Her roj ji berbanga sibê
Ji qonaxan
Rojhelatek ji bêhna te
Xwe li bejna min dipêçe
Min ji bîrkirinê şîyar dike
Û xwe diavêje himbêza temenê min ji te dûr ,
Sinor di herifin ji bêriyê
Û zayînê diafirîne
Herwekû bicizbê dikeve peyv û
Hevûkên birîndar di dilê min de
Keniya te dibe keniya min
Stêrkên rijîyayî berhev dikim ji êvarên bêdeng
Ne xew ne jî çav hêvûdu nagirin
Pêlên deryayên xwe dipîvim
Li dû hêviyên stûxwar
Belê nizanim çawa xwe fêrî melevaniyê bikim ji te dûr
Di dîmenên xeyidî de
Nakêşim axîn û keseran
Li ber deriyê dilê te
Eyy can hêdî hêdî
Rahêje peyvên min
Bila dengê gazinan
Ji gotinên min neyên gûhê te
Belê bizanibe eyy can
Bûhar têra pînekirina dilê min nake ji te dûr…
Havîn Acar
www.candname.com