Albûma Koma Serxwebûnê derket

Albûma Koma Serxwebûn a bi navê “Penaber im”  derket.

Albûma Koma Serxwebûn ji 9 sitranan pêk tê û hemû stranên wê neteweyî ne.

Koma Serxwebûn komeke mûzîkê ye û hemû endamên wê ji Rojavayê Kurdistanê ne.

Berpirsê Koma Serxwebûnê Ehmed Ekaş ji Rûdawê re diyar kir, ev e demeke dirêje kesên ku stranên neteweyî bêjin gelek  kêm bûne, lewra ev kom hate damezrandin.

Ehmed Ekaş anî ziman koma wan stranên neteweyî li ser êş, birîn, penaberî, hêvî û şoreşên Kurdistanê  çêkirine û wiha domand:

“Stranên albûmê ‘Penaber im’ li ser gelek babetan e. Li ser Kurdistanê û ala wê, serhildanên Kurdan, Newrozê û li ser  xweşikbûna axa welatê me ne.”

Ekaş destnîşan kir ku piraniya helbestên albûmê yên wî ne, helbestek ya Dildarê Mîdî, yek ya Xalêd Elî Silîvanî û yek jî ya Can Kurd e.

Rudaw

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Şewqeya Sêhrbazo ya Tove Janssonê hat çapkirin

9 kitêbên zarokan ên Tove Janssonê, “rêzekitêba mominkan” ku bi karakterê xwe yê îlhambexş deng …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *