Duşem , Berfanbar 10 2018
Home / Bawerî / Di Rîsaleya Nûrê de Mijarên Kurdî

Di Rîsaleya Nûrê de Mijarên Kurdî

Me xwest ew hevokên, paraxrafên, mijarên di kuliyeta Rîsaleya Nûrê de li ser mijarên Kurdî de derbas dibin bînin ba hev. Em li ser bêjeyên di rîsalê de derbas dibin nesekinîn. Nivîsa ‘ewil li ser Mektûbatê ye. Di dawiya hevokan de bi jêrênotan di Mektûbatê li ku derê derbasbûye hatiye nivîsandin.

                                                                                                     Abdurrahim YILDIZ

Me xwest ew hevokên, paraxrafên, mijarên di kuliyeta rîsaleya Nûrê de li ser mijarên Kurdî de derbas dibin bînin ba hev. Em li ser bêjeyên di rîsalê de derbas dibin nesekinîn. Nivîsa ‘ewil li ser Mektûbatê ye. Di dawiya hevokan de bi jêrênotan di Mektûbatê li ku derê derbasbûye hatiye nivîsandin.

Zatekî muheqiq û gelekî navdar û gotina wî li ba me (li welatê me) sened e,  bi Kurdî wiha gotiye:

“Ji şerê sehaban meke qal û qîl

Lewra cennetî ne qatîl û hem qetîl[2]

Ev zatê mezin Mela Xelîlê Sêrtî ye. Di nav salên 1753-1841 jiyaye. Xelqê Hîzana Bilîsê ye. Qebra wî li Sêrtê ye. Ev gotina hane di kitêba xwe ya navdar “Nehcu’l-Enam”ê de gotiye. Ev kitêb bi zimanê kurdî ye û wê demê heta niha di medreseyên Kurdistanê de tê xwendin.

Meselokeke sedema  îbretê: Ji ‘eşîrên koçer ‘eşîra Hesenan du êlên wan ji hevre neyar hebûne. Dibe ku ji pêncî mêran zêdetir ji hev kuştibûn. Digel vê çendê dema du eşîrên mîna Sîpkan û Heyderan derdiketin hember wan, herdu êlên dijmin ew neyartiya berê ji bîr dikirin û milê xwe didan hev û heta ew herdu eşîrên ji derveyî wan derdixistin, dijminantiya navxwe nedianîn bîra xwe[3].

Heta, di Kurdî de bûye derbûmesele:

“Navê gur bîne palandar lê werîne”

Ango dema te behsa gur kir, gurzî amade bike, lêxe; lewra gur tê[4].

(Haşiye-1) Li ba me weliyekî mezin ê navdar ê bi leqeba ‘Seyda’ dema li ber xirîna mirinê bû, Melekulmewtê ku erkedarê standina giyanê weliyan bû hat. Seyda qîrek da rica ji dergahê Îlahî kir û got: “Ji ber ku ez zêde ji xwendekarên ‘ilmê hez dikim, bila ew taîfeya ku erkedarê standina giyanê xwendekarên ‘ilmê ye were giyanê min bistîne. Yên li cem wî rûniştîbûn, bûbûn şahidê vê bûyerê[5].

(Haşiye-2) Heta li welatê me mirovekî gelek zêde cesûr di dema xirêna mirinê de Melekulmewt  dît. Got: “Tu min di  nav  nivînan de  digrî!”.  Rabû, li hespê xwe siwar bû, şûrê xwe xiste destê xwe, meydan jê re xwend. Weke mêran li ser (pişta) hespê mir.[6]

“Ji aliyê rojhilat ve dê nûrek derkeve, dê tarîtiyên bid’eyan belav bike.”[7]

Heta heft salên mişextbûna min de û di xurbeta min de û bê sedem bêyî xwestina min ji her tiştî dûrxistina (teceruda) min de û dijî meşreba min bi tenê li gundekî jiyana min, û ji pir pêgirtî û qaîdeyên ku ez ji mêj ve hînî wan bûbûm yên jiyana civakî nefretkirina min û terkirina min rasterast ji bo ku xizmeteke xalis û zelal ya Qur’anê bi min bide kirin e, tu şupha min nema.[8]

Fenda Şeytanî ya Çaremîn: Bi telqîna şeytên û ehlê delaletê, hin mulhîdên meqamê girîng işxal kirine ji bo ku birayê min bixapînin û damara nîjadperestiyê tahrîk bikin dibêjin: Hûn Tirk in. Maşele di nav tirkan de her çeşît ‘alim û ehlê kemalê hene. Saîd yekî ku ji Kurdan e. Yekî ne ji miliyeta we ye pê re hevkariya we dijî hemiyeta miliyeyê ye.[9]

Bersiv: Ey bêolên bedbext! Hemd ji Xwedê re ez misilman im. Di her demê de sêsed û pêncî milyon ferdên milliyeta min ya pîroz heye. Sed hezar carî ez xwe diparêzim ku ez sêsed û pêncî milyon birayên ku ev uxûwet avakirin û bi du’ayên xwe alîkariya min kirîn û di nava wan de  pirtirînên Kurdan hene, gorî ramana nijadperestiyê û neteweyiya neyînî bikim û ji dêl wan birayên  bêhed û hesab yên bimbarik ve çend bêolên hindik ên ji wan re Kurd tê gotin û ji netewaya Kurdan tên  hesêb yan ji yên li ser meslekeke bêmezhep diçin de qezenç bikim[10]!..

