Hebên hinaran, siheta mirovan!

Hinar ji aliyê wîtamîna Cyê ve yek ji fêkiyên herî feydedar e. Ji wîtamîna Cyê pê ve wîtamînên B1 û B2 jî di hinaran de he ne. Pispor dibêjin, lazim e hinar di demsala xwe de baş bêne xwarin.

Diyetîsyen Esra Kula ji bo feydeyên hinaran dibêje, “Hinar ji aliyê antîoqsîdan ve pir xurt e. Bi vê tayetmendiya xwe tenduristiya temar û dil diparêze. Tansiyonê kêm dike. Her wiha bi wîtamînên ku di nava xwe de dihewîne mirov ji nexweşiyan jî diparêze.”

Kula desnîşan dike ku li ser, dendik, qalik û ava hinaran gelek xebat hatine kirin û wiha behsa feydeyên hinaran dike, “Nîvê îstekaneke çayê ava hinaran nexweşekî tansiyonê 15 rojan li ser hev vexwe tonsiyona wî ji sedî 5 kêm dibe. Qalikê hinaran jî weke antîoqsîdan tê bikaranîn.”

Kula ji bo nexweşên ku dermanan bi kar tînin jî hinaran tewsiye dike û dibêje, “Zirara hinaran li dermanan tine ye. Nexweşên diyabet û qanserê jî di bin qontrola doqtoran de dikarin bi hinaran berxwedana laşê xwe xurt bikin.”

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply