DI’A Û FAZÎLETA DI’AYÊ

Peyvnamê de tê wê wateyê ku, Dia: Gazîkirin, denglêkirin, Xwestin, alîkarî xwestîn e. Lê têgiha (termînolojî) dînî da tê wê wateyê ku: Bi dil û can ve rewşa xwe pêşkêşî Xwedayê xwe bike. Her çi daxweziya te hebe, ger maddî ger arişî  vegerî Xwedayê xwe ji Wî bixwazî. Eslê dia yê, ew e ku meriv rewşa xwe mebesta xwe Xwedayê xwe re dibêje û ji Wî her tiştî dixwaze. Di’a nabeyna bende û Xwedê da ye. Bi xwe  dia jî zikr û ‘îbadet e. Merivê di’a bike, xwe pêşberî ‘Ezemet quwet û Qudreta Xwedê, belengaz û hewcedar dihesibîne. Dizane ku çi ji wî re lazime xeyrî Xwedê tu kes nikare alîkariya wî bike xwastekên wî bîne cîh.

Di hemen demê de di’ayê de du tişt heye,  yek jê zikir û hirmet e. Yek jî daxwaz tê de heye. Ev du tişt jî bi hev re ne. Ji bo vê yeke jî Hz. Resulullah  (‘eleyselatu wesselam) wûha keremkiriye: ‘’ Dia bi xwe ‘îbadet e.’’ (Tîrmîzî) Nav ‘îbadeta da yê herî girîng nimêje. Nimêjê ra jî tê gotin dîa (selat) ( Sureyê En’am 52). Dia bîranîna Xwedê ye.

Xwedê t’ala Qur’anê de her tim dibe, xeyrî ji min tu kesekî re  ‘îbadet nekin. Tu kesekî ji min re nekine şerik. Bi tenê li min re ta’et û ‘îbadet bikin. Senema an jî tu tiştekî din re ‘îbadet nekin û dia ji wan re nekin. Xwedê t’ala Qur’ana pîroz de pir caran bala me dikişine ser vê mijarê.( Sureyê Şu’era 213-Sureyê Qeses 88)

Xwedê t’ela Qur’ana pîroz de bala me dikişine ser dia û vê  derheqê da wûha emir ferman dike:

 “Bi dizî, bi zarezar û lakelak li ber Xwedayê xwe bigerin. Bêguman Xwedê jî sînorbihêran hez nake. (Sureye E’raf 55)

“Jî bo Xwedê (Esmau’l-Husna) navên herî spehî hene. Nexwe bi wan navên jî Xwedê daxwazê bikin  û ew ên ku der barê navên Xwedê de xwar diçin wan bihêlin (ji Xwedê re); ew ê bigihin cezayê kar û kiryarên ku dikin.” (Sureyê E’raf 180)

“Bibêje: Eger ne ji di’a û ‘îbadetê we be. Xwedayê min dê çi ji we bike?!” (Sureyê Furqan 77)

Hz. Resulullah (‘eleyselatu wesselam) jî hedîsekî da wuha kerem dike û bala me dikişine ser dia

Hz. Selman (re) gotiye: “Hz. Resulullah (‘eleyselatu wesselam) kerem kiriye ku:
‘’Rebbê me heye, kerîm e. Bende gava deste xwe bilind dike û dia dike, Ew  (Xwedê) destê wan vala vergerandinê heya dike.’’
(Tîrmîzî-Ebu Dawûd)

Hz. Ebu Hureyre riwayet kiriye: Hz. Resulullah  (‘eleyselatu wesselam) kerem kiriye ku:  “Wûsa pêbawer dia bikin ku Xweda ye yê diayê we qayîl bibe. Evê baş bizanin ku (ê vê baweriyêda nînibin) ê dilen wan kesên ku, xefletê ve miştexulîne.  Xwedê dia yê wan kesan qebul nake” (tîrmîzî)

Bibêje: Eger ne ji dia û ‘îbadetê we be. Xwedayê min de çi ji we bike?! (Sureyê Furqan 77) Eger em bi tengezarî lava Xwedê bikin wêca bal Xwedê ji me ra qedir qîmetek heye. Lê belê em lava Xwedê nekin lî pêşberî Xwedê xwe belengaz ne hesibînin. Em daxwaziya xwe seneman an jî hin kesên din bixwazin daxwaziya me hem nê cîh hem jî em ê pêşberî Xwedê gunehkar bin. Destê vala herin pêşberî Xwedê.

Dîayê herî baş, Xwedê t’ala Qur!ana ‘ezumuşan de Hz.Resulullah (‘eleyselatu wesselam)  di hedîsan de hinî me kiriye. Lê belê xeyrî ji van di’a jî dikarî dia ên din bikî. Hewcediya te her çi hebe dikarî ji Xwedayê xwe bixwazî. Lê tiştek Xwedê dixwazî digel qenc be ji bo tîştne ne baş ne qenc nikarî dia bikî. Bixwe jî Xwedê t’ala diayê vê curî qebul nake. Dîayê ne qenc xwestîn ne caize. Merîv ji bo xirabiyê  dîa nake. Lê belê ji bo ku diayê merîva qebul bibe hin şert û mercê wî jî hene.

Ji wan şert û mercên dia pê qebul dibe em hineka ji bo we jêrê binivîsînin.

1. Îtîqada merivan divê  rast be  (Ehl-i sunnet).
2. Heramiyê nexwî xwe ji heramiyê biparêzî.
3. Heta ku dibe bawerbikî ku Xwedê diayê te yê qebul bike.
4.Xwedê re Hemd û sena li pexemberê Wî re selat û selam ve dest bi dia yê kirin.
5. Bi navê Xwedê yê spehî (Esmau’l-Husna) ve dî!a kirin.
6. Bi destnimêj dia kirin.
7.Destê xwe vekî û bi bilindî jor bikî.
8.Dilsojî, dilşadî dia bikî.

Selam û dia…

M.Emîn CAN

 

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply