Nexweşîya Alzheimerê

Nexweşîya Alzheimerê; bi kêmbûna erkên mejî re bi jibîrkirin, xurifîn (demans), hilweşandina kar û tevgerên rojane xwe eşkere dike. Alzheimer, nexweşîyeke kalbûnê/pîrbûnê ye lê kêm be jî di temenên ciwan de jî ji ber lêdan û hwd. dikare derkeve.

Alzheimer, cara yekemîn ji alîyê bijîşk Alois Alzheimer hatîye pênase kirin.

Nexweşîya Alzheimerê, mirov hêdî hêdî ji derdorê dûr dixe. Di dawîyê de êdî tiştek nayê bîra mirov û xwe jî êdî nema nas dike.

ALZHEİMER HASTALIĞI | Psikiyatrist Dr. Ali GÖK

Sedemên Alzheimerê hîna misoger nebûne lê li ser hinek pêkerên xeternak tên rawestandin. Sedemên biguman ev in:

  • Temenê dirêj
  • Di malbatê de hebûna Alzheimerê (Zikmakî/genetîk)
  • Nîşankoma Downê (Down Syndrome)
  • Lêdanên li dijî serî
  • Pirsgirêkên xewê
  • Bêtevgerî/kêmtevgerî
  • Qelewîya Zêde (Obezîte)
  • Bikaranîna çixareyê
  • Hipertansiyon
  • Nexweşîya şekir

Xuyanîyên/Nîşanên (semptom) Alzheimerê

  • Kêmbûn û windakirina hiş, jibîrkirin
  • Hilweşandina çalakî û tevgerên rojane
  • Astengbûna axaftinê, kirina peyvên çewt
  • Pirsgirêkên derûnî, bîrayî, tevgerî
  • Tevlihevkirina dem û cî
  • Di nirxandin û biryardayînê de dijwarî

Başkirin/Terapî

Ji bo başkirina Alzheimerê rêbazeke berbiçav tune ye. Armanca başkirinê kêmkirina pêşveçûyîn û nîşanên nexweşîyê ye. Herwiha rêbazên wekî fîzyoterapî, ergoterapî, piştgirîya derûnî jî tên bi kar anîn.

Hevkarîya malbat û pisporan divê bi hev re hebe. Li vir karekî mezin dikeve ser milên malbatê.

 

Fzt. Mustafa Önal

Derbar Çand Name

Check Also

Xwe Ji Depresyona Zivistanê Biparêzin

Ji bo ku meriv nekeve bin bandora depresyona zivistanê divê zêde zêde derkeve ber tavê. …

Leave a Reply