Li Brîtaniya, Brezilya, Çîn, Meksîka, Erebistana Siûdî û Efrîka Başûr Perwerdehî

BRÎTANIYA

Di gelemperê civaka dewletên Ewrûpayê de kesên nekanyar bi tewrcûre hatine nasîn. Kesên bi nexweşiyên giran, rûbirûmayîna cinan, barê li ser civakê, ji ber stêrnasî û yên ji teref Yezdanî sizakirî, hatine nasîn. Hinek nekanyar wekî şeytên hatine nasîn û di encamê de, an ji civakê hatine dûrxistin an jî hatine kuştin. Lê belê carina jî li dora dêra ji teref keşeyan hatine xwedîkirin an dermankirin. Carina jî wekî xulamên bêdevûziman di her kar û xebatên giran de hatine bikaranîn.

Lê wekî erkeke krîstyaniyê ji teref keşeyên dêran hatine mêvankirin. Ji ber ramana ev kesên nekanyar hatine sizadan daku rasterast bigihêjin bihûştê, dêr li vana xwedî derketiye. Û hinek ji wan di dêran hînî hin şarezayan bûne û heta hetayê xizmeta dêrê kirine. Di vê pêvajoyê de nexweşxaneyên li dora dêran vebûne. Ji bo yên cuzzam, kor û keran nexweşxane hatine vekirin. Paşê li Brîtanyayê yekem nexweşxaneya hişmendî ku bi navê “Bedlam”ê dihê nasîn, Nexweşxaneya Bethlehemê di sala 1947an de hatiye vekirin. Her wuha nexweşxaneya Bethlehemê bûye, xwedî navdareke xirab û mijara gelek fîlman. Carina jî kesên nekanyar ji bo arambûn û rehetiyê bi peyatî diçûn perestgeha Thomas Becket a li Canterburyê. Ev rewş li serdema navîna Ewrûpayê rû dida.

Di dema Henryê VIII ku ji dêra Romayê qetiyan, biryara hilweşîna nexweşxaneyên dêran dan. Li seranserê welêt perestgeh hatin xerakirin. Kêşa mecbûrî koçberiyê bûn. Gelek kesên nekanyar jî li kuçe û kolanan perîşan bûn. Di sala 1538an de bi daxwaznameyeke li Qral Henryî, nexweşxaneyên ku hatibûn girtin, carde hatin vekirin. Nexweşxaneya Hişmendî ya Bertlehemê yekane sazî bû daku kesên nekanyar tevlî jiyanê bibin. Di sala 1547an de rêveberiya nexweşxaneyê derbasî hukûmeta Londonê bû û diktorekî peywirdar ê fermî hate berpirsiyarkirin. Nexweşxane bi salan bi awayeke ne li rê hatibû birêvebirin û lê êdî boçûn diguherîn û nekanyarên hişmendî tedawiyeke rêkûpêk dîtin.

Di sedsala 18an de li Brîtanyayê kesên nekanyar gelemperî li mala xwe û di nava civatê de dijîn. Ji qereçiyê xizan û feqîr û heta kesên dewlemendtirîn ên civakê, kesên nekanyar hene. Li daristana Hanoverê, Peterê kovî bi awayeke tazî hate dîtin.

Sedsala 19an him ji bo kesên nekanyar û him ji bo Brîtanyayê dewreke ronak bû. Di sedsala 19an de pîşesaziya Brîtanyayê pêş ve diçû. Li dewsên gund û navçeyên biçûk, bajarên mezin girtibû. Her wuha mirov dewlemend dibû. Digel vana zikê têr, rê li ber hestên mirovahî û guherîna çand û civakê kiribû. Di vê serdemê de bi alîkariya xêrxwazan ji bo kesên nekanyar gelek avahî hatin vekirin. Di vê sedsalê de her çiqas hin kesên nekanyar li kuçeyan destê xwe vedikir û parsê dikirin jî hinek kes jî biser ketin. Henry Fawcett ê kor (1833-1884) di sala 1880an de bû cîgirê rêveberê gelemper. Her wusa hinek ji wan rêxistinên nekanyarên ciwan ava kirin.

Bi destpêka sedsala 20an de rageşiya boçûnên li hember nekanyaran derkete holê. Bi taybet ji ber şerê yekem ê cîhanê gelek leşkerên Brîtanyayê bi awayeke nekanyar vegeriyabûn. Ji ber vê sedemê tûndiya li hember kesên nekanyar piçeke nerm bûbû. Lê berevajê vê di heman destpêka sedsalê teoriya Eugeniscê navdar bûbû. Li gor vê teoriyê kesên nekanyar, barê stûyê gel û dewletê ne. Ji bo ku genên mirovan werin tendirûskirin û mirovahî ji nexweşiyan xelas bibe, divê kesên nekanyar werin tunekirin. Ev teorî ji teref Julian Huksleyê serokê Komelgeha Ajalnasî ya Londonê hate derxistin. Li gor Julianî, her kesên nekanyar; jin, law, zilam bar in. Ji bo lêkirin û xwedîkirina wan, xizmetên belasibe dihên dayîn. Lê belê hemberî vê pir hindik hildiberînin an qet hilnediberînin. Li gor teoriya Eugeniscê, kesên nekanyar ji bo tendirûstiya gel xeter in. Ji bo nûwezekirina neslê mirovahiyê divê ev kesên nekanyar ji civakê werin dûrxistin. Lê bi pêşveçûna nûjdarî û sedema leşkerên şerê yekem ê cîhanê, xizmetguzariya ligel van kesên nekanyar jî gûrtir bû.

Lê mixabin bi destpêka şerê duyem ê cîhanê rewş bi neyênî guherî. Hewcehiya dewletan bi xebatkaran hebû. Û perwerde, lênêrîn û dermankirina wan lawaz bû. Li dû şerê duyem ê cîhanê komkujî û jiyana sext ji bo kesên nekanyar destpê kir. Bi taybet li Germanyayê li ser kesên nekanyar ceribandinên nûjdarî yên dûrî rêwişteya mirovahî hatin kirin. kesên nekanyar ligel cihûyan jî di firneyan de rasterast hatin sotandin. Brîtanya ji ber 300.000 leşker û sivîl bandoryarên şerê duyem ê cîhanê, li hember teoriya Eugeniscê derket. Di sala 1994an de zagona ji bo her kesî/ê rehabilîte(başkirin) hate pejirandin. Û wada alîkarî, xebat û bicîkirina kesên nekanyar da. Rêveberiya Tendirûstiya Netewî ji ber qezayên pîşesaziyê, xizmetguzariyên rehabilîteyê dan. Di navbera 1940 û 1950î de gelek saziyên xêrxwaziya kesên nekanyar hatin avakirin. Di encamê sala 1995an de zagona cudakirina nekanyariyê hate pejirandin. 

Li dû pejirandina danezana mafê mirovan a navnetewî, perwerdeya nekanyarên hişmendî û fîzîkî li seranserê cîhanê bal kêşa û kete rojevê. Li gor Salmon û Aleksanderî (1995) di baweriya ku nekanyar li polên cuda û bi pertal û materyalên pêwist werin perwerdekirin de bûn. Li gor Nathansonî (1998) jî ev zarok  hewcedarê perwerdeyeke newekhevî ne û ji bo alîkariya wan divê xizmetên bêtir werin pejirandin. Li gor Rêxistina Tendirûstî ya Cîhanê (2010) nekanyarî; xerabiya laş, sînorkirina çalakî  û sînorkirina tevlîbûnê radipêçe. Xerabî, pirsgirêka di kêrhatin û fonksiyon an  damezraka laşî de ye. Sînorkirina çalakiyan, di bicîanîna bizav û berpirsiyariyan de sextî ye. Sînorkirina tevlîbûnê, di mijara tevlîbûna şertên jiyanê de kişandina sextiyê ye. Zagona wekheviyê ya 2010an zarokên nekanyar jî radipêçe. Û bi rêvebirina vê zagonê, zarokên nekanyar jî ji perwerdeyê sûdê wergirtin. 

