Qedeyîfa Badayî

MELZEME – PÊDIVIYÊN XWARINÊ

Têra 4 kesan

*Ardê genim (ê beqlewayî ): Kîloyek

*Rûnê nivîşk: 300 gr

*Dims (ê tirî): 4 kevçiyê xwarinê

*Kakilên gûzan: 300 gr

*Şekirê hûr: 1,5 kg

*Av: 1,5 lt

ÇÊKIRINA QEDAYÎFA BADAYÎ

Ardê xwe bixin derdanekê, ava wê berdin serê û tev bidin. Bila sincûra hevîrê we hinekî ji yê şîr tîrtir be. Hevîrê xwe berdin qalibê ku qedayîf pê tê çêkirin. Sêla xwe deynin ser agir, bi firçeyekê hinek rûn di sêlê bidin. Paşê jî devê qaliba qedayîfan vekin, bila qedayîfên we têl bi têl birijin ser sêla we û di nav 15 saniyeyan de qedayîfa xwe  wekî desteyan ji ser sêlê rakin.Dema hevîrê we yê qalibê  qedayîfê de xelas bû, desteyê xwe yê qedeyîfan du qat bikin û rakin (hûn dikarin yên qedayîfa hazir tê firotan jî bisitînin û pê çêkin.)

Hûrikên qedayîfan tevî kakilên gûzan ên hêrayî bikin, li hev bixin û li ser qedayîfên we de werkin. Paşê jî qedayîfên xwe  li hev badin û bikin desteyê badayî. Dimsê xwe tevî 100 gr rûnê nivîşk bikin û di binê sêniyê qedayifan bidin. Piştre desteyên qedayîfên  badayî di sênîiyêde rêz bikin û bidin ser agir. Dema qedayîfa we deqeyekê li ser agir ma rûnê xwe yê mayî (200 gr) bihelînin û li ser qedayîfa xwe bigerînin. Gava berê qedayîfa we  ya binî sor bû biqûlibînin sêniyeke din û aliyê din ê desteyên qedayîfan sor bikin.

Heta desteya qedayîfan sor bibin, şekir û lître û nîv avê bixin beroşekê û bidin ser agir. Bila şerbeta we heta hat sincûra hingivê ron, bikele. Dema şerbeta we pêk hat, bila hinekî sar bibe. Piştê ku şerbet sar bû, bi ser qedayîfa xwe de bikin ku ew hê germ e. Çaxa qedayîfê şerbeta xwe kişand, êdî ew amade ye û bi germî deynin ser sifreyê.

Noşî can be

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply