Çikûs – Çîrok

Di wextekî de zilamekî çikûs dijiya. Ewqas çikûs bû ku bi hemû mal û milkê xwe zêr kîrî bûn. Dema ku çiwalek zêrê wî çê dibe, çûye ew çiwal di bin darekê de vedişêre. Lê belê hişê wî  her tim li ser zêran e.

Ji ber ku zêr ewqas di bîra wî de bûn; xewn nediket çavên wî, ji xwarin û vexwarinê ketibû. Kengî zêr dihatin bîra wî nedigot şev e an jî roj e diçû ciyê zêran û erd dikola, pişt re zêrên xwe yeko yeko dijmart.

Mirovekî ku di wir re derbas dibe tişta ku li wir diqewime ji dûr ve dibîne û lê dinere. Dibîne ku ew kar her roj dewam dike û fem kiriye ku ew zilam zilamekî çikûs e.

Piştî wextekî din çikûsê me dîsa erd kolaye. Kolaye lê zêr di cihê xwe de nedîtine. Destên xwe li xwe xistine, perpitî ye lê çare nîne.

Yê ku ji zû ve çavdêriya vî zilamê çikûs dike xwe negirtiye û jê pirsiye:
– Çi bûye tu wisa digirî, xwe perîşan dike?

Çikûs bersiv daye wî:
-Wê hê çi bibe, zêrên min tunebûne. Hemû hatine dizîn.

Zilamê ku diziye gotiye:
-Ku zêrên te hebe çi ye, tune be çi ye. Piştî ku tu wê xerc neke, raje keviran û di cihê zêran de veşêre. Ji bo te qet ferq nake.

  • Eleftoz
  • Çandname
  • Kontrol: R.X.

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply