Çîroka Agît (1)

Dem diçe, demsal diçe, her tişt peyder pey digûhere. Mîrov nikare bigêhîje demê, her wiha paşda dimîne. Lewra axîna paşerojê dike, di destan de tiştek namîne, ew demên xweş wek avekî zelal diherike û diçe, ji kefê destên mîrov de dixujike/dişehite, dihele, wekî xewnek xilas dibe û dîsa dubare nake.      

Hîn caran dem tiştên gelek xweş derdixê holê û mîrov qet naxwaze ku dem derbas bibe lê hîn caran jî mîrov dikeve tengasiyê û dixwaze hêzek wî ya ew rewşê xirab de derxwe û biparêze…      

Lê belê, li ramanên gelek kesan jî tiştên wisa hene lê ew lehengê/qehremanê ku mirov li tengasiyê derxe tune/nîne an jî xwe veşartiye, em nezanin xwaziya lehengê li xwe bikin.      

Li ser vê yekî ez dixwazim ji we re lehengekî naskirin bidim. Kî zane dibe ku hûn jî dikevin tengasiyê û xwazî lehengê dikin…      

Dem li nav dem de û gundekî nav mij û dû de ciwanekî xort dijîya. Navê wî ciwanê Agît bu. Agît di zarokiya xwe de dayik û bavê xwe dabû rehmê Xwedê û cem kalikê xwe dijiya. Agît ciwanekî gelek xort bû, sibê zû hişyar dibû û heya nîvro hemû karê xwe xilas dikir. Lewra berva xweza diçû û heya êvarê digeriya. Roj li rojan; rojek dîsa li nav xweza/sruşt digeriya û ew car li gund jî gelek dur ketibû lê haja xwe tune bû.

Li çiyayê hember şikeftek bala Agît kişand. Agît berva şikeftê çû ji ber ku ew şikefta nû ditîbu. Bi gavên lez diçû, direviya, gelo li wê şikeftê de çi hebû ? Çima Agît ew qas çoş û xiroş bûbû? Ji vê şûnda jiyana Agît yê çawa biguheriya?

Fırat Büyükfırat

www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply