Şemî , 8 Tebax 2020

Franz K. Stanzel  û teorîya romanê

Di tarîxa teorîya romanê da, xisusen di ya metnên epîk da Franz K. Stanzel xwedîyê cîyekî mûhîm e. Lê herçiqas ew bi gişkî li ser romanê û metnên epîk sekinebe jî, noqteya ku ew zêde li ser sekinîye û pê navdar bûye çîrokbêjîyê. Em dikarin ev tişta ku min li vir bi çîrokbêjî binavkir wiha jî te’rîf bikin: Teknîkên ku di metnên epîk da tên bikaranîn jibona ku çîrok bê gotin. Mixabin ev terma ha (bi qasî zanîna min) hê di kurmancî da tuneye û divê, gava em bixwazin li ser metnên epîk bisekinin, were çêkirin. Di tirkî da ev tişt bi anlatım, di almanî da bi Erzählen/Erzählung û di îngîlîzî da jî bi narrate/narration tê binavkirin.

Ezê berê ewil hinekî Franz K. Stanzel bidim naskirin. 

Dû ra ezê fikrê wî ye li ser terma çîrokbêj (anlatıcı/Erzähler/narrator) (gelek kurt) bînim zman. 

Di dawîyê da ezê li ser hersê formên/teknîkên tîpîk yên di metnên epîk da (üç tipik anlatım tekniği/ drei typische Erzählsituationen/narrative technique) bisekinim ku xebata Stanzel zêdeyî li ser wan e. Wekî ku tê zanîn her çîrokek cihê cihê dikare bê gotin. Wek mînak nîvîskarê tirk F. Edgü di kitêbeke xwe da bûyerekê bi sed şiklên cihê tîne zman. Hanry James jî dibêje ku meriv dikare mijarekê/bûyînekê/çîrokekê bi pênc mîlyon şiklên cihê bîni zman. Lêbelê di metnên epîk da di dêvla van teknîkên gotinê yên bê sinor da timûtim hinin teknîkên gotinê hatine bikaranîn. Franz K. Stanzel di lêkolînên xwe da tê wê noqteyê ku ev teknîk sê teknîk in ku ew wan bi sê teknîkên tîpîk yên metnên epîk bi nav dike. Ev hersê teknîk ev in: teknîka gotinê ya şexsî (kişisel anlatım tekniği/die personale Erzählsituation/the personal narrative technique), teknîka gotinê ya olimpik (ölimpik anlatım tekniği/die auktoriale Erzählsituation/the omniscient narrative technique) û teknîka gotinê ya ezî (ben anlatım tekniği/die Ich-Erzählsituation/first-person narrative technique). Di metnên epîk da bi piranî ev hersê teknîk bi hev ra tên bikaranîn. 

Ez li vir dixwazim bibîrbînim ku wê va nîvîsa han ji ber dû sebeban (pir) kin be: 

  1. Nebûna terminolojîyek taybetî jibo vê mijarê di kurdî da, 
  2. Nîvîsandina jibo kovarek

Bi taybetî noqteya ewil rê nade ku em bi rihetî bikaribin zêde li ser vê mijarê bisekinin û nûansan jî bînin zman ku ew jî gelek mûhîm in. Dil dixwest ku min bikarîba li vir rexneyên li Stanzel hatine kirin û bersivên wî jî bida. Lê ji ber herdû sebeban emê vê carê qîma xwe bi van çend rûpelan bînin.

  1. K. Stanzel

Franz K. Stanzel (bûyîna wî 1923), anglîst û lêkolînerê gotinê/çîrokbêjîyê, di gelek nîvîs û kitêbên xwe da xwestîye tîpolojîyeke analîtik ya şiklên gotinê di metnên epîk da, xususen di romanan da, bîne holê. Hê di salên pênceyî da wî dest pê kir li ser vê mijarê/van mijaran kitêb û meqaleyan biweşîne. Hê di lêkolîna xwe ya ewil Die typischen Erzählsituationen im Roman (1955) da bi mînakên ji romanên wek Tom Jones, Moby-Dick, The Ambassadors, Ulysses û ji metnên epîk yên dinê ew li wê gerîya ku teknîkên tîpîk yanê yên di gelek roman û metnên epîk da tên bikaranîn tespit bike û derxe holê. Li dû vê xebata bingehîn û fireh wî di sala 1964an da kitêba bi navê Typische Formen des Romans weşand ku hê jî wek kitêba destpêkê tê qebûlkirin û ji ber vê jî hê çap dibe. Di salên heftêyî da Stanzel kitêba Theorie des Erzählens weşand ku tê da li alîyekî fikrên xwe bi mînakên din tîni zman û zelal dike û li alîyê din bersiv dide lêkolînerên din ku li ser tezên wî sekinîbûn û ew rexne kiribûn. 