 Li Brîtanyayê bi weşandina  rêberiya pêkanînê ya perwerdeya taybet di sala 1994an de perwerdeya taybet destpê kir.  Bi vê rêberiyê bingehên perwerdeya taybet hatin danîn. Li her dibistanên Brîtanyayê rêveberekî perwerdeya taybet heye. Rêveberê perwerdeya taybet a Brîtanyayê, wekî mamosteyên rêberiyê yên li dibistanên Tirkiyê, tomarkirinên zarokên nekanyar, şêwirmendiya li mamosteyên polê, têkiliya bi dezgeh û saziyên dervê dibistanê dimeşîne. Li gor rêbaza perwerdeya taybet a Brîtanyayê, nirxandina gelemper ji bo hemî zarokên nekanyar naye pejirandin. Li gor vê nêrînê li ser çend xalan nirxandina perwerdeya taybet û sîstema perwerdeyê hatiye avakirin. Li gor vê sîstemê; mamosteyên polê,  zarokên guman  ên bi nekanînê bi awayeke nerêkûpêk dinîrxîne û bi rêveberê taybet ê dibistanê re têkiliyê datîne. Rêveberê taybet ê dibistanê bi mamosteyên dibistanê yên berpirsiyar re dikeve têkiliyê. Rêveberê taybet ê dibistanê bi heman şêweyê bi dezgeh û saziyê dervê dibistanê re jî dikeve têkiliyê û alîkarî pêwist be, bi hemahengî ditevgirin. Û zarokên nekanyar ji bo nirxandineke bi rêkûpêk li rêveberiya perwerdeya herêmî dihên şandin. Digel vana xizmetguzariyên ji teref mamosteyê polê û rêveberê taybet ê dibistanê ji bo zarokên nekanyar hatine amadekirin, ji aliyê rêveberiya perwerdeya herêmî dihên nirxandin. Di vê nirxandinê cîhên kêm an zêde ji teref rêveberiya perwerdeya herêmî dihên sererastkirin. Di encama vê nirxandinê de zarokên nekanyar li qadeke perwerdeyê dihê cîbicîkirin. Rêveberiya perwerdeya herêmî biryara pêdivî yan nepêdiviya perwerdeya taybet ji bo zarokê dide.

Niha ji perwerdeya zarokên nekanyar li Brîtaniyayê pêkhênereke li gor ewrûpa heye. Her çiqas niha bi Brexitê di pêvajoya derketina Yekîtiya Ewrûpayê de be jî, hîn gelek têkilî û peymanên berê hene. Ji bo ku zarokên nekanyar rûbirûyê cihêkariyê nebin, gelek guhertin di qadên perwerdeyê, alav û pertalên perwerdeyê û mifredatê de  dihê kirin. Di ew saziyên ji teref dewletê dihê aborandin de;  wekî mînak pêşdibistan, kreş û dibistanên dewletê de, ji bo zarokên nekanyar bigihêjin bilindtirîn astê, her guhertin û pêwistiyên guncaw dihê kirin.

Zagona zarok û malbat a Brîtaniyayê, ji bo malbatên ew kesên nekanyar ku navbera 0-25 salî de ne, bigihêjin her cûre destek û piştgiriya ku li wan dihê pêşkêşkirin e. Ev zagona ji bo zarokên nekanyar, xizmetguzariya perwerde, tendirûstî û nêrîna civakiyê pêk dihîne. Dê malbat çawa bigihêjin alikariyê û derbarê nekanyariyê de agahiyan dide malbatê.

Bi tîma nirxandinê, gelo zarok astengdar e an na? Kêmanî û zedêhiyên zarokan dihên tomarkirin. Û li gor vê qeydê zarok ji perwerdeya taybet mifadar dibe. Li gor zagona zarok û malbatan divê;

  • Xizmetguzariyên civakî, tendirûstî û perwerdehî divê bi hev re bixebitin
  • Li nekanyar û malbatê derbarê nekanyarî yan hewcedariyan de agahdarkirin
  • Derbarê hewcedariyên nekanyariyê de agahdarkirin
  • Ji bo alîkariya nekanyar, bi her cûre saziyên têkildar re têkilî danîn
  • Derbarê alîkariya malbat û nekanyar distîne de guhdarkirina nêrînên wan
  • Nirxandineke gelemper a derbarê perwerdehî, tendirûstî û nêrîna civakî ya nekanyaran
  • Tîma nirxandinê ji bo ku gencan li gîhaştinê amade bike, heger bêtir hewcedarê zemanî be divê van hewcehiyan li gor plan û bernameyê pêk bîne.
  • Divê ji girtina hin alikariyan de biryarê bidin malbat û nekanyaran
  • Divê malbat û nekanyaran li hember girtina alîkariyan de wan hînî liberrabûnê bikin

Alîkariya Dewra Zûtirîn Salê(The Early Years Foundations State)

Bi Alîkariya Dewra Zûtirîn Salê (EYFS), çiqasî zû dest bi perwerdeya nekanyar bikin, ew qas girîngtir û baştir dibe. EYFS çarçoveyeke ku di 2014an de hatiye rojanekirin ji bo pêşketina perwerde, tendirûstî û xizmetguzariyên civakî ye.

Di vî warî de sê mijar girîng in:

  1. Ziman û têkilî
  2. Pêşketina kesayetî û fîzîkî
  3. Pêşketina hestiyarî û civakî

Di van kategoriyên pêşîn de li ser çar qadan de pêşveçûna nekanyar dihê lêkolînkirin.

  1. Xwendin û nivîsin
  2. Matematîk
  3. Zanyariya cîhanê
  4. Hûner û sêwiran

Du saliyê de derbarê pêşveçûna zarok de agahî li malbatê dihên pêşkêşkirin. Berî ku zarok dest bi dibistanê bikin, piştgiriya  bijîşkî dihê kirin. Di navbera malbat û pisporan de têkilî dihê zexmkirin. Heger zarokek pênc salî bibe profîla EYFSê encam dide. Ev profîl derbarê zarok de, fêrbûn, pêşveçûn û asta bikaranînê de agahiyên xurt dide malbat û mamosteyan û ji bo sala dahatû ya seretayî ye.

 

BREZILYA

Wezarata perwerdeyê, ji polîtikayên perwerdeya taybet  berpirsiyar e. Perwerdeya taybet, zarokên nekanyar û zarokên zîrek dihewîne. Ji pêşdibistanê heya perwerdeya bilind, gelek cûre bername hene. Brezilya, di demên dawîn de perwerdeya taybet bi rewşa lihevanînê pêkve dihîne.

Di sîstema dibistanê ya Brezilyayê de, derbarê astengdar û kesên sextkêşên fêrbûna taybet de nirxandinên taybet hatine kirin. Dibistan, derbarê asteng û nekanyariyê de dikare sererastiyan bike. Di sîstema dibistanên taybet de, gelek sazî ji bo zarokên nekanyar bihêwirin, dersên taybet û guhertinan dipejirînin. Mafeke zagonî ye ku zarokên nekanyar hînî polên pêşdibistanê bibin. Di her wîleyate Brazilî de gelemper perwerdeya taybet heye. Lê di şaredariyên mezin de gîhaştina van xizmetguzariyan asantir e.  Hêdî hêdî perwerdeya taybet ber bi şêweya perwerdeya lihevî ve dihere. Di çarde saliyê de bernameyên perwerdeyê li gor serkeftinê yan potansiyela xwendevanan diguhere. Di encamê de nekanyar, dikare tevlî perwerdeya teknîk an pîşeyê bibe.

 

ÇÎN

Çîn, xwedan cûrbecûr dibistanan e. Perwerdehî pêwist e, lê belê heqdest û bac zêde ye. Divê zarok neh salan herin dibistanê. Û zimanê perwerdeya gelemper a Çînê, Mandarînî ye. Li Çînê jî ji bo zarokên nekanyar an pirkanyar dibistanên cûrbecûr hene. Û zarokên nekanyar ji bo ku xwendina xwe bidomînin, dihên teşwîqkirin. Gelek dever ji bo perwerdeya taybet lawaz in. Ji bo ev zarokên nekanyar xizmetguzariyeke baş bistînin, Çînê Polîtîkaya Subian Jiuduyê pejirandiye.

Şangay, ji bo hewcedariyên perwerdeya taybet ji aliyê mifredat û materyalan ve bi Komîteya Perwerdeyê re dixebite. Di van xebatan de ji bo mamosteyên taybet, bernameyeke pêş xistin. Di 2014an de Komîteya Perwerdeya Şangayê, bernameyek ji bo zarokên nekanyar ku hewcedariya wan bi bijîşkan hene, amade kir. Li gor vê bernameyê mamoste û bijîşk, bihev re bernameya zarokên nekanyar amade dikin.

Di derbarê perwerdeya taybet de jî nêrîn hêdî hêdî diguherin. Helbet dewlet jî li gund û çolwariyan desteke mezin dide. Li Çînê ji bo her kesî/ê perwerdehî di rojevê de ye.

MEKSÎKA

Di salên 1990î de Meksîka derbasî modela perwerdeyê ya bergehî bû. Li gor zagonên Meksîkayê nekanyar, li polên hînbûna perwerdeyê dihatin perwerdekirin. Di zagona perwerdeya gelemper a 1993an de mijara perwerdeya nekanyar yekem car kete rojevê. Li gor vê zagonê ji bo zarokên nekanyar, divê dewlet hewcedariyên zarokên nekanyar pêk bîne. Qada perwerdeyê hînkirina zarokê nekanyar hêsantir an sextir dike, ji ber vê hawê divê qada perwerdeyê were guncawkirin.

Zarok li nirxandina hewcedariyên xwe bi ev cûrandina jêrîn dihên cûrandin;

Nekanyariya Bihîstinê (Discapacidad auditiva) DA

Nekanyariya Rewşenbîrî (Disapacidad entelektüel) DI

Nekanyariya Şarezayên Motor (livdarî) (Discapacidad motriz) DMO

Nekanyariya Dîdenî  (Discapacidad visual) DV

Û yên din- taybet (otras – especificar) O

Li Meksîkayê ji bo zarokên nekanyar bi modelan xizmetguzarî dihê kirin.

Yekîneya Xizmetguzariya Bergirî ya perwerdeya Serast (Regular Education Support Services Unit): Di USAERê mînakên kar û nirxandina derbarê nekanyaran dihê kirin. Ji bo hewcehiyên zarok, standartên ne fermî hatine tevlêkirin. Di vê tîmê de;  derûnnas, pisporê xizmeta civakî û mamosteyên perwerdeya taybet cîh digirin. Armanc entegrekirina hewcehiyên perwerdeya taybet li polan kirine. Heger pêwist be li polan guhertin jî dikarin werin kirin.

Navendên Pirbaldarî(Multiple Attention Centers): CAM ji bo zarokên li polên pêşdibistanê nayin pêkhêner e. Ji bo van zarokan qadên din hatine afirandin û ji bo zarokên tûreasteng hatine damezrandin.

SIÛDÎ EREBISTAN

Li Siûdiyê  wezareta perwerdeyê digel wezareta perwerdeya bilind û li sîstema perwerdeya Siûdiyê jî serokatiyê dike. Her wuha beşên perwerdeya jin û mêran jî ji hev cuda ne. Wezaret bi taybet li ser perwerdeya îslamê hînkirina Erebî radiweste. Li dibistanên dewletê, ji pola çarem perwerdeya zimanê Îngilîzê destpê dike. Her wuha li hin pêşdibistanên taybet jî zimanê Îngilîzî dihê fêrkirin. Pir kêm dihêlin zarokên biyanî xwe li dibistanên dewletê tomar bikin. Divê zarokên biyanî xwe li dibistanên navnetew tomar bikin.

Zarokên hewcedariya wan bi perwerdeya taybet hene, li gor kanyariya xwe li dibistanên dewletê bi hevalbendên xwe re, li dibistanên taybet an jî li dibistanên navnetew jî dikarin bixwînin. Her wuha dibistanên taybet tenê li bajarên mezin hene. Siûdî di aliyê xizmetguzariya perwerdeyê de ne pêşketî ye.

EFRÎKA BAŞÛR

Li Efrîka Başûr perwerdehî di navbera salên 7-15an pêwist e. Li Efrîka Başûr, yanzde(11) zimanên fermî hene. Lê perwerdehî gelemper bi zimanê Îngilîzî û Efrîkî dihê kirin. Di makezagona 1996an de her zarok xwedî mafê xwendinê ye. Kalîteya perwerdeyê ya bi piştgiriya dewletê gelek cudahiyan dihewîne. Hîna jî dibistanên cermspîyan ji aliyê mamoste û materyalan, wekî dibistanên baştirîn ên Efrîka Başûr dihên pejirandin.

Li Efrîka Başûr, sê cûre dibistan hene: Dibistanê dewletê yên gelemper, dibistanên dewletê yên taybet, dibistanên taybet. Dibistanê taybet ên dewletê ji bo zarokên nekanyar in. Û li gor makezagonê, malbatên nekanyaran zarokên xwe dişînin pêşdibistanê. Perwerdeya bergehî, zarokên hewcedariya wan gelekî bi alîkariyê heye, ber xwe nagire.

Zarokên nekanyar, li dibistanên taybet ên bipere, tesîsên ji bo perwerdeya taybet, dibistana malê û dibistanên dewletê perwerdeyê dibînin.

Mustafa Rêzan – Şemrex/Mêrdîn

Derbar Mustafa Rêzan

Check Also

Hûn Di Şêwaza Zarokên Xwe De Ne – Mem Çavreş

Zarokê we di hînbûnê de  û  tevgerê de li we dinêre; hûn şêwaza wî ne . …

Leave a Reply