Yekşem , 27 Îlon. 2020
Kenger otu

Kereng Nasbikin

Kereng nebateke bi kelem (strî) e. Di destpêka biharê de li çolan û bedenan xwe bi xwe li cihên axsist şîn dibe. Belgên wê kesk û hinekî bi pûrt in.
Bejna wê bi tîrane bi qasî 40 – 60 cm bilind dibe. Navtenga wê singane û zer e. Çiq û şaxên wê ji navtengê berjortir vedibin û bi striyan dorpêç kiriye. Di mehên nîsan û gulanê de kulîlkan vedide. Kulîlkên wê spîzer in, bi strî û pûrt in. Dema kulîlkên wê digehin, rengê wê soremor an jî zer û keskane ne. Dema digehe ew kulîlk dibin paxoxeyên bi strî û di nava wan paxoxan de bizirek heye. Ji wê bizirê tov- sîsik, qehwa kerengan û çerez çêdibin. Şîrek ji qevd (navteng) û çiqên wê tê, jê re tê gotin şîrê kerengê. Ji wî şîrî benîştek çêdibe. Du cureyên kerengan hene. Kerengên zer û kerengên reş. Li hinek deveran ji kerengên reş re “kerengên keran” jî tê gotin. Lê kerengên reş li hinek deveran nayên xwarin. Gelek pispor jî kerengê û qîvarkê (kerbeşê) tevlihev dikin. Ca jixwe kerengên zer rengê wê zer e. Kerengên reş jî rengê wê keskereş e. (keskê tarî).
Bûye mijara helbestan

Welatê kerengê Kurdistan e. Ba û bagerê bi xwe re birine hinek welatên din jî. Dîroka wê kes nizane ji ber ku ne nebateke çandinî (kultûrî) ye. Lê wisa xuya dike, dîroka wê digehije dema berî mirovatiyê. Kurd gelek cureyên xwarinê û pir tiştên din ji kerengê çêdikin. Ji ber ku ewilî di biharê de dema her tişt li kîleran xilas dibe û biharan nexweşiyên biharan dest pê dike, kereng jî wek hinek pincarên biharê digihije hewara birçîbûn û nexweşıyên mirovan û ruhberên din. Lewre jî bav û bapîrên me li ser kerengê helbest û stran çêkirine. Bendek ji helbestekê wiha ye.
Kereng digehije
bedenan û kaşan
Xwarina feqîr, jar,
bergîr û wehşan
Kereng çi digere
li mala wezîr û paşan

Lêkolîn nehatine kirin

Sed heyf û hizar mixabin ku li ser têdahiyên vê nebatê nirxbilind çi lêkolînên giring nehatine kirin. Heke hatibin kirin jî, di çi pirtûk û malperan de ez lê rast nehatim. Heke hinek xwendevan lê rast hatin, bila ji kerema xwe ji bo me bişînin da ku em jî bi wan bihesin û bigehînin xwendevanan. Her wiha li ser bandor û faydeyên wê jî (derveyî benîşt) min çi agahdariyên lêkolîneran bi dest nexistin. Hîvîdarim wê kesên der heqê wan de agahdar bin wan jî bigehînin me.

Pispor çi dibêjin?

Prof. Baybot û Prof Dr. Îbrahîm Saracoglû dibêjin: Benîştê kerengê sistbûna lamê (çenê) dişidîne. Teqîna perda (zar) guh dikewîne. Ji bo xistina kevirên sefrayê dibe alîkar. Li ser daxistina zixt (tansîyon) û şekirê xwînê bandoreke erênî nîşan dide. Rehên dil nerm dike. Hezmê hêsan dike. Iştahê vedike, diranan paqij dike, dostê kezebê ye, pêşiya felcbûna serûçavan (rû) digire.

Cureyên kerengê

Kereng bi gelek cureyan tê bikaranîn. Weke xwarin, tirşî, benîşt, çerez û qahwe. Xwarin û tirşî çawa tê çêkirin: Ewilî biharê reha kerengê bi darên sertûj (xilç) tên derxistin. Piştî şûştin û spîkirinê hinek diqelînin û hêkan dikin ser (dikin mixle). Hinek dixesînin (xwê pê werdikin û hinekî sor dikin) wek pêxwarin bi nan re dixwin. Dikeve nav xwarinên dew, savar, birinc. Li aliyê Amedê meftûna wê jî çêdikin. Di mehên hezîran û tîrmehê de binê kerengê, bi kêrekê tê jêkirin an jî birînkirin. Di cihê hatî birînkirin de şîrek jê tê. Ew şîr dibe benîşt. Her wiha qaşilê li ser navteng û şaxên wê, wek rêvas û xîyaran tê spîkirin û xwarin. Payîzê bizirê di nava papoxka wê de tê derxistin, qelandin û hêrandin. Ew dibe qehwa kerengan. Heke ew bizir bê qelandin û xwêkirin, wek dindikên kundir, gulberoj û zebeşan dibe çerez.

Derbar çandname

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

3 Pirs 3 Bersiv – Mehmet Aydin (Em biharê çi bixwun?)

Diyetîsyenê Kurd Mehmet Aydin ji bo xwerinên biharê hinek agahî pêşniyaze gel kirin. Keremkin em …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.