Ji Rojînê albûmek nû: Rojîn 2018

Hunermenda Kurd Rojîn albûma xwe ya 7emîn bi navê “Rojîn 2018” derxist. Albûma Rojîn a nû ji şirketa wê ya muzikê RBI di 19ê Gulanê 2018an de derket.

Rojîn derbarê albûma xwe de ji Rûdawê re wiha got: “Di albûma min a nû de 9 stran hene. Yek stran zazakî ye û stranên din jî bi kurdî û tirkî ne. Heta me albûm amade kir me gelek keda xwe da. Min xwest ku ez stranên ruhê min bide nîşandan bistrim.”

Rojîn ev albûma xwe ligel aranjorê ku 19 sal in pê re dixebite Ali Haydar Başak re amade kiriye.

Di berdewamiya axaftina xwe de Rojîn got: “Ji bo vê albûmê ez û Ali Haydar Başak bi hev re xebitîn. Herwiha şirekê min ê bi navê Umut Yucekaya, bi gitara xwe Serdar Oztop û çend muzikjenên wek Alper Atakan, Armagedon Orkun Tunç jî beşdarî kirin.”

Hunermenda Kurd herwiha da zanîn ku wê di vê albûma xwe cih daye strank a Ahmet Kaya û derbarê vê yekê de jî got: “Min di vê albûmê de strana Ahmet Kaya ya bi navê ‘Yalan da olsa’ (Derew jî be) bi stîla xwe got. Ez gelek hez wî dikim û ji bo min ew gelek girîng bû. Hevjîna Ahmet Kaya, Gulten Kaya ev stran gelek eciband. Ez dixwazim yekêm klîba xwe ji vê stranê re çêkim.”

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply