Rexnekirin Hêsan e, Lê belê…

Di demekê kevn de, xortek ji bo hoyê çêkirina risman bibî, diçe ba ressamekê navdar.

Ressam ya wî wek şagirtek qebûl dike û tiştên zanî hoyê xorto dike.. Piştî demekê dirêj ressam dinêrî rismên xorto û dibêjî, “Bi rastî rismên te zehf rind xuya dikin.. Lê belê ka em binêrin tê xelq çi bibêjî derbarê wan de.. Rismekê xwe sibê bibe meydana navçê, li ciyekê bilind bialiqîne.. Boyaxekê sor û firçeyek jî deyne bin rismê.. Û li ser kaxizek wiha binivsîne, <<Ji kerema xwe ciyê min ne delal çêkiribî îşaret bikin>> û wê kaxizê jî deyne tenişta boyaxê..”


Xorto jî wisa dike.. Rismê xwe dibe dialiqînî û boyaxekê sor û firçeyek û wî kaxizî jî datînî wir.. Dotira rojê diçe binêrî ka xelqê bertekê çewa daye.. Lê çi bibînî, rismê wî ji serî heta binî tev xaço vîço kirine bi boyaxê sor.. Xorto zehf aciz dibî, û xemgîn dibî, digirî bi rismê xwe û diçe ba Xocê xwe.. Rismê xwe nîşanê wî dide û dibêjî, “Ka binêre rismê min xistine çi hal î”


Ressam jê dibêjî, “Xemgîn nebe, sibê dîsa here wî meydan î, rismek bi xwe re bibe û li wir bialiqîne.. Ji her rengê qutiyek boyax û çend heb firçe jî deyne wir.. Û li ser kaxizek wiha binivsîne: <<Ji kerema xwe ciyê min ne delal çêkiribî rast bikin, heva boyax û firçe jî ez datînîm vir ji bo we…>>”


Xorto gotinên Xocê xwe tev tînî cî… Dotira rojê dîsa diçe binêrî ka vî carî çi kirine ji rismê wî.. Xorto diçe meydanê, lê çi bibînî, vî car î tu kes destê xwe nedaye rismê wî.. Keyfa wî têt, dilxweş dibî û digirî bi rismê xwe diçe ba Xocê xwe.. Rismê xwe nîşanê wî dide û dibêjî, “Ka ji min re bibêje ev çi mesele bû.. Cara dî çima wisa kirin û vî carî çima destê xwe nedanê?”


Ressam dibêjî, “Cara dî te firsend da wan ji bo ya te rexne bikin û ewan jî bi aweyekê bêrehm ya te rexne kirin.. Lê cara diduyan te go tiştê hûn rexne dikin, hûn dibêjin ne delal e, rast bikin û kes î destê xwe nedayê.. Lewra di vî kar î de ne zane bûn, lewra nizanibûn tê çewa rast bikin.. Lewra rexnekirin hêsan e le belê rast kirin zor e…”

Derbar Çand Name

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply