Li ser vegera dibistanê ji bo zarokên we 5 pêşniyarî

Psîqologa Pispor Hîlal Arslan, ji bo ku zarokên we, bi awayekî baş li heyama nû ya dibistanan dest pê bikin, ji bo dê û bavan çend pêşniyariyan pêşkêş dike:

  • Ji niha ve sîstema xwe ya betlaneyê, bikin weka ku dest bi dibistanê kiriye. Saeta razanê, wexta temaşekirina telewîzyonê û tevgerên xwe yên rojane li gor dibistanê eyar bikin.
  • Zarokên ku dereng taştê dixwin, rojên ewil ên dibistanê nikarin taştêya xwe zû bixwin. Taştêya zarokê xwe li gor saeta dibistanê amade bikin.
  • Ji bo heyama nû xeyal û planên wî çi ne jê bipirsin. Wî teşwîq bikin da ku ji xwe re armancekê deyne, lêbelê li şûna wî hûn biryar nedin.
  • Heke xwe zêde dabe teknolojiyê, hewil bidin ku pêwendiya xwe ji teknolojiyê hinekî qut bike.
  • Li zarokê xwe binihêrin, gelo têra xwe radizê an na. Heke li çalakiyên xwe yên ku dixweste pêk bîne, hîn dest pê nekiribe, jê re bêjin dikare di dema dibistanê de jî pêk bîne û ji bo çêkirina bernameyekê, alîkariya wî bikin.

Çavkanî: www.zamankurdi.com

Derbar Çand Name

Check Also

Rêbazên Pêşxistina Xwendekaran

Perwerdeya ku li dibistan û di nava malbatê de tê dayîn, du rewşên ku pir …

Leave a Reply