“Ew Kurd e, li pey wî nekevin.”[11]

Belê ez ji aliyê nijadê ve Tirk nayêm hesêbê[12]

Ya Sisêyan: Bi fetwayên şaş yên hinek zanyarên xirab(ulemaê sû’)  yên wijdanê xwe firotine dinyayê, di awayekî dijî bilindî û safîtiya Mezhebê Henefî bi kîjan rê û rêzikê ji mirovekî mîna min yê  peyrevê Mezhebê Şafîî re pêşniyar dikin? Piştî ku we Mezhebê Şafîî ku bi milyonan peyrevê wê hene rakir û we hemû Şafîî kirin Henefî û bi darê zorê we pêşniyar kir, wê demê dibe were gotin ku ev rê û rêzika bêolên mîna we ye. Yan jî, rezîltiyeke kêfî ye! Em ne girêdayî  kêfa yên welê ne û em nas nakin![13]

Ya Çaran: Netewayiya Tirk ya berê û pêş de tevlî Îslamiyetê bûyî û bi wê re bûyî yek û  oldarên cidî, ji dil û ji olê re rêdar… Hûn bi fetwayeke ku bi temamî dijî vê netewayiyê û li ser navê  Tirkîtiyeke di wateya fîrengîtiyêye de û texrîfdarane û bîd’ekarane ji yekî mîna min ku ji neteweyeke  din re pêşniyar dikin û dibêjin;  “Bi tirkî qamet bike!”, ev a  hanê li gorî kîjan rê û rêzikê ye? Belê pêwendiyên min ên dostanî û biratiyê digel tirkên rastî re heye, lêbelê bi tirkparêziya mîna ya we xûy-fîreng re qet û qet tu pêwendiya min tune ye. Hûn çawa ji min re pêşniyar dikin? Bi kîjan zagonê? Heke hûn karibin ku netewayiya Kurd ya ku bi milyonan ferdên wê hene, bi hezeran sal in netewayiya  xwe û zimanê xwe ji bîr nekiriye û hemwelatiyên rastîn ên tirkan e û berê û pêş de hevalên wan ên  cîhadê ne; rakin û zimanê wan bi wan bidin ji bîr kirin, paşê ev pêşniyara we ya ku ji netewayeke din tên hesabê re hatiye kirin bibe rê û rêzikeke hovane. Yan jî sirf kêfî ye. Mirov li gorî kêfa şexsan naçe û em naçin.[14]

1- ‘Esreke nexweş, unsureke xeste û organek nesax reçeteya van tabi’bûna Qur’anê ye.[15]

Ev mijarên li jor di pirtûka mektûbatê de belavbûyî ye. Her hevokek di nava meseleyek pir girîng de derbas dibin. Divê ustad xwestibe çawa mesele bê hînkirin em jî we re li van meselan binihêrin, welê hînbikin. Bi nêrînek gelemperî di nav wan mektûban de mijar çawa derbas dibe werê lê bê mêzekirin.

Ew prensîbên li jor derbas dibin her yek, dikare merivan û civakê rihdar bike. Ew kaîdeyên bimbarek bi serê xwe hîmên bingehîn ên îslamiyetê ne. Dema zatekî mezin dide pêş çavan ew ne tenê behsa wî zatî ye, di ‘eynî demê de bîranîna çandê ye, bîranîna ew ‘ilmên pîroze û hwd.

Dema behsa ‘eşîran tê kirin helbet ne tenê behsa ‘eşîran e. Di ‘eynî demê de bîranîna biratiyê ye, bîranîna belawelabûnê ye.

Û dema behsa miliyetê te kirin, ew behsa avakirina biratiyek rasteqînî ye, ew behsa zehmet, neyartî, koçberiya vî gelî ye; rêbertî kirin ji birayên xwe yên di xeletiyê de ne re û ew ên bela û mûsîbetên hîn mezin werin serê wan re, wan îqaz kirine. A bingehîn pêkanîna biratiyê ye û hwd. Lê qedr zanîn!..

 


[1] Di vê nivîsê de tenê li ser Mektûbatê hatiye rawestandin.

[2]Seîdê Nûrsî, Mektûbat, Weşanên Zehra, Stenbol 2003, r. 75.

[3]Mektûbat, r.363

[4]Mektûbat, r.465

[5]BMektûbat, r. 470

[6]BMektûbat, r. 471

[7]Mektûbat, r.485.

[8]Mektûbat, r.490.

[9]Mektûbat, r. 565.

[10]Mektûbat, r. 566.

[11]Mektûbat, r.570.

[12]Mektûbat, r.570.

[13]Mektûbat, r.579.

[14]Mektûbat, r.580.

[15]Mektûbat, r.629

Abdurrahim YILDIZ

Çavkanî: Nûpelda

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir