Niha em di betlaneyê de ne. Di vê zivistana hanê de hûn ê li malê nikaribin zarokên xwe bidin sekinandin. Lêbelê heke hûn bi wan re planeke çêkin, ew ê zarokên we demên bextewar bijîn.
* Çavên zarokên xwe bidin girtin, tişt û alavan bidin destê wî û jê bipirsin “Ka ew çi ne?”
* Bi hev re wêneyan çêkin û diyarî merivên xwe, yan jî cîranên xwe bikin.
* Fêkiyekî têxin nav poşetê, deynin cihekî û lê binêrin ka çawa pûç dibe.
* Ji zarokê xwe re kulîlkek an jî zilamê porgiya (çim adam) hediye bikin, bila mezin bike.
* Bi hev re çîrokeke Kurdî binivsînin.
* Partiya rengan li dar bixin, li malê rengekî bineqînin (wekî mînak sor) û tiştên bi wî rengî yên li malê bînin, pêşangehekê çêkin.
* Balonan binepixînin û li ser wan wêneyan çêkin.
* Kevirên ku we ji kuçe û kolanan berhev kirine, boyax bikin.
* Her yekê we pirtûkeke bi wêne hilbijêrin, lêbinêrin û ji hev re qal bikin.
Çavkanî: zamankurdi.com