Ji Folklora Kurdî Çîroka BEROŞA QEDERÊ

Hebû tunebû, dibêjin li welatekî şêxekî pir menşûr hebûye.
Hemu zanayên olî û ayînî, di binê fermana Şêx de bûne.
Şêx çi fetwe dabûna, hemû şêx, mela, oldar û bêolên welêt jê re diketin kemerbestê û mîna wî dikirin.
Dibêjin, beroşeke Şêx xwerû ji zêr hebû, navê wê Beroşa Qederê bû.
Li wî welatî zarûkên kurînî ji kîjan jinê re çêdibû, pêşî dibirin ba Şêx. Şêx beroşa xwe tije av dikir û lêwik dixist navê. Eger lawik li ser ruyê avê bimana, Şêx navekî axretî lê dikir û di guhekî wî de bang dida, di yê din de jî qametê dixwend, nîvzêrkek jî diyariya xwe ji bavê wî werdigirt.
Lê eger lawik biketa binê ava di beroşê de, Şêx digot:
”Ev lawik heram e, ne ji bavê xwe ye, wî bibin binax bikin…”
Dibêjin, şevekê civata Şêx dîsa li tekyayê gerr daye û ji mirîdan re behsa xêr û gunehan dike, ha ku dibînin, wa ye sofiyek bi lez hate hundirê Tekyayê û got:
” Şêxê min, ez qurban. Xwedê kurek daye yadê (jina Şêx). Va ye me Beroşa Zêrîn jî li kuncê xewletê tije av kiriye û li benda te ne ku tu werî lêwik têxî nava avê û navekî lê deynî.”
Şêx bi kêf rabû çû ku kurê xwe têxe nêv ava beroşê.
Qerwaşekê lawikê nûhatî da destên Şêx û qerwaş û xulamên din li dorê gervedan.
Şêx dema lawik xist nava avê, lawik îû binê avê.
Şêx lêwik derxist û careke din xist nava avê, dîsa lawik çû binê avê.
Cara sisiyan Şêx lawikê xwe xis nava avê û destên xwe jê berda, lawik dîsa ket binê avê.
Şêx lawikê xwe ji binê avê derxist û got: “Ev lawikê min, wê bibe Mehdiyê Zemanê xwe û wê şerê Decalan bike.”
Şêx di guhê lawikê xwe yê rastê de bang da û di yê çepê de qamet xwend û navê wî danî Mehdiyê Demê…
Çîroka min çû nava dehl û deviyan.
Rehma Xwedê li dê û bavê me hemiyan.
Zeynelbidin Zinar
13/ 10/ 2020
(Ev nivîs ji rûpela Zeynelabidin Zinar ya fêcebokê hatiye wergirtin)

Derbar ziman

Check Also

Çanda Bîranînê

1.Hunera Hafizeyê û Çanda Bîranînê Hunera hafizeyê, li rojava bi têgeha ‘memoratîva’ tê gotin û …

Leave a Reply