Şiroveya Helbesta Mem û Zînê

“Çi’bkim ku qewî kesad e bazar
Nîn in ji qumaşê re xerîdar”
Ji “Mem û Zîn”

Zimanê Kurdî qumaşekê pir hêja ye. Ji vî qumaşê hêja, di destê hosteyên şareze de gelek berhemên rind û xweşik derketine holê. Di destê Baba Tahîr de çarînên pirr xweş jê derketine. Di destê Feqiyê Teyran de helbestên wek avê zelal û herikbar, û wek hingiv şêrîn derketine. Beytên Melayê Cizîrî, Mem û Zîn a Ehmedê Xanî, kilam û stranên dengbêjan tev ji wî qumaşî ne. Belê ev qumaşekê hêja ye lê mixabin mişteriyê wî kêm in. Mixabin -wek ku Seyda gilî û gazin dike- bazar kesad e.

Belê, ji wî demî heta îro zimanê Kurdî zehf pêş ve çû ye lê talib û guhdarê wî hê jî ne pirr in. Îro bi zimanê Kurdî gelek pirtûkên dîrokî, zanyarî, roman û hwd hatine nivîsandin lê xwende kêm in. Bi vî zimanî film û şano tên çêkirin lê guhdar kêm in. Me dev ji ê xwe berda ye û rahiştiye zimanê biyaniyan. Em bi zimanên wan dinivsînin, pirtûkên wan dixwînin, fîlmên wan seyr dikin.

Lê ez hêvî û bawer dikim ku ev rewş di demekê nêzîk de tê biguherî, em ê vegerin sûk û bazara xwe, û bazar dîsa şa bibî. Ez hêvî û bawer dikim ku zimanê Kurdî di vî sedsalî de tê zehf pêş ve here û di nav zimanên cîhanê de ciyê xwe bigre. Bes ku em lê xweyî derkevin û qedrê wî bigrin.

Şîrove: Yusuf Agah
www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply