Ehlê dinyayê dibêjin;
Ehlê dinyayê dibêjin; “Ku gerîngeheke fermî ya me heye ku hukmên olî û rastiyên Îslamê hînî me bike. Tu bi çi rayeyê weşana olî dikî? Madem tu mehkûmê mişextiyê yî, mafê te yê têkiliya van karan tune ye.”
Bersiv:
Heq û heqîqet nakevin bin yekdestiyê. Îman û Qur’an dê çawa têkevin bin yekdestiyê? Hûn dikarin prensîbên dinyaya xwe û zagonên wê bixin bin yekdestiyê; le belê heqîqetên îmanê û esasên Qur’anê bi awayekî fermî, di pêşberî ucretekê de nakevin şiklê kiryarên dinyayê. Teqez mirov wan razên ku dayineke Xwedê ye, bi niyteke zelal ji dinyayê û ji wan tiştên ku li nefsê xweş tên bide alî, wê demê dibe ku ew feyz bên.
zehra.com