Ji salên pêncî yên esra bîstemîn vir va Stanzel (tevî Käte Hamburger û Eberhard Lämmert) li dewletên almanîaxêv wek lêkolînerên herî mûhîm tên dîtin ku hersê jî li ser teknîkên gotina di metnên epîk da sekinîne. Sebebê ku di zanistîya edebîyatê da evqas qîmeta Stanzel heye, ew e ku ew gelek zû li wê gerîya ku qaîdeyên analîtîk û rasyonel jibo şîrovekirina metnên edebî bibîne.

Lê tezên Stanzel sirf di cîhana almanîaxêv da roleke mezin nelîst; li gelek welatên din û xususen li Fransayê û Dewletên Yekbûyî qîmeteke mezin dîtin. Wek mînak em dikarin Gérard Genette û Dorrit Cohn bidin ku herdû li welatên xwe li ser tezên Stanzel sekinîn û xwestin ku wan tezan bi tezên xwe va girêbidin. 

Çîrokbêj

Ev tişta ku ku ez li vir bi terma çîrokbêj (anlatıcı/Erzähler/narrator) tînim zman di ilmê edebîyatê da herroj li ser hatîye sekinîn. Gellek kes hê jî çîrokbêj wek nîvîskar qebûl dikin û li fikrên wî wek yên nîvîskar mêzedikin. Yanê gava qala çîrokbêjê di romanê da yan di çîrokê da dikin, dibêjin nîvîskar ewha difikire. Ev tişt zêdetir jibona şîrove û xîtabên çîrokbêj tên gotin.

Stanzel vê fikra ku heta salên pênceyî li Almanyayê jî hebû, qebûl nake û dibêje ev nêrîn şaş e. Ew dibêje çîrokbêj jî mîna figurên din yek ji wan fîgûran e ku ji alîye nîvîskar va hatîye dîtin/çêkirin. Ew dîsa wiha difikire ku di metnên epîk da çîrokbêj li gor çerçeveya tarîxî û tîpolojîyê bi şiklên cihê cihê dertê holê. Yanê di hinin metnan da em sirf “dengê wî/wê” dibihîsin û dîsa di hinin metnan da jî em bi hebûna wî/wê nahesin. Stanzel dibêje ku romanên/çîrokên ku em tê da dengê wî nabîhîsin bira bi teknîka şexsî yan jî nötr werin binavkirin. 

Stanzel di kitêba xwe ya dawîyê da (1979) li wê gerîya ku vê teza xwe zelaltir bike û îja ewha formule dike: Li gor çerçeveyên cihê çîrokbêj bi şiklên cihe dertê holê. Yanê di gotina-ew da (o-anlatım/Er-Erzählung) bi xwendevan ra hîsa ku çîrokbêjekî/e fîktîv (kurmaca/Fiktion/fictitious) heye çêdibe. Lêbelê çîrokbêjê di gotina-ewî da mîna çîrokbêjê di gotina-ezî da xwedî şexsîyet nine. Ji ber vê jî em wî wek fîgurek serbixwe nabînin; em sirf dengê wî/wê dibhîsin. 

Teknîka gotinê ya şexsî ( yan jî ya nötr)

Herçiqas ku teknîka şexsî di tarîxa romanê da dereng derketibe holê jî, ew pir zû belav bûye û di metnên epîk da, xususen di romanan da, xwedîyê cîyekî mûhîm e. Sê sebeb hene ku ev teknîk di esra 19an da derketîye holê û zû belav bûye. 1. Xwestina objektîfbûne, 2. nûbûna wê û îsrara li ser perspektifek û 3. têkilîya wê ya bi şiklê xebata beyîn ra. 

Teknîka gotinê ya şexsî ewha tê terîf kirin: Çîrok ji perspektîfa figûrekî/ê ku di romanê/çîrokê da derbas dibe tê gotin. Yanê yê/ya ku çîrokê dibêje figûreke ji çîrokê ye. Teknîka notr jî varyantek ji teknîka şexsî ye. Di vê teknîkê da jî çîrokbêj yek ji fîguran e, lê ew sirf li bûyeran dinêre û wan dide ber çevan. Bi gotineke din: Ew mîna kamerayek e û bûyer/bûyîn ji alîyê wê va têne nîşandan.

Romanên ku bi teknîka gotinê ya şexsî hatine nîvîsîn wek romanên “bê çîrokbêj” (anlatıcısız roman/erzählerloser Roman) têne binavkirin. “Romana/Çîroka bê çîrokbêj“ tê wê me’neyê ku xwendevan ti çîrokbêjekî/ê nabîne û hîsnake. Ji ber vê taybetîyê metnên bi teknîka gotinê ya şexsî hatine nîvîsîn tiştekî/çîrokekê nabêjîn (öyküleme), ew taswîr dikin. Û Stanzel dibêje ji ber ku çîroka bi vê teknîkê hatîye nîvîsîn teswîr dike, dide ber çevan, divê meriv wê bide ber fîlm û tîyatroyê. Yanê ew ji çîrokekê zêdetir dişibe tîyatro û filmê. Lewra, wekî di tîyatroyê da, di teknîka gotina şexsî da jî çîrokbêj li ber çevan nine û cîhana reel bi dîyalogan, bi teswîrên tîyatroyî, bi herikîna fikrê va (stream of consciousness) û bi perspektîva çîrokbêj (anlatıcının bakış açısı/point of view of narrator) di metna edebî da dertê holê. Û bi vê yeka hanê jî taleba ku di metna edebî da cîhana reel/ rastîya jîyanê bi şiklekî notr were nîvîsandin jî tê cî. Bi gotineke din, xwestina objektîfbûnê bi ‘dramatîzîbûnê’ tê holê û di metna epîk da jî ‘dramatîzîbûn’ bi teknîka gotinê ya şexsî çêdibe. 

Teknîka gotinê ya olîmpîk

Ev teknîka hanê di hin zmanên Ewrûpî da bi sifeta “auktorial” tê terîf kirin. Kelîmeya “auktorial” jibo terîfkirina vê teknîkê, ji ber ku xususîyetên wê tînî zman, mûhîm e. “Auktorial” (bi latînî: Xwedîyê berhemê, nîvîskar) nîşanî du alîyên vê teknîkê dike: 

  1. Zanebûna bêsînor ya çîrokbêj.
  2. Çêkirina/Avakirina/Dîtina çîrokê ji alîyê çîrokbêj va (kurmacalık/die Fiktionalität/fiction).

Xususîyeta teknîka gotinê ya olîmpik ya herî mûhîm ew e ku çîrokbêjekî/e eşkere heye. Hebûna çîrokbêj bi şîroveyên wî/wê, bi xîtaba wî/wê ya ji xwendevan ra (“Ey xwendevano”) û bi terkkirina wî/wê ya ji nav çîrokê eşkere dibe. Ji ber van xususîyetan meriv dikare bibêje ku çîrokbêj û nîvîskar eynî şexs in.

Lêbelê ev bawerî kêmî kêm ji ber du sebeban şaş e:

1. Çîrokbêj carna ji nîvîskar kêmtir û carna jî jê zêdetir xwedîyê agahîyan e.

2. Çîrokbêj xwedîyê hin bawerîyan/fikran e ku ev ne yên nîvîskar in. Ji ber van taybetîyan Stanzel dibêje ku gerek meriv çîrokbêj jî wek figûrekê qebûl bike. Yanê çîrokbêj jî mîna fîgûrên din ji alîyê nîvîskar va hatîye çêkirin. 

Di teknîka gotinê ya olîmpîk da çirokbêj xwedîyê perspektîveke gotinê ye. Di vê perspektîvê da çîrokbêj xwedîyê zanebûneke bê sînor e û çîrokbêj di cîhana fîgûrên da nine. Yanê çîrokbêj û figûrên din eynî dunyayê parve nakin. Ji ber vê jî Stanzel terma ‘dûrbûna epîk“ (epik mesafe/epische Distanz/epic distance) bi kartîne. Yanê ji ber ku çîrokbêj û fîgûr eynî dunyayê parve nakin û çîrokbêj xwedîyê zanebûneke bêsînor e, ew bi ti şeklî girêdayî ti tiştekî nine. Yanê dilê wî çawa û çi bixwaze, ew dikare qala wan bike. Bi gotineke din, ew dikare him bûyerên/bûyînên berîya çîroka eslî  û him jî tiştên di îstîqbalê da bibin bîne zman. Xêncî vê otorîteya wext û mekanê çîrokbêj dikare li gorî xwestina dilê xwe gotin, kelîme, hîs û fikrên fîgûran bîne zman, şîrove bike yan jî qe qal neke. Stanzel dibêje ku çîrokbêj bi piranî gotîn, fikr û hîsên fîgûran şîrove dike (erênî yan neyênî) û pirê caran jî henekê xwe bi fîgûran dike. Yek tiştek heye ku çîrokbêj sînor dike: Qedandina çîrokê. 

Teknîka gotinê ya ezî

Ji ber ku him di teknîka gotinê ya şexsî da û him jî di ya olîmpîk da çîrokbêj dikare bi cînava “ez” behsa xwe bike, divê em “ez”a  di teknîka gotinê ya ezî da ji wan cihê bikin. Çîrokbêjê di teknîka gotinê ya ezî da him di cîhana çîrokê da û him ji di nav fîgûran da ye û ji xwe bi cînava “ez” behsdike. Bi gotineke din, çîrokbêj di nav cîhana fîgûran da ye û yan qala  bûyer/bûyînên di hengama çîrokgotinê da dibin dike yan jî qala yên berê (bûne) dike. 

Li gor bawerîya Stanzel hin taybetîyên vê teknîkê hene: Li vir “dûrbûna epîk” tuneye ji ber ku çîrokbêj jî ji cîhana fîgûran e. Ew di nav bûyer/bûyîn/fîgûran da ye, li ser wan nine. Lê li alîyê din divê çîrok qewîmîbe ji bona ku werê gotin û bi vê yekê jî “dûrbûna epîk” dibe bingeheke mûhîm ya gotinê. Ji ber vê yekê Stanzel dibêje ku em li vir dîsa jî dikarin qala “dûrbûna epîk” bikin. Lê ev dûrbûn sirf ya demê ye, ne ya fîgûran e. 

Stanzel dibêje ku çîrokbêjê ezî xwedîye kesayetîyeke du par e û ji ber vê ferqê dike navbera ezê ku dijî û yê jîyaye. Ev cihêkirina hanê îmkanê dide çîrokbêj ku bikaribe jîyana xwe di ber çevan ra derbasbike. Lê meriv sirf dikare jîyana xwe ya çûyî di ber çevan ra derbas bike. Bi vê xususîyeta xwe çîrokbêj nêzîkî çîrokbêjê teknîka gotinê ya olîmpîk dibe. Lê ev tişt dibe asteng ku çîrokbêj bikaribe qala fîgûrên din bike. Lewra ew sirf dikare qala taybetîyên berbîçev yên fîgûrên din bike. Ew nikare bîrûbawerîyên wan, hîsên wan bîne zman. Û ji ber van taybetîyan jî ev teknîk dişibe teknîka gotinê ya şexsî. 

Li gor fikra Stanzel çîrokbêjê êzî jî gerek ji nêzik da were analîzkirin. Ew di wê qeneetê da ye ku çar formên vî çîrokbêjî hene. Jibo tesbîtkirina van çar forman divê meriv mêzeke ka li dema berê tê mêzekirin yan na û ka ew qala xwe dike yan li cîhanê mêzedike.

Nivîskar: Dr. Abdullah İncekan

Çavkanî:

Stanzel, Franz K.: Typische Formen des Romans (1964), Çapa 11yan, Göttingen 1987.

Stanzel, Franz K.: Theorie des Erzählens (1979). Çapa 6an, Göttingen 1995.

 

Derbar çandname

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Destan û Merhaleyên Destanan

Destan, bi carekê û ji nişka ve dernakevin holê. Ji bo peydabûna wan a di …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.