Çend Gotin Li Ser Nivşê Me û Nû

Belê her nivşek xwezayî yê wê, hêjayî, xweşî û êşên wê hene. Her nivîşek mirovan têdigêhêjîne ku meseleyan fêm bike. Her nivîşek rê û rêbazekê rê mirovantiyê dide da ku mirov jî ji bona avakirina civateke baş tevbigere.

Lewra jî her civateke li gor nivşê berî xwe tevdigere. Li gor zanîn û têgihistina nivşan cîvat, milet û dewlet jî li gor wê reng digire û kar dike. Ji bona vê yekê ye ku di civatê de erk û hebûna nivşan roleke sereke dilîze.Çi dema di navbêra du nivşande navberî ketê û çi dema nivşên nû ji tecrubeyên nivşê berî xwe bê par man. Aha wê demê malwêranî jî pêk tê. Loma jî min xwest di vê nivîsa xwe de çend gotinan li ser nivşê me binivîsînim. Da ku nivşê li dû me, me binasin. Ev nivşê ku ez ê berê behsa wan bikim, ji dawiya salên şêştî û heta destpêka salên 80ê ye.

Min jî weke gelekan hin caran li ser nivşê me nivîsî ye. Lê vê carê dîsa min xwest ku vê yekê ji nû de bêjim û binivîsînim, binivîsînim û bêjim ku bi rastî jî ew nivşê me nivşekî weha bû ku êdî tu caran nema li ser rûyê cihanê dixuliqe. Me di dema xebatên xwe de her tiştên xwe bi fedekarî dilosozî û bi bawerî dikir. Dema em bûne welaparêz me ew ji dil bê ku berjewendiyên xwe ê şexsî bifikirin, dikir. Me gelek zehmetî êş û cefa jî dîtin. Em ketin zîndanan. Me rojên dijmar li serê cîyan derbas kir. Em bûne penaber û di jiyana penabertiyê de em tûşî gelek zehmetiyan hatin û bûn.

Lê gelekan ji me qet û qet ji xebatên xwe yên welatparêzî gav bi şûnda neavêtin. Ji bona azadiya  gelê xwe her di nava kar û xebatê de bû û ne. Ew kesana bi temenên xwe ê mezin tim jî dixwazin ji bona azadiya gel kevirekî bidin ser kevirekî. Hin bûne nivîskar, hin bûne tacîr, hin feqîr û hin jî dewlemend bûne. Lê dîsa jî bi hemûyan re ew exlaqê ku girtibûn yê welatparêziya durust û fedekariya bê hempa heye.

Qesta min di vê nivîsê de çiye an jî dixwazim çê bêjim?
Civat li ser asasê tecrube û zanînên nivşên berî xwe bi pêşve an jî bi paş ve dikevin, diharin. Lê dema em li bakurê Kurdistanê dinêrin vê yekê nabînin. Yanî bi zanetî du nivş ji hevdu hatin veqetandin. Ji hevdu hatin dûr xistin û loma jî nivşê li dû me bê tecrube man. Zanîn û têgihiştinên xwe li gor şert û mercên ku têde bûn, fêr bûn.

Loma jî ew nivşê li dû me hatin, bê tecrube man. Bê tecrube jî nezanîyê bi xwe re tîne. Di rewşeke weha de li bakur kurdistanê nivşekî ji xweber xuliqî ku wan êdî em nenasîn. Em ango nivşê me revok, tirsonek û newêrek dîtin. Dema li welatekî rewşeke weha peyde bibe helbet li wî welatî dê gelek çewtî û şaşî jî bibin. Îro li bakurê Kurdistanê jî ev dibe.

Lê êdî ew nivş yanî em roj bi roj di nava salan de diharin, dihelin û wenda di bin. Pîr û kal dibin, gelek ji me êdî bûne kalik. Di nava ewpas salan de ne rehet e ku mirov kêmaniyan neke. Ji ber ku em jî mirov in û mirov dema kar dikin wê şaşiyan jî bikin. Ji şaşiyan re jî gotinên xweş, rexnên çêker lazim e, da ku mirov êdî dubare neke.

Li gor min niha di nava nivşê me û yê li dû me de adeta ku em nikarin  hevdu rexne bikin peyde bûye. Mirov nikare rexnan li hev bike. Mirov nema dikare bi dilsozî kêmanî û nerastiyên hev ji hevdu re bêjin. Eger bê gotin jî dilmayîn ya jî tehdît çê dibe. Dema dilmayîn jî peyde dibe, têkiliyên mirov jî ji hev qut dibe.

Dema têkilî jî qut bûn, êdî her tişt diqede. Lê divê ev nivşê ewqasî fedakar, ewqasî dilsoz û can fîda, çawa dibe ku ji bona gotinên ne li rê têne êşandin. Nifşê nû ku me baş nasnakin çawa dikarin me ewqasî bi gotinên vala û çewt biêşînin. Hingê li ser me dijdînin û gotinên şors ji me re dibêjin, êdî em nema dikarin bi hevre qise dikin.

Gelo çima em ketin vê rewşê? Ji ber ku nivşê nû em nenasîn û ji tecubeyên me fêde negirtin.Gelo çima li me weha hat ango hatiye? Ji ber ku bi zanetî em û nivşê nû ji hev durxistin da ku ew  me nasnekin. Gelo em ê çawa bikaribin xwe ji vê azad bikin? Ev hinekî zehmet e lê divê em hewl bidin xwe bi nivşê nû re bidin nasîn, da ku ew jî kar û xebatên me bizanibin û binasin…

Divê em ango nivşê me pêwîst e, em wê ruhiyeta salan 70 di nava xwe de geş bikin. Li gor wê ruhiyetê ji bona azadiya gelê xwe kar bikin. Cahd bikin heta ku ji me bê, xwe bi nivşê nû bidin nasîn. Ji ber ku me hemûyan gelek bedel dane. Me gelek kar bi fedarî û bi bawerî kiriye. Divê em qîmeta wan xebatana bizanibin û li gor wê jî karê ji bona azadiiya gelê xwe ji nû de bikin. Divê em newestin heta ku em xwe bi nivşê nû de bidin qebûlkirin û nasîn.
Ya din ew e ku divê nivşê piştî 1980 jî êdî dîroka me, jiyana me bixwînin û fêr bibin ku me çawa kar dikir û ji bona çi bû ew karana?
Divê nivşê nû ji nû de li me vegerin me û xebatên me bi nasin. Bi vê nasînê wê bizanibin ku me di ku de şaşî kirin û çima em ew hêzên xurt ji hev belav bûn.

Çi dema ev nivşê ku ez behsa dikim me baş binasin, ji tecrubeyên me fêdê bigirin, ewên jî weke me şaşiyan nekin. Lê çi mixabin ku niha şaşiyên wan ji yên me gelekî mezintir e. Çima?
Ji ber ku her nifş li ser koka nivşê berî xwe mezin dibe, kar û xebatê dike, ji zanîn û tecrubeyên nivşê berî xwe dersan digirin. Kêmaniyên berê dibînin û li gor wê jî ji bona azadiya gelê xwe dikeve nava xebatê û ev xebatên wan dê pir hindik bê kêmanî bibin.

Bi  hêviya ku nivşê nû dîroka me bixwînin, ji xebatên ku me kirine agahdar bin. Bi tirsonekî û bi newêrekî me îtham nekin. Helbet em reviyan lê ew ne kêf û dilê me bû. Lê em li xeribiyê jî nesekinîn, bi sedan berhêm kurdî nivîsîn, ji bona zimanekî pak û delal kar kirin û dikin.  

Bûbê Eser

Çandname

Derbar Çand Name

Check Also

Gotinên Tiryakî- Cenap Şehabettîn

Fîkrên xweş, kal nabin. Ê ku ji pêz vediqetin, pez jê hez nake. Fîkrên xweş, …

Leave a Reply