Teşwîqa Li Ser Kirina Nimêjê

( XUTBE)

وَاسْتَعِينُوا بِالصَّبْرِ وَالصَّلَاةِ وَإِنَّهَا لَكَبِيرَةٌ إِلَّا عَلَى الْخَاشِعِينَ (45) الَّذِينَ يَظُنُّونَ أَنَّهُمْ مُلَاقُو رَبِّهِمْ وَأَنَّهُمْ إِلَيْهِ رَاجِعُونَ (46) البقرة

Bawermendên birûmet!

Ez wesiyeta emr û fermanên Xuda li nefsa xwe û cemaeta hazir dikim. Çi kesê ji Xuda bitirse ( û xwe ji gunehan dûr bike) Xuda dê rêyekê jê re veke. Bi awayekî ku hizir nedikir, dê rizqê wî bide û kî xwe bispêre Xuda ew besî wî ye.[1]

 Cemaeta birûmet!

Bêguman însan ji bo ku dinya xwe bi xweşî û di firehiyê de derbas bike,  gelek nexweşî û zehmetiyan re derbas dibe. Digel wî qasî ew dizane ku rojên emrê wî diyar in û wê her dê rojekê jî bimire. Lewre pêxemberê me gotiye: Emrê umeta min di navbeyna şêst û heftê de ye. Kêm însan ji vî derbas dibin. Hirsa însan li ser malê dinyayê gelek heye. Lê ew tişta ku jê re qenctir û baştir e ji bîr dike. Axreta xwe ji bîr dike digel ku çûyîna wî bi balê ve ye, hisab û cezayê wî jî tê de ye. Ji bo dinya xwe ya fanî gelek însan hene bi şev û rojan dixebitin, heta xewa xwe ya şevan jî li xwe dibin. Lê gava wextê îbadet û taetê wan tê xwe sist dikin û bi wan jî gelek giran e. Digel wî qasî ew tişta ku Xuda li ser wan ferz kiriye, ji îbadetê malî û bedenî, ji aliyê zeman ve jî hindik e. Kirina her pênc nimêjên ferz ji saetekê derbas nabe zemanê din tev jê re ye û zekata tîcaretê jî ji sedî didu û nîv e,  yên din jî tev jê re ne. Lê ew nefsa emrê mirov dike bi neqenciyê, emelê xêrê ji wan kesê îmanzeîf re giran dike. Xuda Teala di wateya ayeta me derbaskirî de wiha dibêje: Bi sebr û nimêjê arîkariyê (ji Xudayê xwe) bixwazin. Bêguman (nimêj) ji xudatirsan pê ve li her kesî giran tê. Ewên ku yeqîn bawer dikin ku ew dê bigihîjin Xudayê xwe û bi rastî ew dê lê vegerin ( û hisabê bidinê).[2]

Misilmanên birûmet!

Vêca hûn dibînin hinek kes li ser îş û karên xwe ne, digel ku dengê bangê dibihîzin jî, lê dîsa berê xwe nadin rêya xilasiyê. Li ser wan zehmet e berê xwe bidin mizgeftan. Lewre ewan bawerî neaniye ku nimêj ji xwediyê xwe re di  roja qiyametê de ronahî, delîl û xilasî ye. Ger bi rastî baweriya wan bi vî ruknê îslamê yê esasî  hebûya  wê  men’a wan jinehatinê bikira.

Hinek însan hene  digel ku Xuda maleke pir daye wan, lê ew heqê Xuda li ser wan ferz kiriye dernaxin. Lewre derxistina wê zekata ku Xuda li ser wan ferz kiriye gelek giran e. Qîma wan bi wî malê helal nayê heta yê heram jî tev li nekin. Ji ber vê yekê, derxistina zekatê li ser wan zehmet e. Ger baweriya wan bi rastî hebûya ku zekat, malê paqij û zêde dike û wê ew di cehenimê de bi wî malî werin daxkirin, wê bi dileke xweş zekata xwe bidana.

Misilmanên birûmet!

Gava mirov difikire li halê însanan, mirov dibîne ku riya xêr û qenciyê li ser wan gelek zehmet e û riya gunehan û xirabiyan jî gelek hêsan e. Sedemê wê jî ev e ku baweriya wan li hember Xudayê wan û roja qiyametê zeîf e. Ev jî ji weswesa wî şeytanî ye ku sond xwariye wê însanan ji rêya Xuda  dagerîne. Lewre ewî sond xwar ku wê ji rast û çep, ji pêş û paş ve wê were însanan ji rêya Xuda dûr bike. Xuda dibêje: Gelî zaroyên Adem! Bila şeytan we jî nexapîne ka çawa dê û bavên we (Adem û Hewwa) ji bihiştê deranî û cilê wan ji wan kir da ku ewretan nîşanî wan bide. Bi rastî şeytan û êla wî, we dibînin û hûn wan nabînin. Bêguman me ji bo wanên ku baweriyê nayînin, şeytan kiriye dost û arîkar.[3]

Teqwatiya Xuda bikin, tewbe bikin bal wî ve û daxwaziya efûkirina xwe jê bikin û di temamê îş û karên xwe de, her arîkariyê jê bikin.

Mele cewadê Girdarî-Çandname

[1] – Et-Telaq 2-3.

[2] – El-Beqere 45-46

[3] – El- E’raf 27.

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply