Bajar: Hewlêr

Hewlêr an Erbîl (Parêzgeha Hewlêrê) Paytexta Herêma Federal û yek ji bajarên herî mezin ê Kurdistanê ye.
Bajarê Kela Hewlêrê, Minare. Bajarê awazên Hesen Heyran, Resûl Gerdî, Fuad Ehmed, Hesen Sîsawe, Osman Heyran û gelek dengbêj û mêrxasan e, Bajarê ku Holako tê de şikest, ye.
Li Hewlêrê zêdeyî du milyon kes dijîn. Hewlêr di dîrokê de gelek caran bûye qada şer. Dîroka wê digihije hetanî 8 hezar salî zêdetir. Piştî şerê sala 1991ê herêm kete bin kontrola kurdan û di sala 1992an de ji bo cara pêşîn Parlementa Herêmê hate hilbijartin. Dema ku Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê vebû, bajar ji aliyê bazirganiyê ve pir bi nav û deng û zengîn bû.
Hewlêr 80 km durî başûrê rojhilatê bajêrê Mûsilê ye û 50 km jî dikeve bakûrê Altûnkuprî . Hewlêr dikeve derekê ku herdû rubarên (Zap) bi dûriyek yeksan dikevin der dorê wê. Her di demên zûde mirov li wê derê jiyan kiriye û li Şikefta Şaneder cihê nîştecîbûnê hatine dîtin û dîroka wî ji bo 70 hezar – 50 hezar sal BZ diçe.


Deşta Hewlêr, Qerac û Kendênawe û Deşta Raniye(Bîtwên) ji girngtirîn deştên Hewlêrê ne. Deşta Qerac û Kendênawe li ser asta Hemû Iraq û Herêmê Kurdistanê yek ji wan deran e ku bi awayek ecêb pir zêde genim û cih tê de ye. Hewa zozanên ku dikevin Hewlêrê pir xweş e. Li zozanê Hewlêrê pez hatine xwedîkirin. Di dîrokê de derveyî Kel û Minare, Hewlêr bi mast (mastê pez û miyan) jî bi nav û deng e û navûdengê wî bilav bûye.


Çiyayê herî bilind ê Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê li Hewlêrê ye, ev jî çiyayê Helgord e.
Li Teqteq, Koye, Şîwaşok û gelek derên din niha Petrol tê derxistin. Herwia Kibrît, Zêr û gelek pêkhateyên din ji serwetên bin erdî hene. Av jî yek ji serwetên din yên bin erdî yê Hewlêrê ye.
Nifûsa bajar piranî musluman in, hejmara xiristiyanan pir kêm in. Piraniya nifûsê ji Kurdan pêk tê, Turkmen jî wek civaka duyemîn li herêmê hene.

هولير: أو أربيل (محافظة أربيل) عاصمة إقليم كوردستان الفيدرالي وأحد أكبر مدن كوردستان. مدينة القلعة والمنارة. مدينة ألحان حسن حيران, رسول كةردي, فؤاد أحمد, حسن سيساوه, عثمان حيران والكثير من المغنيين والأبطال. المدينة التي كسر هولاكو أمام أسوار قلعتها.
يعيش في هولير (أربيل) أكثر من مليوني نسمة. أصبحت هولير(أربيل) أكثر من مرة ساحة حرب خلال تاريخها. يصل تاريخها إلا أكثر من 8 آلاف سنة.سيطر عليها الكورد بعد حرب عام 1991, حيث انتخب أول برلمان للأقليم في العام 1992. وعندما افتتح مطار هولير(أربيل) الدولي أمام الرحلات الخارجية, أصبحت المدينة ذات سمعة عالمية في مجال التجارة.
تبعد هولير(أربيل) 80كم جنوب شرق الموصل و50كم شمال ألتن كوبري. تقع هولير في منتصف نهري الزاب(الأعلى والأدنى) حيث يبعدان نفس المسافة عم المدينة. عاش فيها الأنسان منذ القديم, ففي مغارة شاندر عثر على آثار تدل على وجود الأنسان فيها منذ القديم, حيث يرجع تاريخها إلى 50-70 ألف عام قبل الميلاد.
سهول هولير, قراج, كنديناوه ورانيا(بيتوين) من أهم السهول في هولير, حيث تزرع في سهول قراج وكندناوه القمح والشعير بكثافة غير طبيعية على مستوى الأقليم والعراق ككل. ترعى في مراعيها الدواب وتتميز بطقسها اللطيف .
علاوة على أن مدينة هولير(أربيل) مشهورة بقلعتها ومنارتها, فإنها مشهورة بلبنها(الأبقار والأغنام) حيث ذاع صيتها بشكل كبير.
أطول جبال الأقليم والعراق هو جبل هلكورد في محافظة هولير.
يستخرج النفط حاليا من حقول تقتق, كويه, شيواشوك وغيرها من المناطق,هذا غير الكبريت والذهب وكثير من أنواع الثروة الباطنية, علاوة عن المياه الباطنية.
أغلب سكان المدينة مسلمين بالإضافة إلى أقلية قليلة من الخريستيان. اغلبهم كورد مع أقلية تركمانية.

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply