyî ?

Bav-o!

Kur-o!

 

  • -( i ) no ( ji bo her du zayendan pirjimar )

 

Peşmerge-no

Mamoste-no

Kur-ino

Qîz-ino

Kurd-ino, merd-ino ( hûn werin em besin! )

Nasır KEMALOĞLU-Çandname

Derbar ziman

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply