Gelo vê hefteyê kîjan fîlm dikevin vîzyonê?

BIRÎNA DIYA MIN

Salîh dema ku dikeve hijdeh saliya xwe, ji bo ku malbata xwe ya winda bibine, sêwîxaneya ku li dimîne diteriqîne. Dema ku li bavê xwe digere li çıftlîkekê dest bi kar dike û êdî ew der dibe wek mala wî. Her çiqas kelecan zêde dibe, sirên nû jî eşkere dibin. Gelo Salîh wê ji paşeroja xwe xelas bibe û dê li vê malê bextewar bibe? Filmê bi navê  “Birîna Diya Min” ku bi kelecan dê bê temaşekirin, li ser jiyana Salîhê Bosnayî ye ku li diya xwe û bavê xwe digere. Ev film li Sirbistan, Bosna Hersek, Xirvatistan û Tirkiyeyê hatiye kişandin. Di rolên sereke de Ozan Güven, Meryem Uzerli, Belçim Bilgin, Okan Yalabık û Bora Akkaş cih digrin. Derhêneriya filmê Ozan Açıktan dike. Çêker jî BKM ye.

BÊAHENG: ALÎGIR

Her du fîlmên rêza “Bêaheng” di gîşeyê de rekor bidest xistibûn.  Di beşa sêyemin “Alîgir” de, vê carê Tris û Dört diherin dinyayek ji her du beşên berê xeternak û dijwartir. Di fîlmê de,  gava agahiyên ku sîstem serûbin kirine eşkere dibin, Tris û Dört mecbur dibin ji Şîkagoyê birevin. Her du heval Şîkagoyê gelek baş dizanin û jê hezdikin. Lê di jiyana xwe de cara yekem ji bajarê xwe vediqetin. Li derveyî Şîkagoyê şer heye û ev yek, gefê li hemû mîrovahiyê dixwe. Divê Tris û Dört jî bi lez, di vî şerî de aliyekî bigrin. Ji bo ku jiyana xwe bidomine, divê Tris di nava wêrekî, sedeqat, fedekarî û evînê de bîryareke dijwar bide. Derhênerê fîlmê Robert Schwentke e. Di rolên sereke de jî Shailene Woodley, Theo James, Zoê Kravitz, Naomî Watts, Miles Teller û Ansel Elgort dilîzin.

LI ROMAYÊ EŞQ CUDATIR E

Maggieya ku bi eslê xwe ji New Yorkê ye û jinebî ye, ji bo ku bi keçika xwe Summerê re betlaneyeke xweş derbas bike, ber bi Îtalyayê ve diçe. Dema Maggie digîje Toskanaya ku ciwantiya wê li wir derbas bûye,  rastî dilketiyê xwe yê ewil Luca tê û gava ku hîn dibe Luca nezewiciye gelekî  bi kelecan dibe. Di vê navberê de diya luca Carmen jî li Romayê bi dizî planên zewecê dike û Summera ku bê dilê xwe hatiye betlaneyê jî dixwaze vegere New Yorkê.  Diya Luca û Summer hevkariyê dikin û bi dizî direvin Romayê. Ji ber vê yekê jî Maggie û luca didin dû wan ber bi Romayê ve diçin. Di rolên sereke de Claudia Cardinale, Paz Vega, Sarah Jessica Parker û Raoul Bova cih digrin. Derhêneriya Filmê Ella Lemhagen dike.

trtnuce.com

Derbar Çand Name

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply