ma qey tê bimira

her ku nizanim tu li ku yî
min beriya te kiriye
qurt bi qurt te diquripînim
ne dibînî ne dibihîzî

li min girtiye taya evîneke bê miraz
li bin sîwaneke bê baran
li nav pezekî bê berx û karik
li ser doşekê tenê me

ne şuşa vexwarina bihûştê
ne jî heyama sermestiyê
ji kul û keserên ji te mayî
min rizgar nake

li te difikirim ma şerme
qey wê baskên min bên birîn
ma ezê bibim cendekê te li erdan
eşkere me natirsim

ax ku tu bibûna derman
ji dilê xwîngirtî re
pêsîra xwe vekira
û li ber ramûsanan raxista

an jî çav li min zîq kira
ji bextewariya katekê re
şibakeya xwe li min vekira
ma qey tuyê bimira dîna dîn

19 Îlon 2002
Salih Turan
Dayik Bê Roj in
Weşanên Noş
Hezîran 2014

Derbar Rêvebir

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply