Veneciniqin!
Dîroka “kedîkirina” Kitikan/Kedîyan guherî! Zanyar heta nûha, we bawer dikirin ku “pisîkên” kedî, ji Afrîqayê belav bûne. Lê encamên lêhûrbûnên nû ya DNA yan nîşankir ku 4000 hezar sal berî jibermayîyên kitika/pişîka girava Qibrîsê û 8000 sal berî ya Misrê ji cinsê/famîlyeya “Felis silvestris” ku li Xirabreşkê/Göbeklitepe yê jê 21 parçe numûne peydekirîne, belavê cîhanê bûye.
Azerî : pişî
Macari: macska
Uygurî: مۈشۈك muşuk
Ozbeki: muşuk
Tatari:Мәче maşe
Kirgizî: maşa
Balkêş e ku “Kedî” ya Tirk di çi zimanekî din ya Ural-altayî de tune!!!
Başe Tirk vê peyva “Kedî” ji ku girtin?
Ermenî : katu կատու
Grekî/yewnanî : gaata γάτα
Kurmancî: Kitî ( Botan)
Înglîzî : cat, kitty
Erebî: Sannora
Îngilîzî : Domesticated / Tame
Kurmancî:Kedî
Tirkî: Evcîl
Grekî-yewnanî :katoikídio
Ermenî: կենդանու tnayin
Farisî:خانگی Xangî
Erebî : Ehil
Ka nûha we çi fêm kir?
Berî ku em îdîayên bê bingeh “berdin”…
Ez ne zimanzan, ne etîmolog û ne jî xwedî îdia me! Sibe dikare agahdarîyek nû were û her tiştî pûç bike.
Jîndar Erdal Toprak-Rojevakurd.com
26.02.2020